Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ozturk: Ji bo yekitî û kongreya neteweyî nûnerên Başûr bi me re hemfikirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku şandeya wan li Başûr bi dilgermî hatiye pêşwazîkirin. Ozturk diyar kir ku di şertên heyî de ji bo kurdan a herî girîng ew e ku yekitiya xwe ava bikin û kongreya neteweyî li dar bixin. Ozturk da zanîn ku nûnerên Başûr jî di vê mijarê de bi wan re hemfikirin

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Berdan Ozturk têkildarî serdanên wan ên li Herêma Federal a Kurdistanê û geşedanên dawî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Berdan Ozturk anî ziman ku gelê kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di serdemên dîrokî re derbas dibin û wiha axivî: “Plansaziya hevdîtinên li Başûr ji berê ve hatibû kirin lê ji ber geşedanên li Bakur hatibû paşdexistin. Hemû polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê li ser tunekirin û înkarkirina kurdan in. Tirkiye bi navê operasyona ‘Pençe, Pençe 1, 2 û 3’ xaka Başûr dagir dike. Di sala 2003’yan de li Başûr du qereqolên Tirkiyeyê hebû niha hejmara qereqolan bûye 36.”

Serdan gelek girîng hate dîtin

Ozturk destnîşan kir ku Rojava jî di heman rewşê de ye û wiha domand: “Li ser xeta sînor çekên giran hatine bicihkirin. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê naxwaze kurd bibin xwedî kevirek jî. Ji bo vê jî di hemû aliyan de êrîşî kurdan dike. Duh Efrîn dagir kirin, ji xwe pêvajoya referandûma Başûr li holê ye. Tirkiye li ber çavên tevahiya dinyayê gef li Başûr xwar û deriyê sînor girtin. Hişmendiya ku Efrîn dagir kir, a ku hewl dide Başûr dagir bike û ya ku qeyûm tayînkirin, heman hişmendî ye. Di serdana me ya Başûr de ev mijar bi temamî hatin nîqaşkirin. Birêz Mesûd Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Mansûr Barzanî û Berhem Salîh ev yek bi dilgermî pêşwazî kirin û ev serdan gelek girîng ditîn.”

Başûrî geşedanên li Bakur jinêzve dişopînin

Di berdewamê de jî Ozturk da zanîn ku hikûmeta Başûr pêşketinên li Bakur ji nêz ve dişopîne û wiha pê de çû: “Operasyonên siyasî berdewam in. Nêzî dehezar endamên HDP’ê hatin girtin. Dîsa li ser KCD’ê weke herdemê êrîş hene û du roj berê li Wanê jî endama dîwana me hate binçavkirin. Başûr jî van êrîşan dibîne û ji nêz ve dişopîne. Di hevdîtinan de me ev yek nirxand. Li dijî eniya faşîst divê li Tirkiyeyê em eniya demokrasiyê xurt bikin. Eniya demokrasiyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girînge û pêwîst e. Ger ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê AKP Tirkiyeyê li ber tarîbûnê ve bibe. Yan faşîzmê yan jî dê demokrasiyê hilbijêrin.”

‘Tekane tiştê pêwîst yekitiya kurdan e’

Ozturk got ku AKP-MHP bi şer dixwaze emrê xwe dirêj bike û wiha dom kir: “Ger ku şer û alozî bi dawî bibe, tiştekî bi navê AKP û MHP’ê namîne. Ji ber vê jî ji HDP û saziyên kurd hêviyeke mezin heye. Armanca me ya sereke ew e ku li  Tirkiyeyê eniya demokrasiyê xurt bikin û li çar aliyên Kurdistanê jî yekitiye neteweyî ava bikin. Di demekî ku li ser destkeftiyên kurdan ewqas êrîş pêk tên de lidarxistina kongreya neteweyî nebe nabe ye. Kurd divê di her alî de yekitiya xwe ava bikin. Ji ber rewşa me ya parçeyî li ser me êrîş çê dibin. Li Rojava, Başûr û Bakur êrîş hene. Kurd xwedî wê hêzê ne ku pêşî li van êrîşan bigirin. Me mînaka vê di şerê li dijî DAIŞ’ê de dît. Tekane tiştê pêwîst, yekitî ye.”

Nêrîna başûriyan a ji bo yekitiyê

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got ku weke KCD’ê peywîra wan a yekemîn li darxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e û wiha derbirî: “Ji bo kongreyê şert û merc ji demên berê guncavtirin. Her kes bi vekirî êdî dijminatiya xwe ya li dijî kurdan radigihîne. Yekitiya kurd, îro ji bo partî yan jî saziyekê nîne. Ji bo xelkên Kurdistanê ye. Êrîş li ser nasnameya kurdî tê kirin.  Divê her partî û rêxistinên kurd bîrdozî û berjewendiyên şexsî bidin aliyekê û ji êrîşan re bibin bersiv. Hikûmeta Başûr jî got ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi yekitiya neteweyî pêkane. Me jî got ku ger Bakur û Başûr yekitiya xwe ava neke û nebe xwedî statû, dê ev pirsgirêk sedsalên din jî bidome. Em ê sedsalên din jî winda bikin. Di vê mijarê de nêrîna me yek bû. Tu alî ji derveyî yekitiyê tişteke cuda naxwazin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar