Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

PAJK: Bêrîtan xeta berxwedanê û pîvana jiyana azad e

Koordînasyona PAJK'ê di salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de got ku şehîdên azadiyê li dijî komplo, xiyanet û dagirkeriyê bi berxwedaneke bi heybet pêşî li şoreşa jinê vekirin û wiha domand: “Rastiya Bêrîtan berxwedaneke normal nîne, felsefeyeke û pîvaneke jiyanê ye. Xeta yekane ya berxwedana jinê û pîvana jiyana azad e."

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25’ê cotmeha 1992’yan de li dijî xiyaneta PDK’ê şer kir û ji bo teslîmî xiyanetê nebe xwe ji zinar avêt û şehîd bû. Koordînasyona PAJK’ê di 31’emîn salvegera şehadeta Bêrîtan de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Meha cotmehê weke dema ku xeta lehengiyê ya tevgera me ya azadiyê hate afirandin, ku li dijî xiyanet, komployê pêşî li hişyarbûna mezin a jinê vekir, milîtanî û fermandariya wêrek a artêşbûna jinê û helwesta şoreşgerî hate afirandin, cihê xwe di hiş û mejiyê civaka kurd de girt.

Di şexsê hevrêyên me Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gûrbetellî Ersoz), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Zinarîn (Selma Dogan), Canda (Sanem Sertap Golge), Hêlîn Çerkez (Nermîn Akkûş), Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Guler Otaç), Rewşen (Leyla Kaplan), Rojbîn Ereb, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Rojîn Gewda, Arîn Mîrkan de ku li dijî komplo, xiyanet û dagirkeriyê bi berxwedaneke bi heybet pêşî li şoreşa jinê vekirin, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê armancên wan ên azadiyê bi şoreşa jinê tacîdar bikin. Hevrêyên xwe yên ku li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn fedaî, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev ruhê ku li dijî komplo û xiyanetê têkoşîna me bi pêş ve bir, wê komployê û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bike.

Bêrîtan rêya artêşbûna jinan vekir

Meha cotmehê di heman demê de meheke ku ems alvegera artêşbûna jinê pîroz dikin. Hevrêya me Bêrîtan di 25’ê cotmeha 1992’yan de xeta şer û berxwedanê ya bi rengê jinê nîşan da, teslîmî nokeriyê nebû û bû abîdeyek. Artêşbûna jinê ji bo bîranîna hevrêya me Bêrîtan di sala 1993’yan de hate ragihandin. Îradeya Bêrîtanbûyî artêşbûneke mezin a gerîla ya jinê afirand. Hevrêyên me yên ku bi şerê di oxira azadiyê de bedew bûn, mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Em salvegera 31’emîn a artêşbûna xwe ya jinê li jinan, gelê me û hemû hevrêyên me yên li eniya şer hesabê dîrokî dipirsin, pîroz dikin.

Hişmendiya azadiya jinê ya ku Rêber Apo afirand, bi rastiya jiyan û berxwedanê ya Bêrîtanan şênber bû. Şerê jinê yê Bêrîtanbûyî bû çavkaniya bingehîn a artêşbûna jinê û şoreşa jinê. Çavkaniya ku ev berxwedana mîna agir şewitîner, mîna zinaran tûj e, rê li ber hişmendiya azadiyê ya jinê ya bêhempa, artêşbûn, rêxistinbûn û partîbûna jinê vekir. Jin ên kurd veguheran hêza bingehîn a pêşengiyê ji şoreşê û azadiya civakî re dike. Lewma rastiya Bêrîtan berxwedaneke ji rêzê nîne, felsefeyeke, pîvaneke jiyanê ye. Pîvana jiyana azad, xeta yekane ya berxwedana jinê ye. Şopdarên fermandara mezin hevrê Bêrîtan, îro bi heman bawerî û biryardariyê li dijî dagirkerî, xiyanet, mejiyê serwer ê mêr û hêzên komploger di nava têkoşîneke bêeman de ne. Lewma îradeya civakî ya ku serî li ber êrîşên qirkirinê natewîne, berhema jin a kurd e ku di oxira azadiyê de bûye fedaî.

Hevkariya qirêj a PDK û dewleta tirk bi êrîan berdewam dike

Tifaqa qirêj a dewleta tirk-PDK’ê ku sala 1992’yan li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêk hat, heta niha jî dewam dike û komploya 9’ê Cotmehê xwe dispêre vê rastiyê. Hevkariya dewleta tirk-PDK a niha, êrîşên qirkirinê yên li tevahiya Kurdistanê têne kirin ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê û dewamkirina komployê ne. Tifaqa qirêj a ku sala 1992’yan kete dewrê, îro berfireh bûye û li Bakur, Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê dewam dike.

 

Rastî û xeta berxwedanê ya fermandara mezin hevrê Bêrîtan îro hîn bêhtir di asta dîrokî de girîng e. Li dijî mejiyê serweriya mêr, dagirkerî û xiyanetê helwesta bi rengê Bêrîtan ji her demê bêhtir derbasdar e. Em ê xeta Bêrîtan li Kurdistanê civakî bikin û xiyaneta PDK’ê û qirkeriya dewleta Tirk a faşîst têk bibin. Em ê bi serdema jinên ji bo azadiyê bi rengê fedaî şer dikin û li ber xwe didin, şoreşa jinê bi ser bixînin.

Şerê topyekun li ser jin û civakê tê ferzkirin

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê bi lez bela dibe, tundiya mêr-dewletê li ser hemû civakan ferz dike. Mejiyê desthialtdariya serweriya mêr bi şerê hegemon ê li ser esasê zayendîperestî, neteweperestî û olperestiyê, qirkirina civakê pêk tîne. Ev yek bi rengê herî şênber li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê dîtin. Şerê topyekûn ê li jinan û civakê tê ferzkirin nabe ku weke ‘şerê azadiyê’ bê nîşandan. Şerê navbera hêzên hegemon ên kapîtalîst û hêzên statukoparêz, olperest û paşverû yên herêmê yên ji Tirkiye û Îranê piştgiriyê werdigirin, şerê parvekirinê ye ku bi kêrî berjewendiyên jinan û gelan nayê.

Li hemberî şerê qirêj helwestan xwe zelal nîşan bidin

Dixwazin ku têkoşîna gelan a bi pêşengiya jinê li Rojhilata Navîn ber bi şoreşa demokratîk ve dimeşe, bifetisînin. Li şûna mîrateya berxwedanê û xeta azadiyê ya xwe dispêre pêşengiya şoreşgerî, dixwazin ku netewe dewletperestiyê, neteweperestiyê, olperestiyê û xeta zayendîperestiyê serwer bikin. Tê xwestin ku gel û jin di bin zexta tundiyê de bêne hiştin û rê û qadên azadiyê bêne tunekirin. Ji bo me jinan gelek sedem hene ku em hîn mezin xwe bi rêxistin bikin û şer bikin. Em hêza çete ya Erdogan-DAIŞ-Huda Parê, êrîşên faşîst ên Netanyahû û êrîşên paşverû û olperest ên Hamasê mehkûm dikin. Em bang li jinan û gelan hemûyan dikin ku li hemberî vî şerê qirêj helwestê nîşan bidin. Li dijî şerê hilweşîner, bêexleq ê li her qadê bi aqlê mêr tê kirin, em ê bi aqil û hêza jinê bikevin nava liv û tevgerê û komploya ku li ser civakê tê ferzkirin, têk bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar