Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ozsoy: Peyamên Ocalan ji pirsgirêkên heyî re bûye bersiv

Parlamenter Hişyar Ozsoy diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bi awayekî qismî rabûye û wiha got: “Divê civak nekeve rehawetê û siyaset xwedî li vê destkeftiyê derkeve. Ocalan bi peyamên xwe careke din peyamên çêker dan û xwest ku pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. Peyamên Ocalan ji bo pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye bersivek.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn di 2’yê gulana îsal de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kir. Di 22’yê gulanê de jî parêzeran hevdîtina duyemîn pêk anî. Lê di demekî ku rê li ber hevdîtinên li Îmraliyê vebûn de dewleta tirk li başûrê Kurdistanê li dijî herêma Xakûrkê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Têkildarî mijarê berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlementerê Amedê Hişyar Ozsoy ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Omer Akin re axivî.

Hişyar Ozsoy anî ziman ku ji salên 80’an heta niha dewleta tirk her tim li derveyî sînorên xwe êrîşên hewayî û bejahî pêk tîne. Ozsoy wiha domand: “Lê tu encam bi dest nexistin. Dê bi dest nexin jî. Hikûmet dixwaze dengên nijadperestan bigire û ji ber vê jî operasyona li derveyî sînor ji bo hilbijartina Stenbolê weke reklam bikartîne.”

‘Divê civak nekeve nava rehawetê’

Ozsoy got ku çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê hatine pêşxistin bi ser ketine û ev tişt anî ziman: “Bi awayekî qismî be jî tecrîd hate şikandin. Tecrîd ji xwe pêkanînekî hiqûqî û exlaqî nîne û divê nedome. Belê rast e li ser banga birêz Ocalan çalakî bi dawî bûn lê divê civak nekeve nava rehawetê. Vînek derket holê û qismekê tecrîdê rabû. Lê divê di hêla siyasî de têkoşîn xurtir bibe û xwedîderketin hebe. Ger civak bikeve nava rehawetê û siyaset teng bibe, dibe ku rewşa heyî xerabtir bibe. Divê civaka me bi lez û beztir xwe birêxistin bike.”

Wateya peyamên Ocalan

Di berdewamê de jî Ozsoy bal kişand ser peyamên Ocalan û ev nirxandin kir: “Ocalan her tim bi rolekî avaker radibe û peyamên erênî dide. Bi peyamên xwe yên dawî jî xwest pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin û bal kişand ser rewşa li hundir û li Rojava. Hêvîdarim li van peyaman wateyekî bar bikin. Ji ber ku di hêla dîplomasî û aboriyê de rewşa Tirkiyeyê ne tu rewş e. Ocalan, pêkhatina aştiyeke birûmet pêşniyar dike û bang li hemû derdoran dike. Dixwaze her kes xwe li ber çavan derbas bike û ji bo pêşîlêgirtina pêvajoya xwînî, şert û mercên muzakere û diyalogê bên afirandin. Peyamên Ocalan ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye bersivek.”

Hilbijartina 23’yê Stenbolê

Herî dawî jî Ozsoy wiha got: “Dibe ku piştî hilbijartina 23’yê hezîranê dînamîkên siyasî yên Tirkiyeyê biguherin. Divê kes nebêje rê li ber siyasetê nayê vekirin. Divê mirov ewqas jî neyînî nefikire lê divê bendewariyên mezin jî nebin. Ger ku civak di hêla demokrasî û siyasetê de xwedî vîneke xurt bûya, dibûya ku ji bo aştiyê gavek bihata avêtin. Ger civak û derdorên cuda bi ser dewletê de neçin, dewlet rewşa heyî dê bidomîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar