Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ozyîgît ê 75 salî di hucreya yekkesî de ye

Li Tirkiyeyê ji ber her roj zêdeyî hezar mirov bi vîrusa koronayê dikevin û zêdeyî 20 kes bi vîrusê dimirin, li girtîgehan jiyana girtiyan jî dixe bin rîskek mezin. Li gorî daneyên fermî heta niha li Tirkiyeyê 214 hezar û 993 mirov bi vîrusê ketin û 5 hezar û 402 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Ji ber vîrusê girtîgeh di rîskê de ne. Li gorî raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Ji 2019’an heta niha bi giştî 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Yek ji girtiyê nexweş jî Ramazan Ozyîgît ê 75 salî ye. Ozgîyît  29 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ye. Ozyîgît di sala 1991’an de bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê’ hate girtin û heta niha 8 caran ji girtîgehan hatiye sirgûnkirin. Ji ber nexweşiyên xwe 7 caran hatiye emeliyatkirin. Ozyîgît niha di hucreyê de dimîne û nikare bi tena serê xwe bijî.

Hevjîna Ozyîgît Şerîfe Ozyîgît bal kişand ser rewşa hevjînê xwe û wiha got: “Di malê de ser karê xwe bû. Bi bêbextiyan hat girtin. Dema ku hatî girtin, zarokên min biçûk bûn. 29 sal in bêqanûnî girtî ye. Nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Heta niha heft caran emeliyat bû. Bi nexweşiyên kronîk e. Raporên ku ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ hene. Ligel raporê nayê berdan. Deng naçe wî. Gelek nexweşî pêre hene. Mirovekî 75 salî û nexweş nikare di şertên girtîgehê de bijî. Her tim radikin nexweşxaneyê. Di hucreyê de tê girtin.”

‘29 sal in li ber deriyê girtîgehan in’

Ozyîgît bal kişand ser nexweşiyên hevjînê xwe û wiha lê zêde kir: “Nexweşiya şekir, dil, tansîyon û gurçîkan pêre heye. Divê xwarina li girtîgehê nexwe. Nexweş e û nikare her xwarinekê bixwe. Tevî hemû daxwazên wî rêveberiya girtîgehê xwarinanan naguherîne. Di her hevdîtinê de dibêje ‘Xwarina me bê xwê ye, bê rûn e ez nikarim bixwim’. Şertên girtîgehê bêtir nexweşiyê zêde dike. Mirovê saxlem jî nikare lê bimîne. Nexweş dê çawa bimîne? Heta niha sirgûnî gelek girtîgehan kirine. Ji Erzirûmê heta Îskenderûnê li gelek girtîgehan maye. 29 sal in em li ber deriyên girtîgehan in. Gelo kaleke 75 salî wê zirareke çawa bide dewletê? Ji ber ku derfetên me ninin, em nikarin biçîn hevdîtinan. Nêzî salekê ye neçûme hevdîtinê. Ji ber vîrusê parezer jî nikarin biçin. Rewşa wî ya dawî  çawa ye nizanim. Pere tune ye ku em jê re derman bikirin.”

 Bila demildest bê berdan

Ozyîgît herî dawî xwest hevserê wê demildest bê berdan û wiha bi dawî kir: “Nexweş e û rewşa wî giran e. Divê demildest bê berdan. Heger neyê berdan nikare li girtîgehê bijî. Ji encamên neyînî dewlet berpirsyar e. Em naxwazin di girtîgehê de bimire. Bila girtiyên nexweş û kesên ku rewşa wan xetere ye bên berdan.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar