Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PAJK: 15’ê Tebaxê helwesta azadiya gelên têkoşer e

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û got: “Di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi pêngava gerîla re kete sala 40'î, bîranîn û mîrateya bi deh hezaran şehîdên me reh berdane Kurdistanê.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Di şexsê fermandarê efsanewî yê Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî hevrê Egîd de şehîdên me yên şoreşê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. 15’ê Tebaxê rabûna li ber înkarê, berxwedana li dijî zilmê û îradeya hebûnê ya li dijî qirkirinê ye. Fîşeka destpêkê ku bi pêşengiya fermandarê me Egîd li dijî koletiyê hate teqandin, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê afirand, jin gihand şoreşê û netewe dewlet ên mêtinger û sîstema serwer ji binî ve hejand.

Pêngava gerîla ya dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an 39 sal li pey xwe hişt û bi berxwedaneke mezin dest bi sala 40’î dike. Di nava 39 salan de girîngiya xwe ya dîrokî hîn baştir hate fêhmkirin û pêwîstiya pê bêhtir misoger bû. Di sala 39’an de derbên ku gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê li çeteyên AKP-MHP ên faşîst mêtinger xistin û çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê bi biryardariya bi serxistina sala 40’emîn dewam dikin. Em berxwedana mezin a gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin ku bi ruhê vejînê yê 15’ê Tebaxê rê nadin dijmin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi tecrûbeya gerîla ya 39 salan tevgera gerîla nû kirin, dewlemend kirin û li dijî her cûre taktîkên şer ên bêpîvan ên serdemê bi rengekî bêeman li ber xwe didin, hêviya azadiyê ya mirovahiyê ne.

Di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi pêngava gerîla re kete sala 40’î, bîranîn û mîrateya bi deh hezaran şehîdên me reh berdane Kurdistanê. Ya ku hişmendiya azadiyê daye jinên kurd û Rojhilata Navîn, ew ronî kiriye û rakiriye şoreşa civakî, xeta 15’ê Tebaxê ye. Ruh û îradeya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê sekna jiyaneke nû ya azad e. 15’ê Tebaxê helwesta azadiyê ya jin, ciwan û gelên berxwedêr e.

Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê bi roleke dîrokî rabû, berxwedana îro ya gerîla jî ji aliyê diyarkirina çarenûsa gelan ve xwedî heman rolê ye. Gerîlayê fedaîbûyî, gel ê fedaîbûyî afirandiye. Berxwedan ji çeperên gerîla derbasî nava civakê bû û gel bû hêmanê bingehîn ê şoreşê. Rastiya gel a ku bi pêşengiya gerîla şer dike, Kurdistanê kir malê rastiya Rojhilata Navîn û cihanê; jin û gelên ku li dijî sîstema kapîtalîst, faşîzm, neteweperestî, zayendîperestî û mêtingeriyê li ber xwe didin, gihand hev. Çemê bingehîn ê şaristaniya demokratîk careke din derketiye ser dika dîrokê. Têkoşîna ku bi pêşengiya jin û ciwanan sedsalê dike serdema azadî û demokrasiyê, hîn xurt bûye. Li dijî desthilatdariyên netewe dewlet û kapîtalîzmê, şensê serkeftinê yê gelan ji her demê zêdetir bûye. Em di wê serdemê de ne ku Rêber Apo bi gotina ‘Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê’ pênase kiribû. Asta êrîşan çiqasî giran jî be, wê bi biryardariya têkoşînê û baweriya azadiyê berxwedan bê kirin, li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî rêxistinbûn û çalakî bêne kirin û hêzên qirker faşîst bêne têkbirin. Lewma wezîfeya me ya bingehîn e ku em pêngava xwe ya şoreşgerî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bixînin.

Em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê li gelê xwe û hevrêyên xwe hemûyan pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar