KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

PAJK: Zayîna Rêber Apo zayîna mirovahiyê ye

Koordînasyona PAJK’ê rojbûna Rêberê Apo pîroz kir û ev tişt parve kir: “Em 4’ê Nîsanê bi wateya jiyana azad, zayîna mirovê azad e û jinûve zayîna mirovatiya azad e. Di vê 4’ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê xwe em divê mohra xwe li dîrokê bixin"

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan peyamek weşand. PAJK’ê daxuyand ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê sala têkoşînê de armanca wan a bingehîn e û wiha hat gotin: “Bi vê bîr û baweriyê em rojbûna Rêber Apo li jinan, gelê kurd û dostên gelê xwe pîroz dikin.”

Peyama 4’ê Nîsanê ya PAJK’ê wiha ye:

“Di serî de salvegera jidayikbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li Rêberê xwe, li jinan, li gelê Kurd û li tevahiya mirovatiya di oxira azadiyê de têdikoşe pîroz dikin. Em 4’ê Nîsanê bi wateya jiyana azad, kelecana serkeftina jina azad civaka azade, bi baweriya ku zayîna Rêber Apo zayîna mirovê azad e û jinûve zayîna mirovatiya azad e pêşwazî dikin.

4’ê Nîsanê jidayikbûna milyonan e

Rêber Apo sekna kurdên azad yê li hemberî sîstema desthilatdar ku dixwaze kurdên xwe ava bike û ji bo xwe bixebitîne afirand. Jidayikbûn tê wateya wê meşa ber bi jêr ve çûyînê, dayîna sekinandin, wê gihandina meşa raste. Di vê wateyê de 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye, jidayikbûna gelekê ye, jidayikbûna bi milyona ne. Bi taybet jidayikbûna gelê kurd e. 4’ê Nîsanê banga azad a gelê kurd li hemberî tinebûn, qirkirin û dagirkeriyê ye. Ne tenê nûneriya yek zayînê kir, nûneriya vejîna hemû bindestan kir. Heman demê vejîna jina azad, civaka azad, mirovê azad e.

4’ê Nîsanê dibe wesîleya xwe cardin gihandina cewherê ji mirovahiyê hatiye dizîn. Ev dibe hêza guhartin û veguhartina herî mezin. Rêber Apo ev hêza guhartin û veguhartinê bi paraznameyên xwe diyarî hemû mirovahiyê kir. Îro li vê diyariyê li her derê cîhanê ji aliyê gelê kurd û dostên xwe ve xwedî derketinekî di asta rêxistinbûyîna jiyan û têkoşînê de tê jiyîn.

Gelê kurd di roja me de gelek encamên girîng û serkeftinên mezin bidest xistiye. Ev serkeftin herî zêde di rêxistin û zanebûna jinê de eşkere ye. Li ser jinê dagirî û dextên heyî bi zêdetirîn li ser civakê jî hatiye pêşxistin. Li hemberî vê diyardeyê rabûna jinê û banga wê ya azadiyê di heman demî de tê wateya rabûna gelê Kurd bixwe. Rêber Apo jinê bi azadiyê re li hev da naskirin, jinê bi dîrok û nasnama xwe da nasîn.

Tê zanîn ku zayîneke her mirovî heye. Ev rastiyeke biyolojîk e. Lê belê zayînên fikrî her wext pêk nayên. Ji ber vê yekê ev zayînên herî mezin û bi zehmet in. Bo pêşbikeve jî ked û armancên mezin dixwaze. Weke tê zanîn hişmendiya dewletî dibin navê mirovahiya şaristaniyê de xwest hemû dewlemendiya Rojhilata Navîn bi dewlemendiya mirovên wêrek bixe bin bandor û dagirkeriya xwe. Bi hezaran salan ev dagirî û bandora wê didome. Wê çand û afirandinên wê, weke ya xwe ye digre û dixebitîne. Afirandinê mirovan li hemberî wan dan bikaranîn.

‘Zayîna Rêberê me zayîna asayî derbas kiriye’

Zayîna Rêberê me bu bidawîkirina van hemû nêzîkatî, hişmendî û ferasetan, bi çavkaniyên xwe yên jiyanê de bi xwe re nûbûn da avakirin. Zayîna Rêberê me zayîna asayî derbas kiriye. Di her wateyê de ferqa xwe derxistiye holê. Rêberê me ji bo jin ji asta metabûnê derkeve, birêxistin bibe û zane bibe keda herî mezin daye. Azadî ji bo jinê bu rastiyeke dest jê nayê berdan. Azadiya jinê bi asta têkoşîna îro jî derketiye holê. Ji milê jinên Rojhilata Navîn û jinên kurd ve ev roj bi girîngî tê dest girtin.

Rêber Apo, azadiya jinê xist navenda azadiya civakê

Bi sîstema şarîstanî ya 5 hezar salan û weke encamên hovane yê pergala kapîtalîst hemû gelên cîhanê ketiye bin dagirkeriyeke mezin û berfireh. Di encamê dagirkeriya li ser mirovahiyê de xweza û hawirdor jî hatiye qetilkirin. Bi navê wekhevî û azadiyê hemû nirxên civakî hatine binpêkirin. Di ti demên dîrokê de civak ewqasî bêparastin nehatiye hiştin. Bi taybet jin dibin bandora hemû pêkanîn û kiryarên vê sîstemê de maye. Bi derketina Rêber Apo re ev sîstema bi lanet û kirinên wê hatine lêhûrîn, çareseriya wan derketiye holê û hêviyên jinê bûye xwedî bersiv. Ev di heman demê de tê wateya li hemberî pergala desthilatdariya zilam zayîna jiyana azad. Ji ber li hemberî hemû kirinên dijmirovahî, dijxwezayî bi saya felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ev jiyan li gorî ji nûvejînê bi rêya azadiya jinê re destpê kiriye. Heqîqetên bi jinê re destpêkiribûn û ji aliyê sîstema desthilatiya zilam ve hatibûn tinekirin cardin derketiye ser rûyê rojê. Rêber Apo, azadiya jinê di navenda azadiya civakê de bi cîh kir û li gora wê nirxand û çareseriya civakî bi felsefeya jiyanê formûle kir. Cardin Rêber Apo di pêvajoya Îmralî de li hemberî hişmendiya komplogerî modela civaka demokratîk-ekolojîk-azadiya zayendî afirand. Li gora vê vîna gelan bi rastiya civaka polîtîk û exlaqî da eşkere kirin û li hemberî vîna zilam ya yek alî vîna jina azad derxiste holê.

Di 4’ê Nîsanê de divê mohra xwe li dîrokê bixin

Em weke jinên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê zayîna Rêber Apo weke çavkaniya jiyana xwe dibînin. Lê belê ji ber ku Rêber Apo hîn di girtîgeha Îmraliyê de ye em ji her demî zêdetir li hemberî vê rewşê bi hêrs in û heya mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwedî helwesta têkoşîneke bê navber de ne. Weke Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK em ê di sala 2024’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe têbikoşin. Me li gorî vê yekê rola xwe aşkera kiriye. Em ji bo Rêberê xwe li dijî rastiya dijmirovahî ku li ser tê pêkanîn ji her sal zêdetir di vê 4’ê Nîsanê de daran biçînin. Di vê 4’ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê xwe em divê mohra xwe li dîrokê bixin. Di 8’ê Adarê û Newrozê de em weke jin bi sekin û pîrozbahiyên herî mezin li Rêberê xwe xwedî derketin. Di vê 4’ê Nîsanê de jî bi çandina daran em ê xwezayê nêzî Rêberê xwe bikin. Evê bi zanebûn û têde kûrbûna ekolojiyê re bi encam bibe. Ji bo Rêberê me darên şîn nebîne dar hatine birîn. Em ê ji bo Rêberê xwe hemû deveran bi darên şîn bixemilîn in. Di van rojên serhildan û berxwedanan de divê em jinên Kurd ji bo layiqê Rêberê xwe bibin li her deverê lê xwedî derkevin û bi ruhekî germtir van rojan li Rêberê xwe pîroz bikin.

Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinê, azadiya gelê kurd û mirovahiyê birêxistin kir. Ji bo vê yekê ser bixîne, bawerî û hêviyê ji nûve zindî bike têkoşîn û berxwedaneke ku mînaka wê li cîhanê tuneye nîşan da û pêş xist. Rêbertiya me ev 25 sal in li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdekî giran de ji bo azadiya jin-civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Li hemberî berxwedana dîrokî ya bê hempa ya Rêber Apo jin, ciwan, gelê kurd û dostên xwe, di ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo de berpirsiyar in. Helwest û ruhê têkoşînê yê di 8’ê Adarê û Newrozê de derket pêş biryardariya azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bû. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna ji niha û pê de bê meşandin jî wê bi heman ruhî be. Çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê têkoşînê bilind kirin, ew ê bi pêşengiya jinan jî serkeftinê misoger bikin.

Em wekî Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê carekî din dibêjin azadiya Rêberê me ya fizîkî di vê sala dijwar a têkoşînê de jî armanca me ya sereke ye. Bi vê bîr û baweriyê em rojbûna Rêber Apo li jin, gelê kurd û dostên gelê xwe pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar