Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 3’yê cotmeha sala 2022’yan de daxuyaniyek da û got ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûne Tirkiyeyê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariyê ya Bilind a Îmraliyê ziyaret kirine. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên ragirtin dike, têkildarî serdana CPT’yê di 29’ê mijdarê de daxuyanî da û wiha got: “Agahî li ber destê me ye ku di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê.” Daxuyaniya buroyê di raya giştî de rê li ber fikaran vekir. Li gel ku bi ser serdanê re meh derbas bûne jî ne CPT’yê ne jî saziyên têkildar tu daxuyanî nedane. Piştî helwesta CPT’yê û daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, hiqûqnas û siyasetmedaran jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Hevberdevkê Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy Girtîgeha Îmraliyê şiband Girtîgeha Guantanamoyê û têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û helwesta de axivî.
Ozsoy da zanîn ku gelek caran bi CPT’yê re hevdîtinên rûbirû kirine û ji wan daxwaz kirine ku bi nivîskî agahiyan bidin û wiha got: “Li holê du agahî hene. Di halê hazir de dema CPT tê Tirkiyeyê diçe serdana Navendên Paşvevegerandinê. Di dema serdanê de dibêjin hazir em hatine dê biçin serdana Îmraliyê jî. Çûne serdanê. Diyar kir ku bi her 4 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtinên rûbirû kirine. Lê çavkaniyên cuda yên me agahî jê girtine dibêjin ku ev hevdîtin nehatiye kirin. Abdullah Ocalan hevdîtin red kiriye. Ji bo ku rewşê zelaltir bikin me gelek caran bi CPT’yê re hevdîtin kirin û rewş jê pirs kir. Ji bo ku CPT bikare raporan amade bike divê bi girtiyan re hevdîtinê bike. Heta ku hevdîtin çênebe jî nikare raporan amade bike. CPT’yê ji bo pirsên me got; ‘Me raporên xwe nivîsand û pêşkeş kir. Ev rapor tevek jî piştî hevdîtinên rû bi rû tên amadekirin.’”
Bi domdarî Ozsoy anî ziman ku ji bo rastiya serdanê hîn bibin li Tirkiyeyê serî li her derî dane û wiha pê de çû: “Malbat û parêzer serlêdanan dikin. Parlamenter daxwaza edaletê dikin. Ji Ewropayê heta gelek deverên cuda yên cîhanê bi hezaran parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Konseya Ewropayê (KE) dikeve navberê û daxwazê dike. CPT tê û raporan amade dike lê li pêşberî me îktîdarek heye ku dibêje ‘Nuh’ lê nabêje ‘pêxember e.’”
‘Ji bo tecrîd bi dawî bi be em ê li ber xwe bidin’
Di berdewamê de Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku divê rewşa tecrîda li Îmraliyê tenê ji hêla hiqûqî û teknîkî ve neyê destgirtin û ev nixandin kir: “Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ji rewşa wî agahdar bin. Em qala şexsiyetekî siyasî dikin ku bi milyonan kes dibêjin ‘îradeya min e.’ Lewma bêdengiya saziyên cîhanê û Ewropayê rewşekî gelek kirêt e. Ya ji wê balkêştir jî ew e ku Meclisa Parlamenteran a KE’yê têkildarî rewşa li Îmraliyê biryar da. Di raporên şopandinê de biisrar got ku divê bi biryarên CPT’yê bê kirin. Tiştên ku Tirkiye dike ne li gorî qanûnên wê ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ne. Em di pêvajoyeke wisa awarte de ne ku polîsek, waliyek bi ser makeqanûnê re tê dîtin. Lê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em ê biisrar li gel daxwaza rakirina tecrîdê bin.”
‘Li holê rewşeke keyfî heye’
Ozsoy, bi lêv kir ku heta pergala bêhiqûqiyê bidome dê deriyên Îmraliyê jî bi hincetên cuda her tim girtî bimînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke helwesta dewletê ya di meseleya kurd de neguhere, divê di vê mijarê de mirov li benda helwestekî cuda bimîne. Ev mijar di nava hev de pêş dikevin. Aqilê ku polîtîkaya tecrîdê dimeşîne, heman mantiq e ku pirsgirêka kurd bi şer difetisîne û hemû hewldanên aştiyê vala derdixîne. Cezayên disiplînê yên tên dayîn tenê hincetên domandina tecrîdê ne. Heta demekî hincetên ‘keştî xerabe ye’ û ‘rewşa hewa’ dihatin nîşandan. Lê êdî nekarîn van hincetan nîşan bidin. Li pêşberî me dewlet û rayedarên dewletê hene ku li nava çavên gel dinihêrin û bi aşkerayî derewan dikin. Niha jî dibêjin ‘sûcê disiplînê.’ Lê sedema wan cezayan ji parêzer û malbatan re nabêjin. Li holê rewşeke keyfî heye. Ev mijar, sepaneke derhiqûqî ya hikûmetê ye ku bi çavsorî dijayetiya kurdan dike û heta qirikê di nava faşîzm û nîjadperestiyê de ye.”