Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PADÊ: Armanca Erdogan tunekirina civaka êzdî ye

Desteya Rêveber a PADÊ’yê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta tirk a li dijî Şengalê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Armanca rasteqîn a dewlet tirk tunekirina civaka êzdî ye. Faşîst ê dîktator Erdogan xelîfeyê DAIŞ’ê ye û hêza xwe jî ji bêdengiya NY, dewletên ewropî, dewletên îslamî û Iraqê digire.”

Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li ser êrîşa hewayî ya artêşa tirk a li Şengalê ku di encamê de 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku yek ji şehîdan fermandar Zerdeşt Şengalî bi ked û fedakariya xwe xizmetên pîroz ji civaka êzdiyan re kiribû û ji bo tola êzdiyan tev li hemû hemleyên li diji DAIŞ’ê yên li Rojava bû û bi dehan keç û zarokên êzdiyan ji destê DAIŞ’ê rizgar kir.

Daxuyaniya PADÊ wiha dom kir:

“Dewleta tirk a faşîst a dîktator Erdogan bi alîkariya kurdên xayin hovîtiya xwe nîşan da. Armanca ji van êrîşan ew e ku êzdiyan ji xaka wan dûr bixînin. Dewleta tirk îdia dike ku ‘Li herêmê PKK heye.’ Lê hemû cîhan dizane ku ev îdia derew e û armanca êrîşan tunekirina civaka êzdî ye. Ji dema Osmaniyan ve bi dehan caran ferman li êzdiyan hatin kirin. Gelo wê demê jî li vir PKK hebû?

Em ê li dijî êrîşan serî netewînin

Daxwaza rasteqîn a dewleta tirk tunekirina civaka êzidî ye. Em bang li tevahiya civaka êzdî û gelê kurd dikin ku li hemberî van hovîtiyên dewlata tirk û dîktator Erdogan bêdeng nemînin. Em bang li xort u keçên êzdiyan dikin ku YBŞ’ê tenê nehêlin û li şehîden 73 fermanan xwedî derkevin. Li Şengalê xwedî derkevin û daxwazên xayînan pêk neynin, bi rexistinkirina xwe bersiv bidin dijminan. Divê em dijminên xwe nas bikin ku dixwazin bi van êrîşan me bitirsînin û serê me bitewînin. Em vê siyaseta qirêj qebûl nekin, bi helwest û tevlêbûna xwe ya nav refên YBŞ’ê bersiva van êrîşên dijmin û neyaran bidin.

Bêdengî hêz dide dîktator Erdogan

Heke Neteweyên Yekbûyî (NY), DYA, dewletên ewropî, dewletên îslamî û dewleta Iraqê li hemberi van êrîşên dewleta tirk bêdeng bimînin, dê bê wateya ku ev hêz ji qirkirina êzdiyan re çavê xwe digirin. Lewre Erdoganê dîktator ji bêdengiya we hêz digire.

Em bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî hemû êrîşên dewleta tirk a dagirker û faşîst bi tundî şermezar dikin. YBŞ, hêza fermî ya parastina êzdiyan e û ev ji aliyê dewleta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye pejirandin. Çawa dibe ku dewleta Iraqê li hemberî êrîşên hêzeke fermî a girêdayî hikûmeta Iraqê bêdeng dimîne? Divê ev ji raya giştî re bê îzahkirin.

Tevahiya dinyayê dizane ku xelîfeyê DAIŞ’ê Erdogan e

Em li bendêne ku dewleta Iraqê helwesteke ku êzdiyan û mirovahiyê razî bike, nîşan bide. Tevahiya cîhanê dizane ku xelîfeyê DAIŞ’ê Erdogan e û bi DAIŞ’ê gef li hemû cîhanê dixwe. Divê bê zanîn ku heke bêdeng bimînin dê ev gef li wan derdoran vegere. Mînakên vê Rojava, Şengal û Libya li ber çavan e. Me hêj fermana li ser Şengalê, li bazaran firotina keç û zarokên êzdiyan jibîr nekiriye. Ji bo wê divê her kes li dijî van êrîşan bêdeng nemîne Lewre em ji bêdengiyê re dibêjin êdî bes e!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar