Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

PAJK: Afirînerên têkoşîna azadiya jinan pîvana me ya serketinê ye

PAJK'ê diyar kir ku ala têkoşînê ya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' di destê jinan de bilind dibe, wê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê û got, "Em ê her tim afirînerên têkoşîna azadiya jinan bikin pîvana xwe ya serketinê."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ser malpera xwe ya înternetê https://pajk.org/ daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye: “Têkoşîna azadiya jinan, li ser hîmê bîr û baweriya jinan a bi serî rakirin, têkoşîn û serketinê bi pêş ket. Jinên ji têkoşînê re pêşengî kirin li hemberî zihniyeta mêr şer kirin û xeta jiyana azad pejirandin. Di oxira wê jiyanê de bi têkoşînê bûne bersiv û berdêlên giran dan. Em di şexsê afirînerên roja jinên kedkar ên cîhanê roja 8’ê Adarê û pêşengên têkoşîna azadiya jinan Roza Luxemburg, Clara Zetkin, Sara, Evîn û Raperînan de tevahî jinên di xeta azadiya jinan de têkoşiyane û li ber xwe dan bi bîr tînin. Roja têkoşîna jinan 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

Zihniyeta serdest a mêr di şexsê jinan de, li ser civakê siyaseta qirkirin û mêtîngehkirinê ava kiriye. Bi bîrdoziya zilamtiyê di serî de şikandina îradeya jinan ji bo xwe kiriye hedefa pêşî. Ji bo civakê bixe bin desthilatdariya xwe û îradeya wê teslîm bigre her tim jin di şer, talan û êrîşên xwe yên hovane de kir hedef. Pergala desthilatdar a mêr-dewletê, li ser vê bîrdoziyê xwe ava kir û bû dijminê herî mezin yê jin û civakê. Her ku çanda zilamtiya paşverû li ser jin û civakê hat serwerkirin çanda şer, kuştin, tecewiz, qetlîam, bêexlaqî û bêwijdaniyê pêşket. Li hemberî pergala zilamtiyê û bîrdoziya wê ya zayendparêz jin û civak bi hilweşînekî mezin re rû bi rû hatin hiştin. Li hemberî vê ketina mezin û hilweşîner jin her tim têkoşiya û li ber xwe da. Di serdema niha de pergala modernîteya kapîtalîst, li hemberî têkoşîna jinan û rabûna civakê ya li dora jinan êdî ketiye pêvajoyekî tarî. Jin, di cîhana ku pergala kapîtalîst xwe lê serwer kiriye de têkoşîneke dîrokî dimeşîne.

Civaka azad bi têkoşîna jinan pêkan e

Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr, wê jin û civaka azad bi pêşxistina zanebûn û îrada azad, bi rêxistin û bilindkirina têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Civakeke azad a polîtîk û exlaqî jî dikare bi têkoşîna ku jin jê re pêşengiyê bike were avakirin. Ev erk û berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê her jinekê ku cihê xwe di nav têkoşîna hevpar de ye. Jin, dikare bi vê hişmendiyê li hemberî zihniyeta mêr-dewletê têkoşîna azadiyê bi serbixîne. Tekoşîna jinan, rêxistinî û hevgirtina jinan di roja îro de ji her demê zêdetir derfet bi dest xistiye. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hemberî serdestiya mêr û pergala wê ya desthilatdar serî radikin û têkoşîn dikin. Şiyarbûna jinan her ku pêşdikeve civak jî pê re şiyar dibe. Li rojhilatê Kurdistanê-Îranê serhildana civakî ya di pêşengiya jinan de ku ev şeş mehin berdewam dike bandora xwe li tevahî jin û civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku girîngî û bandora têkoşîna jinan çiqasî gerdûnî bibe ewqasî jin nêzî têkoşîna azadiyê ye.

Jin azadiya xwe di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin

Rêber Apo, di bin şert û mercên giran ê li girtîgeha Îmraliyê de paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinan pêş xist. Paradîgma û têkoşîna azadiya jinan a Rêbertiya me bi pêşxist di roja îro de, bandora xwe li jinên cîhanê û hemû mirovahiyê dike. Têkoşîna jinên kurd, îro bi saya vê keda mezin a Rêbertiya me da ye hêvî dide jinên cîhanê û hemû mirovahiyê. Jinên cîhanê azadiya xwe û ya cîhanê di paradîgma Rêber Apo de dibînin. Her ku keda Rêbertiya me ji bo azadiya jinan da ye berhemdar dibe hîmê şoreşa jin û civakê bi hêztir dibe.

Jin ji bo mirovahiyê têdikoşin

Wê mirovahî di sedsala 21’emîn de bi pêşengî, rêxistinî û hevgirtina jinan têkoşîna azadiyê bi ser bixîne. Jin û çîna kedkar di sedsala 19-20’emîn de ji bo bi destxistina mafên xwe yên neteweyî têkoşiyan û berdêlên mezin dan. Jinan bi vê têkoşînê gelek mafên xwe bi dest xistin lê pirsgirêkên jinan bi destxistina van mafan re nehatin çareserkirin. Ferqa mezin a têkoşîna di wê demê de hat dayîn û ya sedsala 21’emîn ew jin êdî ji bo şoreşa mezin ya jinan û mirovahiyê pêk were têdikoşin. Pergala serdest a mêr ji lewra îro li hemberî rabûna jin û civakê di nav bê çaretiyekî mezin de dijî, ev jî bingeha xwe ji vê ferqê digire. Her ku diçe têkoşîna jinan karekterê xwe yê cîhanîbûnê diyarker dike. Ji bo cîhanekî azad û wekhev ava bibe jin têkoşîn didin meşandin. Ji bo çanda jiyana azad û felsefeya wê pêşbikeve jin li ber xwe didin.

Ala têkoşînê ya bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ di sedsala 21’emîn de, di destê jinan de bilind dibe, ew ê teqez bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê. Ev dema em tê de ne ji bo tevahî jinên cîhanê ji her demê zêdetir nêzî pêkanîna jiyana azad e. Em ê wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê, tim û daîm afirînerên têkoşîna azadiya jinan bikin pîvana serketina têkoşînê. Di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya jinan têkoşînê bilindtir bikin.

Li ser vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinan dikin bila cihê xwe di nav têkoşîna hevpar ya jinan de bigrin. Ji bo her roj bibin rojên têkoşîn û azadiyê, ji bo şoreşa jinan civakî û gerdûnî bibe divê em têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistiniya xwe bi hêz bikin û destketiyên şoreşa jinan biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar