Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PAJK’ê di daxuyaniyê de wiha got:

“Di şexsê hevrêyên me yên xwedî ruhê bilind, qehremanên dîrokê yên ku bi çalakiya xwe bawerîya serkeftin û biryardariya perçekirina komploya navdewletîtemsîl kirin hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn û dîsa di şexsê Şehîdên meha cotmehê û Şehîdên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin de hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bibîr tînin. Hemû hêzên planger û pêkhînerê komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê Îngilistan-DYA-Îsraîl û dewleta tirk bi nefret şermezar dikin.

Rêber Apo, ji bo rizgariya jin û hemû mirovahiyê, li dijî komployê ev 25 salin bê navber têdikoşe. Rêber Apo, ji ber ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê paşeroja demokratîk û azad ya gelan diparêze, di hedefa êrîşên derveyî hiqûq, mirovahî û exlaqî de ye. Pergala tecrît û êşkenceya Îmralî, tenê ne di berpirsiyariya dewleta tirk de ye, li gor pêdiviya biryara hevpar a hêzên kapîtalîst yê kûrewî de hatiye pêkanîn. Rastiya Îmralî, nexşeya zehnê hêzên hegemon ê kapîtalîste û qada pêkanîna stratejiya wan e. Hêzên ku komplo pêkanîn, ji bo serkeftina komplo ev 25 salin dixebitin. Zagonên teybet ê Îmralî, pêkanînên êşkenceya Îmralî, ji hêzên mijara gotinêne ne qutin û tenê bi nenasîna hiqûqa dewleta tirk a faşîst ve nayê rave kirin. Siyaset û sepandinên li Îmralî tê meşandin, bi agahî û erêkirina hêzên kûrewî tê pêkanîn.

Ji sala 2011’an heya 2019 derveyî 5 hevdîtinên parêzeran yê bi Rêber Apo re, ti hevdîtin nehatiye kirin. Bi cezayên dîsîplînê ê keyfî ku li ser hevdû tê dayîn, tecrîta mutleq anîne rewşek bi pergalî. Di serî de CPT a ku berpirsiyariya wê ya zagonî û siyasî heye, saziyên YE nikarin vê rewşê ji nedîtî ve bên. Di serî de jin û ciwan kurdên li Ewropa, hêzên demokrasiyê û dost ji bo sazî, endamên YE û CPT bînin rewşa ku karê xwe bikin, divê têkoşîna xwe bilind bikin. Yên ku pergala Îmralî afirandin divê hesabê vê bidin.

Dewleta tirk a hov a ji dîroka komarê ve bi bîrdoziya îttîhat terakî netewperestiyê radike pêdare û hêrs û nefreta li hember gelan xweyî dike, dixwaze şerê cîhanê yê sêyemîn ji bo xwe veguherîne firsendekê. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP, hiqûqa dijminê kurdan pêk tîne û qirkirin kiriye armanca hebûna xwe. Dîsa rejîma faşîst a AKP-MHP li Rojhilata Navîn stratejiya leşkerî a mêtingeh dişopîne û bi qasî ji bo gelên Rojhilata Navîn di heman demê de ji bo mirovahiya cîhanê jî tehdît û xeter e. Desthilatiya faşîst a AKP-MHP ya herderê Kurdistanê veguherandiye çembera ji agir, bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlla dike, ji zindanan li pey hevdû tabûtan derdixe, bi çalakiya Enqereyê hewl dide hemû cîhanê bikşîne refên xwe û êrîşên leşkerî yê bi armanca dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa bike.

Dewleta tirk li cîhanê teşhîr bûye

Di sala 25’emîn ya komployê de, di merheleya heyî de tecrît, êşkence, zext û zilm îro veguheriye rastiya Tirkiyeyê. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP hemû hebûna xwe ji bo tunekirina Kurdê azad  razandiye. Cihê destpêkê ku ev sepandin lê pêk hatî, Îmralî ye. Bûtçeya ji bo şerê qirkirinê tê veguheztin, civak feqîr kiriye, kedxwarî û talanê ji qira ekolojîk, çandî û civakî re rê vekiriye. Herkesê derveyî desthilatiyê di bin esaretê de ye û di armanca faşîzmê de ye. Êdî hatiye dawiya pozîsyona xwe ya jeo-stratejîk ku bi sedsalane dixe bazarê. Dewleta tirk bi hemû saziyên xwe ve îflas kiriye, aboriya wî têk çûye, bîrdoziya tirkparêz-netewperest ku xwe dispêre senteza Tirk-Îslam hilweşiyaye, rastiya Tirkiye ya bûyî çete û mafya hatiye afirandin. Dewleta tirk li cîhanê teşhîr bûye. Di vê wateyê de ji bo gelên Tirkiyê azadiya Rêber Apo pêkanîn, çareseriya pirsgirêka kurd parastin û têkoşînkirin, serîde ji bo jiyana adil, demokratîk, azad û xweşiya wan pêdivî ye.

Têkoşîna azadiya jinê ya veguherî tevgerek civakî

Paradîgmaya Rêber Apo bûye malê mirovahiya cîhanê û têkoşîna azadiya jinê bi hemû berdelên xwe ve hatiye pozîsyona diyarkera serdemê. Gelê Kurd di rêya bûyîna netewa cîhanê de têkoşîna xwe mezin û berfireh dike. Li Rojhilata Navîn jiyanek nû, di pêşengtiya jinan de li Bakur û Rojhilatê Surî vejîn dibe. Şerê cîhanê yê sêyemîn, bi hemû krîz, koçberî û hilweşîna xwe re didome, tevî vê jî li beramberî kapîtalîzma kûrewî, têkoşîna demokrasî û azadiya kûrewî di rêya mezinbûnê de ye. Têkoşîna azadiya jinê ya veguherî tevgerek civakî, hatiye rewşa aktora bingehîn a çareseriyê. Mirovahiya cîhanê lêgerîna pergala konfederal a demokratîk kûr kiriye û hatiye rewşa bihêz lêpirsînkirina pergala modernîteya kapîtalîst. Azadiya Rêber Apo ku em bi van hemû pêşketinan deyndar in, di vê wateyê de azadiya jin û gelan e.

Bendên komployê hilweşînin

Ji komplo heya îro di van 25 salên derbas bûyî de, komplo negihîştiye armanca xwe. Lê bi teybet dîktatoriya faşîst a AKP-MHP bi zagonên taybet ê Îmralî û siyaseta dişopîne ve, di radeyek herî jor de xeterî ava dike. Divê li gor mezinbûn û cîddiyeta vê xeteriyê em çalakiyên xwe pêş bixin. Heya ku em nezanin li Îmralî çi çêdibe û ji bo ji tenduristî û ewlehiya Rêbertiya xwe agahî girtin û azadiya Rêber Apo ya mutleq pêkanînê, em di pêvajoyek krîtîk ku divê hemû rêyên têkoşînê bikevin dewrê de ne. Siyaseta dewleta tirk a faşîst û hêzên komploger a ku dixwazin me fêrî bê Rêbertî jiyanê bikin, hevesek vala ye. Her roja ku em ji Rêbertî agahî nagrin, hêceta di asta herî bilind de çalakî û helwest girtinê ye. Êdî divê feraseta bal dikşîne ser rewşê û çalakiyên şiyariyê kirinê bê derbas kirin û tarzê mûdexeleyî rewşê kirinê bê esas girtin. Di serî de em jinên kurd, ciwan û gel ji bo tecrîda li ser Rêbertî rakirin û bendên komployê hilweşandinê, divê em li derdora azadiya Rêber Apo rabin ser lingan, li hemberî êrîşan berxwedana parastina cewherî li her cihî bilind bikin û pêvajoyê bi fedayiyane pêşwazî bikin.

Li ser bingehê xeta fedayî ya hevrê Rojhat û Erdal şerkirin, jiyankirin û têkoşînkirin mîsoger wê me bibe serkeftinê. Li ser vî bingehî em çalakiya dîrokî de ya hevrê Rojhat û Erdal pîroz dikin, komploya 9’ê Cotmehê bi vî ruh û biryardariyê pêşwazî dikin.”