Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PAJK: Em ê Seîd Hesen tu carî ji bîr nekin

PAJK: Em ê şervanê demokrasî û azadiyê, têkoşer Seîd Hesen tu carî ji bîr nekin. Di serî de malbata wî, bila serê gelê me yê êzidî, PADÊ, Meclisa Xelkê Êzidxanê û gelê kurd sax be

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî şehadeta fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Di êrÎşa nemeradane ya rejîma faşîst a Tirk de, ji fermandarên hêja yên YBŞ’ê Seîd Hesen û hevrêyê wî şehîd bû ku vê yekê em gelekî êşandiye. Ji rûspiyên xelkê me yê Şengalê Seîd Hesen ji bo azadiya xelkê Şengalê salên dûr û dirêj kedeke mezin da, têkoşiya. Seîd Hesen ku cihê xwe di dilê xelkê xwe de girt bi dilsoziya xwe ya bi baweriya xwe, bi welatparêzî û helwesta xwe ya yekitiya neteweyî ya kurd li çar parçeyan ji aliyê gelê me ve tê naskirin. Seîd Hesen ji bo rêxistinî û azadiya xelkê me yê êzidî bi dil û can têkoşiya, di nava şert û mercên herî giran de bi rengekî fedakar tev li bû. Tev li şerê azadiyê yê li dijî DAIŞ’ê bû, kir ku ciwanên êzidî ber bi eniya berxwedanê ve seferber bibin û ji bo vegera xelkê êzidî yê bi zora şer û komkujiyê koçber bûn û di ragihandina xweseriya Şengalê de xwedî kedeke mezin bû. Ev şehadet ji bo xelkê me yê Şengalê û gelê kurd windahiyeke mezin e. Lê belê em zanin ku ciwanên xelkê me yê êzidî wê têkoşîna bi rûmet a Seîd Hesen dewam bikin, dê tu carî serî li ber dijmin û mêtingeran netewînin û li dijî qirkirinê, têkoşîna hebûnê bi ser bixînin. Xelkê me yê êzidî wê hesab ji dijminê qirker û hêzên komkujer bipirse.

Em ê şervanê demokrasî û azadiyê, têkoşer Seîd Hesen tu carî ji bîr nekin. Di serî de malbata wî bila serê civaka me ya êzidî, PADÊ, Meclisa Xelkê Êzidxanê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Em soza xwe dubare dikin ku heta xwediyê zîhniyeta kujer ji vê xakê biavêjin, em ê her tim gelê xwe biparêzin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin.

Nerazîbûna li dijî Amerîka û Neteweyên Yekbûyî

Di demekê de ku êşên fermana 73’an ên civaka me ya êzidî teze ne, birîn hîn nehatine pêçandin de şehîdxistina Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda ji aliyê dewleta tirk a qirker ve, polîtîkaya hêzên navneteweyî ya li dijî xelkê êzidî radixe pêş çavan. Berpirsyarê esasî yê vê komkujiyê DYE ye ku qada hewayî ya Iraqê ji êrîşan re vekiriye, hiqûqa navneteweyî bi cih nîne û Neteweyên Yekbûyî ye. Desthilatdariya Erdogan-Bahçelî-Soylû ku bi ruhekî paranoyak timî terorîstan hildiberîne û hewl dide armanca xwe ya ji bo komkujî û qirkirinê veşêre, sûcê şer dike. Êrîşa hewayî ya li navenda Şengalê li dijî wesayîta Seîd Hesen sûcekî şer jî nîne. Bi rengekî aşkera înfaz e. Li navenda Şengalê înfaz hatiye kirin, tê kirin. Eger hesabê qetilkirina Seîd Hesen bi rengekî xurt neyê pirsîn, ev tifaqa faşîst a sê alî ya li Tirkiyeyê wê ji bo tunekirina îradeya siyasî û leşkerî ya li Şengalê êrîşên xwe yên nemerdane dewam bike. Li dijî vê komkujiyê nabe ku gelê me li Şengalê, Rojava, Başûr, Bakur û Ewropayê tenê bi çend çalakiyên girseyî li derbas bike. Ya ku divê bê kirin, hesabê vê êrîşê bê pirsîn ku dewama qirkirinê ye, misogerkirina xweseriya Şengalê ye, parastina nirxên çandî yên xelkê me yê êzidî ye.

Aşkera ye ku êrîş di çarçoveya plan û komployeke mezin hatiye kirin. Hêzên navneteweyî ku ji bo komkujiyan rê dide dewleta tirk a faşîst û civaka me ya êzidî, gelê kurd di bin zexta qirkirinê de dihêlin, dewletên DYE û Almanya ne. Amerîka weke endamekî NATO’yê her cûre êrîşên li dijî hiqûq û mirovahiyê yên dewleta tirk a faşîst dipejirîne. Yê ku di çarçoveya berjewendiyên aboriyê de peymanan mohr dike dewleta Almanyayê ye. Dewleta Almanyayê bi salan e kiriye ku jiyan li vê xakê nebe, polîtîkaya koçberkirina êzidiyan dimeşîne û li aliyê din jî li Ewropayê polîtîkaya hewandina êzidiyan dimeşîne. Di serî de Almanya, divê xelkê me yê êzidî yê li Ewropa û Rûsyayê bersiveke mezin bidin vê komkujiyê. Eger dewletên navborî ne hevkarê vê komkujiyê bin, heta ku li hemberî Tirkiyeyê helwesteke berçav nîşan bidin, divê gelê me li her cihî nerazîbûnê nîşan bidin, çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.

Iraq û PDK hevkarê vê komkujiyê ne

Hevkarê vê komkuijyê Iraq û PDK ne ku bi Tirkiyeyê re li hev dikin, dixwazin xweseriya Şengalê û hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ’ê ji holê rakin. Xeta bi dijminatiya kurdan a PDK herî pir di dijminatiya ser êzidiyan de xuya dike. PDK ya ku dema êrîşên DAIŞ’ê êzidî berdan û reviyayî niha jî bi rengekî aşkera destekê dide kuştina êzidiyan. Tifaqên gemarî vê diçespîne. Her wiha organên weşanên ên PDK’ê yên bi desteka TC’ê ku êrîşa ser gelê me yê êzidî meşrû nîşan didan, êzidiyan dikin hedef ji bo van armancên gemarî têne bikaranîn. Ji ber vê em K24’ê ku dijminatiya kurdan dike şermezar dikin.

Banga piştevaniyê li jinên afgan

Vîna siyasî ya gelê me yê Şengalê û Rojava ku ji çaxê DAIŞ hatî şikandin û gelek caan projeyên çareseriya demokratîk danîn û hatiye xwestin ku statûya xweser a demokratîk were naskirin ji hêla hêzên rojavayî ve nayê naskirin û şer tê girankirin. Drameke wiha gelê Afganistanê jî dijî. Di serî de ji hêla Rûsya û DYE’yê ve nenaskirina pergala Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê stratejiya domandina qirkirina li ser kurdan, her cure komkujî, cinayet, talan û hilweşandinê ye. Hê di roja pêşî de ku Talîbanê dest li ser rêveberiya Afganistanê danî, ji hêla Rûsyayê ve naskirina wê siyaseteke komployê ya alçax e li ser gelên ku divê weke muxatab siyasî bigirta û li jinan e. Em vê helwesta Rûsya ji ber vê helwestê şermezar dikin. Hişmendiya ku Talîban weke rêveberiya fermî nas dike hişmendiya DAIŞ’ê ye. Em bang li Tevgerên Jinan dikin ku li dijî Rûsyayê helwesta xwe nîşan bidin, piştevanê jinên afgan bin.

Em êrîşên qirker ên li ser gelên çewisandî û çandan careke din şermezar dikin. Em berxwedana gelê me yê êzîdî ku li dijî qirkirinê têkoşîna xwebûn û azadiyê dike silav dikin. Di şexsê Îsa Xwedêda, Bêrîvan Şengalî û bav Seîd Hesen hemû şehîdên me bi hurmet silav dikin, em son dixwin di avakirina Êzîdxana azad û xweser de bi peywira xwe ya pêşeng bi layiq rabin û bi cih bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar