Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ozturk: Em di 4’ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ji bo roja jidayikbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Divê her kes berê xwe bide Amarayê û careke din peyamê bide îqtidarê."

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), tevî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh na pêr têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 73’yemîn rojbûna wî daxuyanî dabûn û gotibûn “Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve”. Dê di çarçoveya çalakiyan de li hin deran dar bên danîn û ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meş bê li darxistin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Ozturk, bal kişand tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Îqtidar dixwaze gelê kurd Ocalan ji bîr bike.” Ozturk, destnîşan kir ku di navbera gelê kurd û Ocalan de pêwendiyeke pir xurt heye û ev yek li qadên 8’ê Adarê û Newrozê careke din berbiçav bûye. Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Îmraliyê tecrîdeke ku lit u devera cîhanê tune, heye. Me gelek caran anî ziman ku tecrîd pêkanîneke dijmirovî û îşkence ye. Li hemberî vê berxwedaneke dîrokî ya Ocalan jî heye. Kesên tecrîdê giran dikin divê baş zanibin; dê nikaribin gelê kurd û Ocalan ji hev evqetînin. Ger gelê kurd bedenek be, birêz Ocalan jî ruhê wê bedenê ye. Bedeneke bêruh ne pêkan e. Gelê me hay ji vê rastiyê heye. Îqtidar tecrîdê giran dike û bi vê re ji Ocalan re dibêje, ‘Lê biner tu li virê bi tenê mayî.’ Lê kurdan di 8’ê Adarê û Newrozê de xwedî li Ocalan derketin û peyameke xurt dan îqtidarê.”

Ozturk, destnîşan kir ku bi milyonan kesên ku qad tije kirin hin peyam dane siyaseta kurdî jî. Ozturk, bilêv kir ku gel ev peyam daye: “Lê binerin tevî her tiştî em li pişta we ne. Em heya dawiyê bi we re ne. vê piştgiriyê bibînin û ji bo bidawîkirina tecrîdê em têkoşînê bilind bikin.”

Ozturk, anî ziman ku divê îqtidar û muxalefet dengê bilind dibe bibihîsin û wiha got: “Qadan bersiva hemû liv û tevgerên krîmînalîzekirinê û şerê taybet ên li hemberî sazî û partiyên kurdan jî da. Milynan li qadan nîşan da ku dê ev êriş bi ser nekevin. Ji xebatên terorîzekirinê re gotin ‘hûn nikarin bi ser bikevin.’ Ji muxalefetê re jî gotin, ‘konetiyê neke.’ Muxalefet dibêje, ‘ez ê meseleya kurdî çareser bikim’, lê ji bo tecrîda dijî mirovahiyê tiştekî nabêje. Hesabekî wiha li hev dernayê. Ev ehsabekî jirêzê ye, dê were li sûrên Amedê biqelibe. Milyon ji muxalefetê re dibêjin, ‘hûn dibêjin demokrasî, azadî, aştiyeke birûmet, lê divê hûn zanibin rêya vêya di Îmraliyê re derbas dibe. Û muxatab jî Ocalan e.”

Di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve

Ozturk, diyar kir ku bi peyamên di Newrozê de hatine danîn ber bi 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Ocalan ve diçin û got: “8’ê Adarê û Newroz ji bo me çiq as girîng be, 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Ocalan jî ew qasî ji bo me girîng e.” Ozturk, ji bo çalakiya dê li gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bûye bê lidarxistin bang kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi milyonan kes ji bo Ocalan dibêjin, ‘Ocalan vîna min e.’ Dewlet jî bi kûrkirina tecrîdê re dixwaze heyfê ji Ocalan bistîne. Ji lew re îqtidar ji Ocalan re dibêje, ‘Te axa mirî ya li ser vî gelî rakir.’ Niha bi vê tecrîdê dixwazin heyfê bistînin. Gava dengê Ocalan digihê civakê, em baş dizanin bê atmosfera Tirkiyeyê çawa diguhere. Me pêvajoya 2013-2015’an dît. Îja ger azadiya wî ya fizîkî pêk bê, dê çi bibe? Ocalan, navnîşana hêvî, aştî û demokrasiyê ye. Azadiya fizîkî ya Ocalan, tê wateya çareserkirina hemû prisgirêkên Tirkiyeyê. Gelê kurd tevî hemû êrişên 7 salên dawî cardin peyameke xurt da. Lewma divê gelê me berê xwe bide Amarayê û careke din peyamê bide îqtidarê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar