PAJK’ê salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir û destnîşan kir ku jin, ciwan û gelê kurd wê di sala 45’emîn de jî bi biryardarî li dijî planên qirkirinê û faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê de bi sernavê “PKK partiya şehîdan e, vejîna jinan û gelên bindest e” daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roja 27’ê Mijdarê salvegera 45’an a PKK’ê, vejîna neteweyî, roja afirandina nasnameya jina azad, roja jinûve nirxên mirovahiyê bi wate bûn, di serî de li hevrêyên jin û gelên azadîxwez Rêber Apo pîroz dikin. Li jinên têkoşer, ciwanên şoreşger, gelê me yê welatparêz, dostên gelê me û hêzên demokratîk pîroz dikin. Şehîdên me yên bi ked, îrade, bawerî, hêvî û têkoşîna azadiyê di her kêliya berxwedana 44 salan de bûn hîmê bingehîn ên afirandina jiyana nû, rê li ber şoreşa zihnî vekirin û bi partîbûna jin şoreşa mirovahiyê misoger kirin bi heskirin, rêz û minetdarî bibîrtînin.”
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha dewam kir:”Felsefeya jiyana azad a PKK’ê, bi hevrêtiya dîrokî ya Heqî Karar, Sara û bi hezaran şehîdan di xeta Rêbertiyê de bi jiyanî bû. Em bi vê bîr, bawerî û heqîqeta mezin a şehîdan dikevin sala 45’emîn ya partiyê PKK’ê. Em bi bilindkirina têkoşîna jinan û mezinkirina partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê, damezrandina PKK’ê pîroz dikin.
Beriya niha bi 44 salan li Kurdistanê, li ser navê nasnameya kurd, îradeya jina azad, ziman û nasnameya gelekî ku di dîroka mirovahiyê de nirxên mezin afirandiye nîşaneyên wê nema bûn. Li şûna bîra mirovê azad, hişmendiya dewletê ya mêtîngeh û qirker xwe serwer kiribû. Di rastiya jinan de civak û di rastiya civakê de jin bi zihniyet û bîrdoziya dewlet-netewe ji aliyê ruh û fikir de hatibû parçe parçekirin. Li şûna jiyaneke azad-wekhev hişmendiya zayendperest û olperest xwe di hemû şaneyên jiyanê de belav kiribû. Ev hişmendî, bi rola kujer radibû. Civakek li ber qirkirina çandî û fîzîkî bû. Ji derveyî wateya jiyaneke ku tenê roja xwe xilaskirinê, wateyekî din nedihat behskirin. Çawa ku cîhana mêr xwe li tevahî dinyayê berbelav û serwer kiribû li Kurdistanê jî, heman rewş bi awayekî girantir û paşverû di şexsê jin û civakê de dihate jiyankirin.
‘Bi PKK’ê re jin bû jiyan, jiyan bû têkoşîn’
Rêber Apo di demeke wiha ya jin-civak ber bi serberjêriyê ve diçû derket, bi avakirina PKK’ê re hemû rastiyên di zihniyeta civakê de hatibûn çêkirin serû binî kirin. PKK’ê beriya her tiştî bi felsefeya jiyana nû jina kole, zilamê desthilatdar û civaka bêtekoşîn da kuştin. PKK’ê hevrêtiya mezin û dîrokî di navbera jin û mêr de afirand. PKK’ê şîfreya malbat û civaka ku jin û zilamê wê kole bûyî ji hev derxistin, bi dahûrandin û hesap pirsînekî dîrokî ya ji pergala serdest, civakbûyîn ber bi derketinekî mezin ve bir. Bi derketina PKK’ê re jin bû jiyan û jiyan bû tekoşîn.
Felsefeya “Jin, Jiyan Azadî” li ser vê heqîqeta PKK’ê şênber bû. Di tekoşîna 44 salan ya kêlî bi kêlî li ser vê felsefeyê hat afirandin de jinên kurd, pêkhateyên ji ol, bawerî û çandên gelên din li Kurdistanê jiyan dikirin derketina PKK’ê ji bo xwe xilasiya ji zilmê û pergalên serdest dîtin. Vê rastiyê PKK’ê însanî di PKK’ê de karekterê, sosyalîst, demokratîk û gerdûnîbûnê pêşxist. Li ser vî esasî PKK’ê ji temsîlkirina îradeya gelekî wêdatir bû partiya jiyana nû ji tevahî jinan û gelan re.
Partîbûna jinên kurd, artêşbûn û milîtaniya jin a şoreşgerî PKK’ê de li ser hîmê kerektera jina serhildêr û berxwedêr Sarayê xwe bi ruh û beden kir. Têkoşîna 44 salan a PKK’ê, milîtanî û şoreşgeriya jin çanda tekoşînê, şerê xwe parastina cewherî û çanda berxwedanê di civaka kurd de afirand. Rêber Apo bi derxistina hêz, îrade, cesaret û baweriya jinan rêxistinbûna xweser li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinan pêşxist. Di her saleke têkoşînê ya PKK’ê de jinan, gaveke pêştir, derketineke nû ji bo siberoja xwe ya azad û mirovahiyê avêt. Meşa azadiyê ya ku li hemberî tevahî êrîşan sekinî, şoreşgera mezin hevrê Sara di pirtûka xwe de nav lê kir ‘Jiyana Min Her Şer Bû’ ev bi temamî rastî û heqîqeta têkoşîna jinên kurd îfade dikir. Rêbertiya me ji bo meşa azadiyê ya heval Sara got ‘Jiyana Sara Têkoşîna Jinan e.’ Heval Sara bi sekna radîkal, di azadiyê de bi îsrar, bi hêvî û xeyalên xwe ve girêdayî ji bo jinên kurd, Rojhilata Navîn û Cîhanê rolekî pêşengiyê lîst. Bi pêşengiya xwe ji bo tevgera azadiya jinan destketiyên dîrokî derxistin holê.
Mezinbûna hevrê Sara, ji xwe razandina xeta partiyê, girêdana Rêbertiyê û pêkanîna hêvî û erkên şehîdan bingeha xwe digirt. Di roja îro de li ser xeta Sarayan, jinên kurd bi bilindkirina pîvanên milîtanî û şoreşgeriya jinan li her çar parçê Kurdistanê, xwe bi rêxistin kiriye. Milîtanên xeta Sara bi gerîlatiya serdemê, îro bi ruhê fedaî û biryardariya berxwedana 44’emîn a PKK’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê, li hemberî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û li hemberî îxaneta PDK’ê şerê azadiyê didin.
Rêxistin û partîbûnê PKK tolhildana ji pergala mêr-dewletê ye
Rêber Apo bi avakirina PKK’ê re jina azad a bi hêza xwe, bi rêxistin û partîbûna xwe tolê ji pergala serdest ya mêr-dewletê hilîne afirand. Hêzên serdest û pergala kapîtalîst li dijî vê heqîqeta mezin a Rêber Apo sekinîn. Komplo li ser Rêbertiya me pêşxistin. Xwestin bi komployê di şexsê Rêbertiyê de, tolê ji jin û civaka ber bi azadiya xwe ve ketiye rê bistînin. PKK’ê di 44 salan a derketinê de ji ber tekoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û civakê her tim bi êrîşên dagirkerî û planên qirker re rû bi rû ma ye. Di bingeha van êrîşên pêşdikevin de timî Rêbertiya me, xeta azadiya jinan û tekoşîna wan hatiye hedef kirin. Pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê pêşxistin û tecrîda girankirî ya ku ev 23 sale li dijî Rêber Apo didomînin ji hêrs û qehra wan tê. Wekî jinên kurd, têkoşîna me ya ku bi taybet 23 sale li dijî komplogeran tê meşandin, rêbaza mezinkirina têkoşînê û bilindkirina berxwedanê, xwe dispêre ruhê têkoşîna 44 salan ya şehîdên me, têkoşîna Sarayan û berxwedana Rêber Apo ya 50 salî.
Bi êrîşan dixwaze şoreşa jin û gelan têk bibe
Em di sala 50’emîn a meşa azadiyê ya Rêber Apo dikevin sala 45’an ya PKK’ê. Sala 44’an bi berxwedaneke destanî û dîrokî ya di pêşengiya gerîla de, bi têkoşîna jin, ciwan, gelê me û dostên gelê me ve li her çar parçeyê Kurdistanê û dervayî welat bû yek ji salên herî dijwar yên têkoşînê. Bi vê berxwedanê careke din derket holê, dewleta tirk a qirker û faşîst bi hevkariya hêzên serdest çi êrîş, plangerî pêşbixînin bila pêşbixin wê li hemberî îradeya PKK’ê a ku di kesayeta jin û gelê kurd de pêş xistiye nikaribin bişkînin. Li pêşiya pêşketin û destkeftiyên ava kirine bi dek û dolabên xwe bi sernekevin. PKK’ê di cewherê xwe de ruhê jin-civaka azad temsîl dike. Em bi vê ruh, bîr û baweriyê dikevin sala 45’emîn ya ku wê bi tekoşînekî mezin û berxwedanekî dîrokî derbas bibe.
Di rasthatina salvegera 44’emîn a PKK’ê de dewleta tirk a qirker, êrîşekî nû ya tasfiyekirinê li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Ev êrîş bi hemû hovîtî û rêbazên kirêt berdewam dike. Şoreşa Rojava, şoreşa jin û mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava bi keda Rêber Apo ya 20 salan û paradîgma wî ya Netewa Demokratîk, bi ruhê tekoşîn û berxwedana PKK’ê ya 44 salan karîbû li ber hemû êrîşan rabe û destketiyên xwe biparêze. Dewleta tirk a dagirker û faşîst bi hevkariya hêzên serdest di serî de Rusya-Amerîka, bi van êrîşên xweyî nû dixweze şoreşa jin û gelan tune bike. Destkeftiyên şoreşê bi xwîna hezaran şehîdan hatin bi dest xistin. Gelê me yê welatparêz berdêlên giran da û hîna jî dide. Wê gelê yê bi çanda berxwedanê têkoşiya dev ji axa xwe bernede. Di serî de divê jin û ciwanên kurd, gelê me û hemû aliyên dilsozên şoreşê ne bi ruhê seferberiyê, bi têkoşîna li ser xeta Rêber Apo bi tundî li dijî van êrîşên qirker bisekinin, rêxistiniya xwe xurt bikin û berxwedanê mezin bikin.
‘Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye’
Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye. Têkoşîna PKK’ê li hemberî kapîtalîzmê xeta berxwedanê ye. Xeta PKK’ê sazkirina pêşeroja azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn e. Hebûna PKK’ê ruhê yekitiya Neteweya Kurd e û di Rojhilata Navîn de hêza çareseriyê ye.
Wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê, em ê di sala 45’emîn de bi ruhê tekoşîn û berxwedana 44 salan bi ser erk û berpirsyarên xwe yên dîrokî ên li hemberî Rêbertiya azad, xeta şehîdan, jinên têkoşer û gelê me yê berxwedêr de biçin. Wê jin, ciwan û gelê me wekî di tekoşîna 44 salan de hemû plan û siyaseta qirker ya hikûmetên dewleta tirk a faşîst têk birine, di roja îro de jî bi têkoşîna sala 45’emîn a PKK’ê bi heman, biryardarî, îrade û israrê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê Apoyî têbikoşin û li ber xwe bidin. Pîvana PKK’bûyînê, rêbaza wê ya têkoşînê û berxwedanê ev e. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê wê siberoja azad, bi pêşengiya jinan û li ser hîmê pêşxistina jiyana azad teqez were misogerkirin.”