Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PAJK: Em ê sala 2022’yan bikin sala azadiya Rêber Apo

PAJK'ê ji bo salvegera 23'an a 15'ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: “Em ê sala 2022'yan bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) ji bo salvegera 23’an a 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî da.

PAJK’ê komploya li ser şermezar kir û diyar kir ku dê sala 2022’yan teqez bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û planên nûkirina komployê pûç bikin.

Daxuyaniya PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Em salvegera 23’yan a komploya hêzên navnetewî ya li hemberî Rêberê me bi hêrsekî mezin şermezar dikin. Bi hesap pirsînekî dîrokî ya ji van hêzên ku di plangeriya komplo de cih girtine em dikevin sala 24’an ya komployê. Di şexsê M. Halît Oral û Aynûr Artan de ku bi Rêber Apo re rêhevaltiyekî dîrokî kirin, rastiya komplo zûtirîn hîskirin û li hemberî komployê çalakî kirin, tevahî şehîdên bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ çalakî pêk anîn bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Dîsa em di şexsê fermandar û lehengê mezin Şoreş Beytûşebab de tevahî qehremanên di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ de li Garê, Zap, Metîna û Avaşînê bi ruhê fedaî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê bi bêrîkirin û heskirin bi bîr tînin. Em Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê biryardariya xwe ya geşkirina têkoşînê û bi hêzkirina pîvana jiyana azad a di xeta berxwedanê de tînin ziman. Em Rêber Apo ku li dijî komplogeran berxwedana dîrokî dike, zanebûna têkoşînê da me, derfet û hêza wê da me silav dikin.

Rêber Apo bi kesayeta xwe ya dîrokî, bi têkoşîn û berxwedana mezin a ku di nîv sedsalê de tê meşandin û mezin dibe heqîqeta mirovê azad û dîroka hebûna kurdbûnê ji nû ve vejand. Ji bo zayîna sêyemîn têkoşînekî dîrokî danî, pîvana têkoşînê jî jiyana azad, xeta berxwedanê û ruhê fedaî bû. Dîsa mîsogeriya azadiya jinan û pêşxistina rastiya wan a xwedawendiyê bû. Hêzên kapîtalîst, hegemonîk yên rojavayî û dewletên paşverû li herêmê meşa dîrokî ya Rêberê me ku li ser vê bingehê da dest pê kirin, ji bo pergala xwe wekî pêvajoya tunebûnê dîtin û bi komployê bersiv dan vê heqîqeta mezin. Bi rêbaz û kirêdiya zihniyeta mêr-dewlet Rêber Apo dîl girtin. Bi dîlgirtina Rêberê me, dîlgirtina doza gelekî û tunekirina têkoşîna azadiyê ya jinan hatibû armanc kirin lê bi ser neket.

23 sal in Rêber Apo li îşkencexaneya Îmraliyê, bi tecrîd û îşkenceyekî giran re rû bi rû ye. Di nav van şertan de, şerê herî mezin ê serdemê li hemberî komplogeran dide. Pergala Îmraliyê pergalekî tenêbûna teqez e. Komplo û plangeriyên li hemberî Rêber Apo danîn, îtirafa tirsa ji nasnameya jinên berxwedêr û mirovên azad e. Rêberê me pergala Îmraliyê bi pêşdîtinên xwe yê dîrokî û siyasî girt dest bi van tespîtan bi nav kir ‘Sîstema Îmraliyê ji aliyê sîstem/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê sîstemê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin. Ji destpêka vê pêvajoyê ve înîsiyatîf di destê DYE’yê de ye, Îngilistan û Îsraîlê roleke girîng lîstine.’ Divê werê zanîn li ser Rêberê me zexteke mezin heye. Di sala 23’an de tecrîd û zextên li ser Rêber Apo hîn girantir bû. Bi cezayê ku li ser hev hatin dayîn tê famkirin Rêber Apo li hember tecrîda girankirî û zextan bi berxwedanê bersiv daye. Em jin, milîtanên partî û gel li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me tê ferzkirin hêrs û têkoşîna xwe geştir bikin. Fêmkirin û hîskirina şerê Rêber Apo li Îmraliyê, şertê bingehîn ê jiyana azad e. Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana dîrokî ku mînaka wê li cîhanê çênebûye bersiv da komlogeran û bi fedakariyekî bê hempa pûç kiriye, pêvajoya Îmraliyê kiriye bingehê zayîna sêyemîn, pergala Netewa Demokratîk a li ser hîmê Modernîteya Demokratîk ava kiriye.

Paradîgmaya Rêber Apo ji krîzên Rojhilata Navîn û pergala kapîtalîst a hegemon çareseriyê pêşkêş dike. Fikir û parêznameyên Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêka gelê kurd, ji bo tevahî pirsgirêkên jin-civak-mirovahiyê, ji bo Rojhilata Navîn û xelasiya cîhanê alternatîf in. Di ser asta cîhanê de êdî fikir û paradîgmeya Rêberê me bi eleqeyekî mezin tê lêkolînkirin, xwendin û nîqaş kirin. Daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, êdî ne tenê daxwaza gelê me û jinên kurd e, ya hemû mirovahiya azadîxwaz e. Di sala 23’yan a komployê de têkoşîna ku li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo pêşket heqîqet û kesayeta dîrokî ya Rêberê me îfade dike. Li ser bingehê vê rastiyê paradîgmeya Rêber Apo çiqas bi jiyanî bibe û fikrên wî werin pêk anîn, wê tecrîda mitleq were parçekirin, pergala îşkenceyê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî mîsoger bibe.

Hêzên navneteweyî yên komploger ji bo îradeya kurdên azad bişkînin, hêza ku pêşengî ji têkoşîn û tevgera Apoyî re dike jin û ciwanan teslîm bigire, ji nirxên têkoşînê dûr bixîne, bê bawer bike şerekî topyekûn, siyasetekî qirêj a pir alî xistin meriyetê. Planên nû yên qirêj ji bo nûkirina komplo xistine dewrê, ji vê jî şerekî bi xwînxwarî dikin. Bêdengiya li dijî qetilkirin û hedefgirtina kurdên azad û jina berxwedêr berdewamiya temam kirina komploya navneteweyî ye. Li hemberî israra Rêber Apo ya di xeta berxwedanê û pêşxistina têkoşînê, sekna gelê me yê welatparêz, jinên têkoşînvan û tevgera azadiyê dewleta tirk a qirker bi pêşengiya faşîst Erdogan-Bahçelî û PDK’ê bi stratejiyekî nû şerekî qirêj li Kurdistanê dimeşînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi piştgiriya hêzên navneteweyî ya siyasî û kirîna her cure çekan ne tenê li dijî Bakur, Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî topyekûn di sala 2021’an de danîn. Rêjîma qirker a AKP-MHP’ê ku veguheriye rejîmekî çete û mafya li hemberî têkoşîna tevgera azadiyê û sekna jinên berxwedêr û gelê me yê welatpêrêz bi bin ketiye û hatiye ber bi rejîmekî hilweşînê. Konspta şerê qirkirinê yê ku dihat armanckirin di sala 23’an a komplo de bê temamkirin, bi fedekariyên mezin, bi berdêlên giran, bi têkoşîn û berxwedanekî dîrokî carekî din hat pûçkirin.

Di sala 2022’yan de em Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê, wê di navenda têkoşîna me de hedefa sereke azadiya Rêber Apo be. Bi Azadiya Rêber Apo re şoreşa jin û bîrdoziya rizgariya jinan jiyanî kirin û nirxên wê parastin û belavkirin wê bibe hedefa me ya bingehîn. Em partî, jin û gelê ku di xeta Apo de şerê jiyana azad didin erkên xwe bi cih bînin, fikir û felsefeya Rêberê xwe her kêliyê bi jiyanî bikin û xeta şehîdan serwer bikin, wê têkoşîna ku em bi îdia û biryardarî pêşengiyê jê re dikin bigihêjînin serkeftinê, rejîma faşîst hilweşe, hêzên hevkar û xayîn mahkûmî binkeftinê bibin.

Li ser vê bingehê bîr û baweriyê divê di serî de jin, gelê welatpêrêz, berxwedêr û tevahî dostên ku têkoşîna tevgera azadiyê ya ji bo jiyanekî wekhev û azad dimeşîne mafdar dibîne, pê bawer dike û di oxira wê de ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têdikoşe sala 24’an a komployê veguherînin sala raperînekî mezin a jinan û gelan li dijî zihniyeta kujer a mêr-dewlet û pergala wê ya kapîtalîst. Pêngavên ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ û ‘Dema Parastina Jin û Civaka Azad e’ dikare bi bilindkirina têkoşînê û pêşxistina sekna berxwedêr a li dijî komplo bigihêjin armanca xwe. Bi vê îdia û biryardariyê em dibêjin em ê sala 2022’yan teqez bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û planên nûkirina komployê pûç bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar