Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ozturk: Roj roja yekitiya li dijî dagirkeriyê ye

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke êrîşa dagirkeriyê nirxand û wiha got: “Roj roja yekitiyê ye. Ev ne tenê meseleya Rojeva ye.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk, bertek nîşanî êrîş û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev operasyon weke hewldana dagirkeriyê nirxand.

Ozturk diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê êdî nihare tu tiştekê ku pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bike û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê, di qadên aborî, civakî û siyasî de, ji hal ketin, qedandin û helandin heye. Ji ber vê ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, li ser dijminantiya gelê kurd, êrîşî kurdan dike û bi vê yekê dixwaze dewam bike. Tişta îro li Rojava dibe dagirkeriye û hewldana dagirkeriyê ye. Divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî şer dengê xwe bilind bikin.”

‘Tirkiyeyê ber bi pêşerojek tarîve dibin’

Ozturk da zanîn ku heya  niha bi tu awayî Tirkiye ji aliyê Rojava ve  nehatiye tehdîtkirin û wiha got: “Ji bo ku AKP xwe xelas bike û desthilatdariya xwe dewam bike, Tirkiyeyê ber bi pêşerojek tarîve dibe. Lê gelên li Tirkiyeyê şer naxwazin. Niha hucreyên DAIŞ’ê yên razayî ji nû de şiyar bûn û dest bi êrîşê kirin. Tirkiye dibe sedem ku çeteyên hovane yên DAIŞ’ê carek din derbikeve holê. Divê hêzên navneteweyî jî li dijî van êrîşan bikevin nava tevgerê.”

‘Roj roja yekitiyê ye’

Ozturk dest nîşan ku di demek wiha de herî zêde pêdivî bi yeketiyê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû destkeftiyên kurdan niha dibin êrîşan dene. Me di referanduma Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê de ev yek baş dît. Ji bo vê îro roj roja yekitiyê ye. Ev ne tenê meseleya Rojava ye. Bi van êrîşan dixwazin hemû gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn tune bikin. Îro Rojava ye sibe wê dûr were Başûrê Kurdistanê. Divê hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn bertekên xwe nîşan bidin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar