Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PAJK: Tola hevrê Sara bi azadiya jinan dikare bê hilanîn!

PAJK'ê Komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku hilanîna tola Sara armanca bingehîn a PAJK'ê ye û got ku tola Sara tenê bi azadiya jinan dikare bê hilanîn

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de PAJK’ê Komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em soz didin ku heta berpirsyarên vê komkujiyê hemû bên cezakirin, bêyî ku kêliyekê jî rawest in, em ê di asta herî bilind de têkoşîna xwe bimeşînin û jiyana azad ava bikin. Di şexsê hevrê Sara de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, biryardariya xwe dubare dikin ku em ê hêjayî bîranînên wan bin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku sîstema modernîteya kapîtalîst ji bo hebûna xwe bidomîne krîzê diafirîne, di her krîzê de jî êşên giran bi mirovahiyê dide kişandin û wiha hat domandin: “Êrîşa li dijî hevrê Sara hat kirin, nîşan dide ku modernîtya kapîtalîst di şexsê dewleta tirk a faşîst de hewl da bi krîzeke nû xwe ji nava krîza heyî derxîne û ji bo vê jî herî zêde êrîşî jinan dike.”

Êrîşa li dijî Sakîne Cansiz komployek bû

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku êrîşa li dijî Sakîne Cansiz komployek bû û ev tişt anî ziman: “Lewma Rêber Apo êrîşa li dijî hevrê Sara weke êrîşa li hemberî xwe dît. Çawa ku piştî komploya li dijî Rêber Apo, modernîteya kapîtalîst firsend dît ku hovîtiya xwe li Rojhilata Navîn belav bike, bi rêya vê êrîşê û encamên wê hewl da zemînê serweriya xwe ava bike, êrîşa li dijî hevrê Sara jî bi vî rengî ye. Êrîşa li dijî hevrê Sara, fermana komkujiya li hemberî jinan hemûyan e. Jixwe heman piştî vê êrîşê konsepta êrîşê ya li hemberî jinan ket dewrê, li dijî çanda li dora xwedawendiyê ya gelan û civakan, li dijî kevneşopiya wan, her wiha yek bi yek li dijî jinan plana êrîşê ket meriyetê. Komkujiyên jinan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka me, destavêtina li jinan, kuştin, şewitandin û tunekirina wan, ji êrîşa li dijî hevrê Sara ne cihê ye.”

PAJK’ê da zanîn ku komkujiyên jinan, êrîşên bêperwa yên sîstema hov a bi serweriya mêr ên di nava 7 salên derbasbûyî de nîşan dan ku bi êrîşa li dijî jinên berxwedêr ên li dijî faşîzmê êrîş li dijî jinan hemûyan tê kirin û bi qirkirina jinan re gava destpêkê ya ji bo kolekirina civakê hatiye avêtin û wiha domand: “Lê belê berxwedana jinan a li dijî vê faşîzm û serweriya mêr, mohra xwe li serdemê xistiye, faşîzmê xewn û xeyalên faşîzmê hemû têk biriye. Cîhan wê bi destê jinên berxwedêr û azad bê guhertin. Di serî de jinên kurd ên li ser xeta hevrê Sara bûne şoreşger, jinên cîhanê bi tecrûbeyên xwe vê rastiyê careke din nîşan didin.”

‘Hilanîna tolê armanca me ya bingehîn e’

Di dewama daxuyaniyê de bi berfirehî qala kesayetiya têkoşer a Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hat kirin û wiha hat domandin: “Ev êrîşa ku li dijî îradeya azadiya jinan a xeta Rêber Apo hat kirin êrîşeke mezin e. Têkoşîna ku li dijî vê êrîşê bê kirin jî divê mezin be. Tola hevrê Sara tenê bi azadiya jinan hemûyan dikare bê hilanîn. Jiyaneke ku tu jin ji ber tu sedemê nayê kuştin, nayê windakirin, nayê tunekirin, xweliya wan li binê beton nayê veşartin, neçar nayê hiştin ku ji rastiya xwe dûr bikeve, nayê astengkirin ku jiyana azad temsîl bike, nayê astengkirin ku bibe pêşenga jiyanê; ew jiyan jiyana azad e. Û dema ku ev pêk hat dê hingî tola hevrê Sara bê hilanîn. Û hilanîna tola hevrê Sara jî weke PAJK’ê armanca me ya bingehîn e. Pêkanîna vê armancê, misogerkirina jiyana azad a destketiyên jinan bi hewldanên mezin, berxwedanê û biryardariya têkoşîna bêrawestan a heta serketinê dibe.

Di sala 8’emîn a şehadeta hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de, em şehîdên xwe yên meha çileyê, pêşengên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê ya bakurê Kurdistanê Sêvê, Fatma û Pakîze, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi hezkirin û minet ditewînin. Şoreşa Bakur bi pêşengiya jinan şoreşa hebûnê ye. Şoreşa azadiyê ya li bakurê Kurdistanê ku bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jinan pêk tê, wê teqez bi ser bikeve. Faşîzm di her gavê de ispat dike ku ji jinan ditirse. Ji ber vê yekê jin dibin hedefa êrişên faşîst, tên girtin, hewl didin ji civakê tecrîd bikin, li zindanan bi her awayî dibin hedefa kiryarên li dijî mirovahiyê û hewl tê dayîn ku bên qetilkirin. Ji bilî mezinkirina berxwedanê û xurtkirina biryardariya serketinê, ev êrîş dê bi kêrî tiştekî din neyê. Jixwe li gel van êrîşan jî jin têkoşîna civakî mezin dikin, faşîzmê ditirsînin û dibin tirsa herî mezin a serweriya mêr.”

Pêngava azadiyê

Her wiha PAJK’ê di daxuyaniyê de jinên li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê bûn hedefa faşîzmê û hatin qetilkirin, bi bîr anîn û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Soza ku me dane şehîdên xwe em dubare dikin. Em ê faşîzmê hilweşînin, jiyana azad ava bikin û bi avakirina jiyana azad a bi Rêber Apo re tola xwe ji serdestan hemûyan hilînin. Bi vê têgihiştinê em bang li jinan gelê xwe, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya bi daxwaza jiyana azad dikin ku bi pêşengiya partiya me PKK û PAJK’ê, bi ruhê sala nû ya berxwedanê tev li pêngava me ya azadiyê bibin, li her cihî di nava her şert û mercî de çalakiyan mezin bikin û faşîzmê li gel saziyên wê hemûyan hilweşînin û jiyana azad ava bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar