Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PAJK: Xeta Zîlan di têkoşînê de israr, di şer de jî serkeftin e

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Zîlan daxuyanî da û wiha got: “Li Kurdistanê xeta Zîlan ji bo jinên kurd bûye pîvana di tekoşînê de israr, di jiyan û şer de serkeftinê. Em weke tevgera azadiya jinan, li ser van destketiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber Apo û şehîdên me ava kirine têdikoşin”

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 25’an a çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Afirînera xeta fedaî û manifestoya jiyana azad hevrê Zîlan (Zeynep Kınacı) di salvegera 25’emîn a şehadetê de, bi rêz, heskirin û minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên meha Hezîranê de, hemû hevalên li ser xeta fedaî, bi vîn, bawerî û evîna Zîlan, di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de gihîştine şehadetê bi bîr tînin. Bawerî û soza parastina nirxên şehîdan girêdana bi xeta wan re nû dikin.

Di sala 1996’an de dewleta tirk a dagirker bi hevkariya hêzên navdewletî, êrîşeke plankirî li dijî Rêber Apo xwestin pêk bînin. Li hemberî êrîş û komploya li ser Rêbertiya me, hevrê Zîlan di 30’î Hezîrana 1996’an de li navenda Dêrsimê, çalakiya fedaî li dar xist. Hevrê Zîlan, bi çalakiya xwe ya dîrokî bersiv da komplogeran û peyam da wê komplo tu carî bi ser nekeve. Heval Zîlan, girêdana xwe ya bi Rêbertî re bi çalakiya xwe pênase kir; Rêber Apo jî çalakiya hevrê Zîlan  wiha pênase kir; ‘Zîlan, navê yekkirina serkeftin û evînê ye. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe ber bi çalakiyeke wiha’. Rêheval Zîlan, bi pênaseya ‘Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin’ ji nû ve çanda xwedawendên Mezopotamyayê nûjen kir. Şoreşgerek encax dikare di vê zelalbûnê de fikr û hestên xwe îfade bike. Ji ber vê yekê tevgera me ya azadiya jinan, xwe spartiye rastiya Zîlan û bûye pênaseya evîna kurd.

Fedaîtî û pêşengiya jinan bû şêwaza berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê

Di dîroka têkoşîna me de, şêwazê çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan, pêvajoyekî nû yê li ser bingeha ruhê fedayîtiyê pêş xist. Êdî fedayîtî û pêşengiya jin, li Kurdistanê bûye şêwazê jiyan, şer û têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê. Bi kesayeta heval Zîlan re rastiya berxwedan û têkoşeriya jinên kurd hat afirandin, hat birêxistinkirin û bû nasnameya jinên azad. Êdî li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jinên kurd bûye pîvana di têkoşînê de israr, di jiyan û şer de serkeftin. Em weke tevgera azadiya jinan, li ser van destketiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber Apo û şehîdên me ava kirine têdikoşin û li ber xwe didin. Ji ber ku ev pîvana girêdana bi xeta Zîlan û Semaya ne. Her milîtaneke jin a îro li ser vê xetê dimeşe, bi vê biryardarî û baweriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe û şer dike.

Gerîla li ser xeta Zîlan bi ruhê fedaî bersiva êrîşên qirkirinê didin

Di van rojên dîrokî de şerekî giran û hebûn-tunebûnê ya ku bandorê li dahatûya gelê kurd dike tê dayîn. Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji Botanê heta Amedê şerekî dijwar diqewime. Di serî de tesfiya li ser hereketa me tê ferzkirin, êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser gerîla, şerê taybet û konsepta qirkinê ya li ser gelê me û jinan tê pêşxistin, di encama plana qirkirinê de ye. Divê em bi zanabûna ku navenda şer li Îmraliyê dijî Rêber Apo tê meşandin tevbigerin. Li hemberî şerê topyekûn û plana tasfiye, di vê serdemê de gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê li ser xeta Zîlan bi ruhê fedaî bersiva êrîşên qirkirinê didin. Gerîla û şervantiya modernîteya demokratîk qerekterê şerê gel ê şoreşgerî ye. Ev sekna gerîla milîtanbûn û şoreşgeriya demê ye. Fedaiyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê yên ku sekna milîtanî û fedayîtiya xeta fermandar Zîlan nîşan didin û bi hemû vîn û baweriya xwe tev li cengê dibin xwe gîhandine ruhê şoreşgerî yê demê. Ev dema dîrokî ya em dijîn, di heman demê de erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me.

Serkeftin dê bibe ya gelê me û tevgera azadiya jinan

Li hemberî dagirkerî û faşîzma AKP-MHP’ê, ya dijminê gelan û jinan, em weke tevger û gelê kurd pêwîst e bi ruhê fedayîtî, bi şêwaza hevrê Zîlan têbikoşin û di vê serdema dîrokî de destketiyên gelê kurd mîsoger bikin û nirxên têkoşîna jin biparêzin.

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê, carekî din di şexsê şehîdên meha Hezîranê de hevrê Zîlan, Helmet, Nûjîn Sêrt ku di serdemên cuda yên têkoşîna azadiyê de bi rol û pêşengiya dîrokî rabûn, bûne mîras ji berxwedana gerîla ya fedaî, dîsa di şexsê şehîdên Mamreşo û Zendûrayê de tevahî şehîdên pêngava şoreşgerî bi rêz û heskirin bi bîr tînin. Soza bicihanîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em weke milîtanên xeta Apoyî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û ruhê fedaî yê di gerîla de ava bûyî van êrîşan têk bibe û serkeftin bibe ya gelê me û tevgera azadiya jinan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar