Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PAJK: Jin tu caran kirasê koletiyê qebûl nekirin

Koordînasyona PJAK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê diyar kir ku jinan tu caran kirasê koledariyê yên ku li wan hatiye ferzkirin qebûl nekirin û destnîşan kir ku di dîrokê de desthilata mêr çendî xurt bû bi vê re berxwedana jinan jî mezin bû

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî da. PAJK’ê xeta berxwedanê ya jinan a ku ji Xwişkên Mîrabal heta bi Sakîne Cansiz, Çîçek Botan hatiye û bi Hevrîn Xelef parastina siyaseta jina azad dikin, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû desthilat bi desteserkirina jin û nirxên jinan destpê kirine û wiha hate gotin: “Azweriya serwerbûnê ya mêr kir ku jinê û sirûştê bi heman hişmendiyê ber bi milkkirinê û lê xwedîbûnê ve bir. Ev hişmendiya mêtinger her ku çû bi formasyonên nû tundiya li ser jinê û sirûştê zêdetir rêxistinî kir û bi planekê rê ve bir. Ji bo kolekirina civakê hemû nirxên jinê, vîna wê, parastina wê, zêdebûna wê, hemû hêzên wê ji dest hatin standin û radestî mêr hatin kirin.”

PAJK’ê da zanîn ku jinan tu cara kirasê koledariyê yên ku li wan hatiye ferzkirin qebûl nekirin û ev tişt anî ziman: “Di dîrokê de desthilata mêr çendî xurt bû bi vê re berxwedan jî geş û gur bû. Em jinên Kurdistanê ji bo ku dîroka berxwedanê ya jinê ya nehatiye nivîsîn ji bo ku bidin xuyakirin, ji bo ku hemû berxwedanên jinan li berxwedana xwe zêde bikin em vê di rêça partiya xwe ya 42 salî de didomînin. Tê xwestin ku bi her cure tundiyê jin û civak werin bêdengkirin lê jin li her devera cîhanê li dijî faşîzmê bi hişmendiya xweparastinê li ber xwe didin.”

PAJK’ê ku bal kişand ser şoreşa Rojava, destnîşan kir ku şoreşa Rojava ku şoreşa jinan e bûye hêviya gelên cîhanê û berxwedana jinan a li Lubnan, Iraq, Misir,Îran û Hong Kongê bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku mîna hemû desthilatên faşîst dewleta tirk a faşîst jî dijminê jinan e, li ser xaka bakurê Sûriyeyê herî pir pergala jinê, di şexsê Hevrîn Xelef de siyasetmedarên jin, di şexsê Amara de berxwedêrên jin, di şexsê Dayika Aqîde de dadmendiya jinê kiriye hedef.

‘Hişmendiya xweparastinê girîng e’

Her wiha daxuyaniya PAJK’ê wiha bi dawî bû: “Em Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, ji bo ku tundî û zorê ku yek ji amûra sereke ya hegemonyaya navendî ye, ji holê rakin li dijî her cure tundiya li ser jinê em hişmendiya xweparastinê û feraseta wê rast dibînin. Ji ber ku em dizanin her ku jin û civak bi amûrên tundiyê werin kontrolkirin, desthilat dikarin hebûna xwe bidomînin. Ji ber vê jî herî pir li ser jinan tundî tê kirin. Desthilat her ku bedena jinê dagir dikin, dagirkerî, mêtingeriya xakên din meşrû dibe. Yek argûmana herî xurt a dagirkeriya dewleta tirk a li ser bakurê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ev e. Her ku rejîma faşîst a tirk êrîş aniye li Tirkiyeyê tecawiz, îstîsmarkirina zarokan zêde bûye, her ku ev zêde bûne, dagirkeriya li ser xakên din hêsantir bûye. Dewleta tirk bedena jinê li tacîz, tecawizê vekiriye, bedena zarokan li îstîsmarê vekiriye, wiha difikire ku li bakurê Sûriyeyê jî ji dagirkirinê re vekiriye. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Trojîllo çawa têk çûbe, Erdogan jî li ser xaka bakurê Sûriyeyê têk biçe, rûmeta mirovê azad dê bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar