Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PAJK: Wateya gotinê nema ye; divê derseke dîrokî ji dewleta tirk re bê dayin

PAJK'ê diyar kir ku dewleta tirk a qirker heta qirika xwe ketiye nava çiravê û bi piştgiriya PDK'ê û hêzên navneteweyî, bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer dike.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, şehîdxistina 17 gerîlayan bi madeyên kîmyewî daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê pajk.org weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Şoreşger, qehreman û fedaiyên serdemê yên Şerê Gel ê Şoreşgerî, milîtanên Apoyî, gerîlayên PKK’yî û PAJK’ê li hemberî dewleta tirk a faşîst û qirker şerê rûmeta mirovahiyê, şerê misogerkirina serketina gelê kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşînin. Em di şexsê 17 hevrê, milîtan û berxwedêrên çiyayên serhildêr ên Zap, Avaşîn û Metînayê de tevahî şehîdên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê ku bi vînekî ji polayê li ber xwe didin, bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin. Em bi hêrs û tola her fedaiyekî Apoyî yên di çeperên berxwedanê de li pêşiya celadên gelê kurd bedena xwe dikin mertal û rê nadin dagikeran, hêrsa xwe li hemberî faşîzma dewleta tirk ya qirker carekî din tînin ziman. Soza bilindkirina tekoşînê û pêkanîna xeyalên şehîdên azadiyê nû dikin.

Dewleta tirk heta qirika xwe ketiye çiravê

Dewleta tirk a faşîst û qirker di şerê şeş mehên dawî de tu rêzik û zagonên şer nas nake. Rêbazên herî qirêj ên şerê taybet, kiryarên dermirovî û bêexlaqî di şexsê gerîla de li hemberî jinên Kurd, gel, ciwan û tevgera me bi giştî di şerê dijwar ya şeş mehan de xistiye meriyetê. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya qirker û artêşa wê ya çetewarî ev du sale bi fermana Erdoganê Kîmyesal li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî û taktîk nukleer bi kar tîne. Bi ragihandina şehadeta 17 hevrêyên me yên ji ber çekên kîmyewî şehîd bûne re êdî rûpoşa rûyê qirêj ê dewleta tirk a kujer, qirker û hevkarên wê hatiye xwarê. Desthilata AKP-MHP’ê li hemberî gerîlayên ku li ser Apoyî li ber xwe didin, li hemberî Zîlanên serdemê Sara û Rûkenan êdî heta qirika xwe ketiye nava çiravê. Li hemberî vîna gerîlayan, îradeya wan şikestiye ji ber wê bi êrîşên herî hovane ser gerîla de diçe. Bikaranîna çekên kîmyewî û taktîk nukleer êrîşên hovane yên dewleta tirk a faşîst êdî rûyê wê yê herî eşkere ye.

Bêdengî hevkarî ye

Li hemberî sucên dewleta tirk ên ku li dijî ewladên gelê kurd, di serî de hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê, hevkarê wê yê noker PDK’ê û hêzên NATO berpirsyar in. Saziyên Navneteweyî bi bêhelwestiya xwe şirîkahiya dewleta tirk dikin. Di şerê şeş mehan de gelek caran bikaranîna çekên kîmyawî û taktîk nukleer bi belgeyan ji raya giştî re hat ragihandin. Bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku van sûcên şer ên dewleta tirk lêkolîn bikin. Hin hewldan hatibin kirin jî lê heta niha bi tu awayî li hemberî sûcên dewleta tirk helwestekî zelal a saziyên navneteweyî ku qaşo mafê mirovan diparêzin pêk nehatiye. Vê yekê hem cesaret da dewleta tirk û hem jî tê maneya li hemberî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî û taktîk nukleer rewa dîtinê.

Divê PDK ji aliyê kurdan ve wek partiya nayê xwestin were îlankirin

PDK’ê bi hevkariya xwe bi her awayî rê ji dagirkeriya dewleta tirk a dagirker re vedike. Ji pêkanîna pêdiviyên lojîstîkê bigre heta çêkirina çeper û rêyan hevkariya xwe aşkera kiriye. Bi astengkirina maskeyên li dijî kîmyasalê bi awayekî vekirî rê li ber şehadeta gelek gerîlayan vekiriye. Rayedarên dewleta tirk ji vê hevkariya PDK’ê cesaretê digrin û li navenda Hewlêrê fermana kuştin û cinayetên kurdan didin. Divê gelê kurd PDK’ê wekî ‘Partiya ku nayê xwestin’ di nav neteweya kurd de îlan bike û ji bo wê çalakiyên protestoyî û helwesteke tundtir li hemberî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta tirk bi pêş bixîne.

Dîroka tirkan bi  sucê şer tije

Di dîroka şerê azadiyê de yê li dijî dewleta tirk a dagirker û qirker, tu demê çekên kîmyewî ewqasî bi awayekî rêk û pêk nehatine bikaranîn. Lê di demên bihurî de jî dewleta tirk a qirker gelek caran çekên qedexekirî bikaranîn. Ji ber ku dîroka dewleta tirk, bi temamî dîrokekî ya sûcên şer, kuştin û qirkeriyê ye. Di vî şerê şeş mehan de ku bênavber dewame carekî din rûreşiya dewleta tirk û dijminahiya wê ya li hemberî gelê kurd û tevahî gelên herêmê hatiye eşkerekirin.

Dewleta tirk bi van kiryarên xwe yên dermirovî dixwaze vîna jin, ciwan û gelê kurd bişkîne. Îradeya têkoşînê, hêza bawerî, moral, û helwesta tolhildanê di nava gelê me de bişkîne. Lê ciwan, jin û gelê me siyaseta qirker ya dewleta tirk û kiryarên wê baş zanin. Di şoreşa azadiya Kurdistanê de rastiya her şehîdekî veguheriye bilindkirina tekoşînê û xurtkirina berxwedanê. Heqîqeta Fermandarên demê Helbest Koçerîn, Baz Mordem û 15 lehengên azadiyê ji bo milîtanên Apo’yî, jin, ciwan û gelê me fermana bilindkirina têkoşîn û bi pêş xistina berxwedanê ye.

Bi çalakiyan bersiveke tund bidin dewleta tirk

Li hemberî hovîtiya dewleta tirk a qirker û faşîst wateya gotinê nemaye. Divê tevahî sazî û rêxistinên kurd daxuyanî û nerazîbûna heyî têrker nebînin. Hemû hêza xwe ji bo çalakiyên aktîf seferber bikin. Bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer ne tenê gerîlayên azadiyê hatine şehîdkirin, di şexsê wan de wîjdan, exlaq, siyaset û jiyan hatiye jehrîkirin. Divê gelê me yê li Başûr, Bakûr û derveyî welat bi hemû hebûna xwe rabe ser piyan. Di serî de jin û ciwanên başûrê Kurdistanê bi îrade û helwesta Delal Şoreş (Peyam Abdullah) li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûr bibin xwedî helwestekî şoreşgerane û çalakiyan li dar bixin. Divê heta ku ji xwînxwaran hesab were xwestin gelê me, jin û ciwanên kurd bi helwestekî tund, li gorî ruhê demê û pêvajoya awarte her derê veguherînin qadên çalakiyan. Bi biryardariya ruhê Egîd û Zîlanên serdemê helwesta xwe li dijî vê hovîtiya ku di tu dema dîrokê de nehatiye dîtin raber bikin. Bi çalakiyên bi bandor bersiveke tund û dersekî dîrokî bidin dewleta tirk a faşîst, qirker û hevkarên wê.

Li ser vê bingehê em careke din bi heskirin, bi rêz û minetdarî 17 hevrê û têkoşerên di şerê serketinê de heta hinaseya xwe ya dawî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê bi bîr tînin. Biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşînê û mîsogeriya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li hemberî rastiya şehîdan tînin ziman. Em dibêjin wê bi berxwedana gerîla, serketin û bi tekoşîna jin, ciwan û gelê me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar