Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PAJK: Pêşengiya bi rengê jinan, misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Koordînasyona PAJK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan, têkbirina tecrîda li ser Rêbretî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

Koordînasyona PAJK’ê got, “Xeta me ya azadiya jinê, wate û pênaseya nasnameya PAJK’ê ya ku bûye malê dîrokê û jinê; pêşenga xwe hevrê Zîlan Zeynep Kinaci di sala 27’an a şehadetê de bi biryardariya mezinkirina têkoşînê ya bi ruhê fedaî, bi biryardariya parçekirina sîstema Îmraliyê û pêkanîna şoreşa jinê, bi bîr tînin. Di şexsê Zîlan, Sema Yuce, Gulan-Fîlîz Yerlîkaya û fermandarên me yên mezin ên ku bi kesayetiya xwe pêşengî ji şoreşa me ya jinê re kirin, mohra xwe lê xistin û nirx afirandin hevrê Gulçiya Gabar, Leyla Sorxwîn, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Leyla Van, Hejar Zozan de milîtanên azadiyê yên ku di oxira jiyana azad de şerekî mezin kirin û şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ji pêşengên Tevgera Jinê ya Kurdistanê û şoreşa jinê ya Rojava şoreşgera 38 salan Leyman Siwêş û Yûsra Derwêş a hêja ku bi nasnameya xwe ya welatparêz û têkoşer pêşengî ji avakirina sîstema komunal a demokratîk a gel re kirin, ku li bajarê Qamişlo yê Rojava di êrîşa nemerdane ya dewleta tirk de şehîd bûn, weke sembola biryardariya li ser azadiya jinê bi rêzdarî bibîr tînin. Şoreşa Rojava ku bi rengê şoreşa jinê ava bû, nirxekî gerdûnî ye ku li dîroka mirovahiyê tê nivîsandin. Mêtingeriya tirk, hewl dide ya ku DAIŞ’ê nekarî bike, bi êrîşên îmhayê yên leşkerî, bi zexta siyasî, dîplomatîk û aborî teslîm bigire, tasfiye bike. Bi vê armancê êrîşî şoreşgerên jin, hêzên parastinê, sîstema xweser a demokratîk dike. Di şexsê jinê de bombeyan li îrade û hebûna azadiyê ya civakê dibarîne. Em wan hêzan ên ku bi civîna bilind a Astanayê re rê dan êrîşên dewleta tirk û civaka navneteweyî ya ku êrîşan asayî dike û li hemberî qetilkirina jin û gelan bêdeng dimîne, şermezar dikin. Jin wê li her qadê eniya berxwedanê ya li dijî faşîzmê, piştevaniyê mezin bikin, ciwan jî wê bi tevlîbûneke çalak hesab ji dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê bipirsin.”

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin, “Azadî felsefeyeke jiyanê ye, feraseta têkoşînê ye, sekneke, rêbazeke, çalakiyeke. Hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci felsefeya Rêbertî veguherand feraseta têkoşîn û jiyanê, xeta çalakiyê, rêbaz û taktîkê, nîşan da ku kesek bi tenê dikare rêveçûna dîrokê biguherîne. Hevrê Zîlan, di 6’ê Gulana 1996’an de ku gavên destpêkê yên komploya navneteweyî lê dihatin avêtin, li hemberî êrîşeke îmhayê ya organîzekirî ku yekser li dijî Rêber Apo hate kirin, di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi pêngaveke fedaîtiyê bersiv da û têkoşîn gihand asta herî bilind. Hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci, pîvana şoreşgeriyê ya jin û mêr ên partîbûyî ye. Hevrê Zîlan sekna çalakiyê û jiyana fedaî ya cewherî ya hişmendiya partîbûyî ye, pîvana tevlîbûnê ya li xeta Rêber Apo ye. Zîlan li dijî her cûre êrîşên dijminane yên li derveyî mirovahiyê, li hemberî qirkirin, îmha û înkarê rêya serketinê ya wan mirovan e ku bi hemû hucreyên xwe radibin, xeta serektinê di kesayetiya xwe de diafirînin û berê xwe didin armancê. Lewma çalakiya fedaî ya ku hevrê Zîlan li dijî hêzên artêşa tirk pêk anî, ne tenê çalakiyeke leşkerî ya serketî ye. Rêber Apo weke çalakiyeke leşkerî nenirxand, ji wê jî wêdetir şîrove kir, bi partîbûna jinê wate û qîmet da peyam û banga hevrê Zeynep Kinaci ya ku di nameya xwe de destnîşan kir. Jinên ku xwedî eşqeke têkoşînê ya ewçend mezin, ne bi xwe, ne çalakiya xwe ne jî peyama xwe ji rêzê nedibû. Bang ew bû ku têkoşîna azadiyê bê mezinkirin. Rêber Apo li hemberî mezinahiyeke bi vî rengî û pîrozmendiya şehadetê, hevrê Zîlan weke fermandar, xwe jî weke yê di bin fermana wê de pênase kir. Jin a ku di şexsê hevrê Zîlan de mezin bû, têkiliyên azad-wekhev, îdeolojiya jiyana civakî ya nû diyar dikir, mizgîniya sîstema demokratîk dida, hêvî diafirand. Rêber Apo ev pêngava dîrokî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê weke xet û rastiya Zîlanbûyînê Pênase kir û di 8’ê Adara 1998’an de Îdeolojiya Rizgariya Jinê ragihand, bi damezrandina Partiya Jinê tacîdar kir ku wê bibûya bedena manîfestoya me ya azadiya jinê. PAJK weke temamiya nirxên azadiyê yên li Kurdistanê bi Partiya Azadiya Jinê re bû karê herî pîroz ê ku ber bi şoreşa jinê ya Rojhilata Navîn ve meşiya. Rêber Apo ku hîndekarê rastiyê ye û kesayetiya Zîlan ku milîtana heqîqetê ye, ew îrade û berxwedan e ku sîstema olperest, zayendîperest, neteweperest, serweriya mêr diguherîne, jiyana demokratîk û azad bi rêxistin dike, diparêze û mayinde dike. Pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn, çawa bê şerkirin?’ a bi rastiya Zîlan, pêvajoya avakirina sîstemeke nû ay civakî ye ku bi pêşengiya PAJK’ê yekîneyên xweparastina jinê bi rêxistin dike û xwedî nirxên azadiyê yên jinê ye. Feraseta azadiyê ya jinê ne tawîza ji bo jiyana şexsî ye, lê belê weke ruhê dilxwazên azadiyê yên karibin xwe feda bikin bi rengê Zîlan bû nasname. Zîlan li dijî sîstema bi serweriya mêr, rejîmên dijminê gel û jinan, mêtingerî û dijminatiya qirkerî, bû serhildana civakî û veguherî manîfestoya şoreşa jinê. Xeta ‘JIN JIYAN AZADÎ’ ya ku îro bûye malê cîhanê, nirxê gerdûnî yê xeta bi rengê Zîlan radixe pêş çavan. Li dijî dîktatorên dijminê jinê û rêxistiniyên faşîst, pêşwazîkirina pêvajoyê ya bi rengê Zîlan, bi bicihanîn û serxistina pêngava me ya ‘JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ VE’ dibe.

Ji jiyan û şerê li ser xeta Zîlan metirsiyên hêzên sîstema kapîtalîst ên li ser Rêberê me dikarin bêne têkbirin. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe pêşengî ji pêvajoyê re kir, asta parastina Rêbertî jî kûr kir, bi pêş ve bir. Pêşengiya ji pêvajoyê re ya bi rengê Zîlan tê wateya têkbirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst, di şexsê Rêber Apo de qanûna taybet li ser Kurdan ferz dike û hewl dide ku siyaseta xwe ya barbarî ya li derveyî serdemê asayî bike. Li dijî dewleta tirk a faşîst ku bi sîstemkirina tecrîdê pîvaneke nû li hiqûqa cîhanê bi cih kir, bi radîkalkirina têkoşînê em dikarin edaleta rasteqîn bi cih bînin. Li hemberî welatên Yekîtiya Ewropayê û saziyên navneteweyî ku ji bo xatirê berjewendiyên xwe xwedî li berpirsyariyên xwe derknavin û hiqûqê binpê dikin, şert e ku mirov bi ruhê Zîlan tevlî Pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ bibin û bi ser bixînin. Li ser bingeha serketinê, em careke din soza xwedîderketina li şehîdên xwe didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar