Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PAJK: Em ê utopyaya Sarayan pêk bînin

PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî her sê jinên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û destnîşan kir ku dê utopyaya her sê jinên kurd pêk bînin

Koordînasyona PAJK’ê sê şoreşgerên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de PAJK’ê diyar kir ku dê utopyaya her sê jinên şoreşger pêk bînin.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Di şexsê hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan), Ronahî (Leyla Şaylemez) de yên bi komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê hatin qetilkirin, li pêşberî şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan em bi rêz û mînet bejna xwe ditewînin. Bîranînên wan meşa me ya têkoşînê ronî dike û xewn û xeyalên wan jî weke pîvaneke azadiya jinê û perspektîfa Kurdistana azad li pêşiya me ye ku divê em pêk bînin.

Dewleta tirk ku bi desthilatdariya qirker tê birêvebirin, li navenda Parîsê pêşengên têkoşîna jinên kurd kir hedef û xwest hêviyên azadiyê yên gelê kurd û rastiya jinê ku bi hêza xwe tevdigeriya ji holê rake. Tişta ku nekarîn bi komkujiyên Dêrsim, Licê û Mereşê bikin xwestin li Parîsê bikin. Kurd kujeran nas dikin û bi wan zanin. Rêbaza rêveberiyê ya dewleta tirk, ji bo dewamkirina dewlet û hikûmetan bi organîzasyonên qirêj êrîşan birêxistin dike. MÎT weke hêzeke sereke ya organîzasyonên bi vî rengî yên qirêj hate birêxistinkirin. Hewl didin hêvî û baweriyên gelan û jinan tune bikin û bi polîtîkayên lîberal van hêviyan bi organîzasonên xwe ve girê bidin.

Bi rêbazên qirêj hebûna xwe didomînin

Aşkerea ye ku AKP-MHP hewl dide eniya Ergenekonî-Neteweperestiyê li mekanîzmayên dewletê hemûyan bi rêxistin bike, li welatên cuda jî bi karên sîxuriyê, rêxistinên veşartî û qirêj hewl dide mûxalîfan yek bi yek tune bike. Ev desthilatdarî dixwaze bi rêbazên qirêj hebûna xwe dewam bike. Komkujiya Parîsê jî encameke van rêbazên qirêj e.

Banga li Fransayê

Ev komkujî îro bi hemû detayên xwe aşkera bûye. Lê belê dewleta Fransayê xwedî li daxuyaniya xwe ya roja destpêkê derneketiye. Gotibû ‘Em ê berpirsyarên komkujiyê aşkera bikin’. Kurd û jin li bendê ne ku dewleta Fransayê xwedî li vê daxuyaniya xwe derkeve. Dewleta tirk ku berpirsyarê komkujiyê ye divê bê darizandin. Heta ku kujer bên darizandin û cezakirin ew ê ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bi gavekê jî venegerin.

Gelê kurd xwedî li hebûna wan derdikeve

Dewleta tirk li Tirkiye, Kurdistan, welatên Rojhilata Navîn, welatên Ewropayê karên sîxuriyê bi rêxistin dike, belav dike û hewl dide her tiştên bi navê jiyana bi rûmet ji holê rake. Li ku derê bi navê jinan sekneke xwedî îrade, bedew û baş hebe êrîş dike û hewl dide bi kar bîne. Komkujiya Parîsê jî beşek ji vê stratejiyê ye. Di demekê de ku hevdîtin bi Rêber Apo re dihate kirin êrîşî hevrêyeke jin a ku yek ji damezrînerên tevgera me ye kirin. Bi vî rengî xwestin ku têkoşîna azadiyê ya giştî û têkoşîna me ya azadiya jinê bitepisîne. Ev armanca dewleta tirk berovajî bû. Kurd navê Sara, Rojbîn û Ronahiyan li zarokên xwe kirin û israra wan a di azadiyê de gihandin nifşên nû. Têkoşîna azadiyê ya kurd bi beşdariya her nefereke/î nû mezin bû, îdeolojiya me ya azadiya jinê li kolanên dinyayê belav bû. Li şûna hêrsa decal û qirêjiya wî, îradeya jinên azad a Sara digihêje ruhan. Rojbîn bi welatparêziya xwe dûrî ji xakê jî be diherike, Ronahî bi milîtaniya xwe bi coş diherike. Li dijî qirêjiya kapîtalîzmê ev hest û nêrînên azadîparêziya civakî bi coşa jinên azad ji çiyayên Kurdistanê diherike kolanên dinyayê. Komkujiya Parîsê kete sala 7’an, mîna ku Rêber Apo got ên ku ev hevrêyên me qetil kirin hewl dan komkujiyeke nû ya Dêrsimê bikin. Vê komkujiyê hêrsa me bêhtir nû kiriye û aşkera bû ku bi hewldanên komkujiyên mîna Dêrsim, Mereş û Licê nikarin encamê werbigirin.

Em ê berpirsyariya Fransayê ji bîr nekin

Di salvegera 7’an a komkujiye de em dixwazin bêjin ku em ê berpirsyariya Fransayê ya di komkujiyê de tu carî ji bîr nekin. Bi vê komkujiyê re Fransa ketiye bin berpirsyariyek giran. Divê Fransa vê komkujiyê ronî bike, sûcdarên rastî aşkera bike û derxîne pêşberî edaletê bi vî rengî berpirsyariya xwe pêk bîne. Di salvegera 7’an de jî berpirsyarên rastî hîn nehatine darizandin. Ji bo darizandina berpirsyarên rast ên vê komkujiyê em bang li rewşenbîr, demokrat, jin û mirovên xwedî wijdan ên li Fransayê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.

Em ê utopyaya wan pêk bînin

Berpirsyariya me ye ku em sekna jiyanê ya her sê hevrêyên xwe û utopyayên wan pêk bînin. Berpirsyariya me ye ku em gelê xwe ji komkujî, qirkirin, polîtîkayên asîmîlasyonê û sirgûnê biparêzin. Ev berpirsyarî jî tenê bi stratejî û gaveke stratejîk, gavên polîtîk ên bi pîvan û exlaqî yên civakî dibe. Yekane rêya pêkanîna vê jî hesabpirsîna ji xayînan, dijminên gel e. Nîşaneya vê yekê jî Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz e ku me pêk anîn. Çalakiyên bi vî rengî çalakiyên sereke yên şoreşgerî ye û parastina gelê me jî bi avakirina sîstemek xurt dibe.

Berpirsyariya me ye ku em utopyaya şehîdên xwe pêk bînin ku her yek ji wan neferekî tevgera jinên azad bûn. Yek ji wezîfeyên me yên sereke yên şoreşgerî avakirina sîstema civakî ya azad a jinên azad û parastina wê sîstemê ye. Di salvegera heftan a komkujiyê de di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe hemûyan dubare dikin. Em hevrê Sêvê, Pakîze û Fatma jî bi rêzdarî bi bîr tînin ku di sala 2016’an de di têkoşîna avakirina xwerêveberiyê de hatin qetilkirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar