Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PAJK: Xeta Zîlan riya azadiya Rêbertiyê ye

Koordînasyona PAJK'ê bi boneya salvegera 28'an a şehadeta Zîlan ev tişt parve kir: “Derketina dîrokî ya rêheval Zîlan vêya aşkere dide nişandan ku riya serkeftinê, riya azadiya Rêbertiyê ye. Rêbertî  jiyana mirovatiya azad a pîroz e. Bi îradebûn û rihê Zîlanan ê fedayetiyê em bi xurtî tevlî hemleya ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî bibin, têkoşînê li her derê bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Azadiya Rêber Apo ew ê bibe azadiya jinê û heman demê bibe azadiya Kurdistan û mirovahiyê ye.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 28’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê çalakiya fedayî kir û nêzî sed dagirker ceza kir, li ser malpera xwe pajk.org daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK)  wiha ye:

“Zeynep Kinaci-Zîlan ku bû xeta azadiya jinê di 28. salvegera şehadeta wê de em bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Wateya çalekî û sekna Heval Zîlan bi heman rûhê sala yekemîn a 30’ê Hezîrana 1996’an bi bandor û zîndî ye. Her gavek û helwesteke rast a di cih û dema xwe de be, dibe bersiv û mohra xwe li jiyanê dide, sînorên teng ên dem û cîhan derbas dike û dibe heqîqeteke herdem û herciyî. Şehît Zîlan jî bi çalekiya xwe ya fedayî xwedî heqîqetek wiha ye. Sînorên dem û erdnîgariyan derbas kiriye. Ji ber vê îro jî zîndiye û bi heman heybetê bibandore.

Sekna Zîlan pîvana tevlîbûnê ya li xeta Rêber Apo ye

Azadî felsefeyeke jiyanê ye, feraseta têkoşînê ye, sekneke, rêbazeke, çalakiyeke. Zeynep Kinaci felsefeya Rêbertî veguherand feraseta têkoşîn û jiyanê, xeta çalakiyê, rêbaz û taktîkê, nîşan da ku kesek bi tenê dikare rêveçûna dîrokê biguherîne. Hevrê Zîlan, di 6’ê Gulana 1996’an de ku gavên destpêkê yên komploya navneteweyî lê dihatin avêtin, li hemberî êrîşeke bi ermanca îmhayê ku yekser li dijî Rêber Apo hate kirin, di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi pêngaveke fedaîtiyê bersiv da û têkoşîn gihand asta herî bilind. Zeynep Kinaci, pîvana şoreşgeriyê ya jin û mêr ên partîbûyî ye. Hevrê Zîlan sekna çalakiyê û jiyana fedaî ya cewherî ya hişmendiya partîbûyî ye, pîvana tevlîbûnê ya li xeta Rêber Apo ye. Zîlan li dijî her cûre êrîşên dijminên yên li derveyî mirovahiyê, li hemberî qirkirin, îmha û înkarê rêya serkeftinê ya wan mirovan e ku bi hemû hucreyên xwe radibin, xeta serkeftinê di kesayetiya xwe de diafirînin û berê xwe didin armancê. Lewma çalakiya fedaî ya ku hevrê Zîlan li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anî, ne tenê çalakiyeke leşkerî ya serkeftî ye. Rêber Apo weke çalakiyeke leşkerî nenirxand, ji wê wêdetir nirxand. Ev çalakî kire bangawaziya partîbûna jinê. Di vê wateyê de têkoşîna azadiya jinê misoger kir. Jixwe jinên ku xwedî eşqeke têkoşînê ya ewçend mezin, ne bi xwe, ne çalakiya xwe ne jî peyama xwe ji rêzê nedibû. Bang ew bû ku têkoşîna azadiyê bê mezinkirin.

Li ser xeta Zilan Jina Kurd a ku bû artêş, bû partiyek, bi azweriyeke mezin a azadiyê xwe bi rêxistin kir. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, faşîzm û metîgeriyê  bi têkoşîna xwe ya bi biryar bûye temînata  hemû azadiyan.

Zîlan re rastiya berxwedan û têkoşeriya jina kurd e

Di dîroka tekoşîna me de, şêwazê çalakiya fedaî ya rêheval Zîlan, pêvajoyekî nû yê li ser bingehê ruhê fedayîtiyê pêşxist. Êdî fedayîtî û pêşengiya jin, li Kurdistanê bûye şêwazê jiyan, şer û tekoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê. Bi pêşengtiya Zîlan re rastiya berxwedan û têkoşeriya jina kurd hat afirandin, hate bi rêxistin kirin û bû nasnameya jina azad. Êdî li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jina kurd bûye pîvana di têkoşînê de îsrar, di jiyan û şer de serkeftin. Em weke Tevgera Azadiya Jinê, li ser van destkeftiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber Apo û şehîdên me ava kirine têdikoşin û li ber xwe didin. Ji ber ku ev pîvana girêdana bi xeta Zîlan û Semayan e. Her militaneke jin û her jineke berxwedêr îro li ser vê xetê têkoşîn dike.

Xeta Zîlan li dijî sîstema serweriya mêr, rejîmên dijminê gel û jinan, mêtingerî û dijminatiya qirkerî, bû serhildana civakî û veguherî manîfestoya şoreşa jinê. Xeta ‘JIN JIYAN AZADÎ’ ya ku îro bûye malê cîhanê, nirxê gerdûnî yê xeta Zîlan radixe pêş çavan. Li dijî dîktatorên dijminê jinê û rêxistiniyên faşîst, pêşwazîkirina pêvajoyê ya bi vîna Zîlan, bi bicihanîn û serxistina pêngava me ya ‘JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ VE’ dibe.

Zîlan navê jina azad e; bi hêrseke mezin li dijî polîtîkayên qirkirina jinê bombeya xwe teqand û nefreta xwe li dijî koletî, serdestî û paşverûtiyê herî bi wêrekî nîşanda. Bi saya wê û bi sedan hevreyên wekî wê jina Kurd careke din çavên xwe li azadiyê vekir. Dengê teqîna wê bû tilîliya azadiyê. deng, reng û jiyan bi wate kir. Têkoşîna jinan ji bo vê xurt e û wê hîn xurtir jî bibe.

Serkeftin bi têkoşîn û berxwedanê pêkan e

Zîlan, fermandara artêşa me ye. Fermanên wê îro li çiyayên Kurdistanê di berxwedana hêzên YJA-STAR û HPG’ê de bersivê dibîne. Her gerîllayek şopdareke Zîlane îro. Destên xwe dane hev û weke xelekên zîncîrê bi hev ve hatine girêdan. Ne ti tank, ne êrîşên balafir û ne jî kîmyasalan nekarî xelekên vê zîncîrê ji hev biqetîne. Felsefeya serkeftin bi têkoşîn û berxwedanê pêkan dibe di coşa her gerîllayeke ku bi ser dijmin de bi wêrekî û qeheremanî diçe de jiyanî bûye. Li Dêrsim, Zap, Metîna Garê, Xakurkê, Heftenîn, Dêrsim, Botan û Amed li ber xwe didin. Li Kurdistana perçekirî, li her çar aliyan li berxwedan û bi berxwedanê serkeftinê misoger dikin. Ji ber fermandar Zîlan ev ferman daye.

Li hemberî stratejiya qirkirinê ya faşîzma AKP-MHP’ê, di pêşengtiya jinan de gelê kurd li ber xwe dide. bi rihê fedayîtî têkoşîn li her derê bilind dibe. Berxwedêrên ku îro li Avaşîn, Zap û Metînayê li ber xwe didin, bi hişmendiya pêkanîna vê fermanê têdikoşîn û rê nadin dagirkeriya dewleta tirk a faşîst. Rastiya jinên pêşeng û şoreşgerên mezin yên Kurdistanê Zîlan, Sema, Gulan û bi hezaran hevreyên me nirxên vê jiyanê ava kirin. Ji bo jiyaneke azad, civakeke azad were avakirin, Zîlanên serdemê bi ruhê canbexşane bedena xwe li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û teknîka wê dikin mertal.  Ruhê ku di sînga her gerîlayekî de dibe siberojekî nû li vê welatî ne hêsan e bi pêyvan were wesifkirin. Ji ber ku weke her rêhevalekî me dibêje gerîlatî li Kurdistanê, nayê ziman lê tê jiyîn. Gerîlatî navê jiyanekî bê dawiye li Kurdistanê, ji ber ku navê wê jiyanê Zîlan e…

Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya mirovahiyê

Derketina dîrokî ya rêheval Zîlan vêya aşkere dide nişandan ku riya serkeftinê, riya yekbûnê, riya azadiya Rêbertiyê ye. Rêbertî  jiyana mirovatiya azad a pîroz e. Bi îradebûn û rihê Zîlanan ê fedayetiyê em bi xurtî tevlî hemleya ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî bibin, têkoşînê li her derê bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Azadiya Rêber Apo ew ê bibe azadiya jinê û heman demê bibe azadiya Kurdistan û mirovahiyê ye. Bi vê biryardarî û baweriyê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşîn meşandin erkê me ya serdemê ye.

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê, carekî din di şexsê rêheval zîlan de tevayî şehîdên meha Hezîranê û tevayî şehîdên şoreşa azadiya jin û gelê kurd  ku di serdemên cuda yên tekoşîna azadiyê de bi rol û pêşengiya dîrokî rabûn, bûne mîras ji berxwedana gerîla ya fedaî, bi rêz û heskirin bi bîrtînin. Soza bi cihanîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em weke milîtanên xeta Apoyî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û ruhê fedaî yê di gerîla de ava bûyî van êrîşan têk bibe û serkeftin bibe ya gelê me û Tevgera Azadiya Jinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar