Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PAJK’ê banga serhildanê li jinan kir

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê bang li jinan kir ku serî hildin û tev li pêngava hilweşandina pergalên serwer bibin

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hat vegotin:

“PKK a bi pêşengiya Rêber Apo piştî têkoşîna 5 salan a komek ciwanan li gundê Fîsê ya Licêya Amedê di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya xwe ya pêşîn li dar xist. Ev avakirin ji avakirina partiyê wêdetir bûye helwesta azadiya berxwedana bindestan û azadiya wan. Vê taybetiyê di salên geşbûna PKK’ê de rê li ber vî tiştî vekir ku jin berê xwe bidin azadiyê. Rêber Apo avabûna PKK’ê wekî ‘tarza jiyaneke nû, meseleyeke rûmetê, çalakiya namûsê ya ku wateya civaka dîrokî ye’. PKK wekî tevgereke mirovayetiyê, tevgereke jinan, tevgereke kedê, mirovên azad û tevgereke civakî hat pênasekirin, vî tiştî çavkaniya xwe ji têkoşîna gelan Kurdistan û Rojhilata Navîn stend.

Meşa PKK’ê ya ku qîrîneke mezin a ciwanên Kurdistanê ye, ji dema destpêkê û şûnde bû bahozeke azadiyê, ji kombûnê derket û hemû Kurdistan xist bin bandora xwe, dengê xwe gihand gelê kurd û bû tevgereke gel. Bi geşbûna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze re bû tekane dengê gelê Kurdistanê.

Têkoşîna azadiya ya dîrokî ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, bi berdêlên mezin û bi artêşa şehîdan a ku bi deh hezeran, heta ku karibe pêşengiya jiyana azad a hemû mirovayetiyê re bike şer kiriye û li ber xwe daye. Rastiya şehîdan a di nav PKK’ê de derketiye holê, bûne sedem û garantiya jiyana azad a gelê Kurdistanê. Meşa li ser vê xetê tekane hinceta ji bo jiyana azad e. Di heman demê de teqez e ku tevgereke ku evqasî şehîdên wê heye dê têk neçe. Têkoşîna ku qehremanên wekî Hakî, Mazlûm, Kemal, Sara, Zîlan, Egîd, Rustem, Şîlan, Simko, Viyan, Gelhat, Arîn, Delal, Helmet, Kasim, Hawar û Esmeran û bi deh hezaran qehremanên din ku pêşengtî jê re kirine, ji xeynî serfiraziyê tu rêyeke wê ya din tune.

PKK bi xeta azadiya jinan di nav tevgerên sosyalîst ên şoreşger de kêmasiya herî mezin temam kiriye û pêşengtî ji vî tiştî re kiriye. Xeta azadiya jinan a ku bi keda Rêber Apo hatiye avakirin, di warê dîrokê de geş bûye û heta îro hatiye. PKK a ku nîvsed sal in hilneweşiyaye û li hemû dinyayê meşrû ye, ji ber serkeftina wê, israra wê ya ji têkoşînê û avakirina hêza takekesan û bi fêmkirina ruhê demê ev tişt pêk aniye.

Di nav van nûbûnan de ya herî radîkal û di nav civakê de bandorên erênî çêkiriye, gavên der barê rastiya azadiya jinan de ye. Pirsgirêka azadiya jinan ketine nav navenda têkoşîna PKK’ê. Azadiya jinan hucreya sereke ya PKK’ê ye. Wekî salên têkoşînê, teoriya veqetandina ji mêran, kuştina mêrantiyê û îdeolojiya rizgariya jinan hatiye formulîzekirin, her helwesta wê bûye destpêka serdema berxwedan û jiyana azad. Bi van hêzan YJWK hatiye avakirin û piştre bi avabûna YAJK’ê re berxwedana azadiyê ya jinan a gelê kurd derketiye holê û bi gava partîbûna jinan bi awayê PAJK’ê şênber bûye, pêşengiya azadiyê ya hemû civakê afirandiye.

PKK li Rojhilata Navîn û dinyayê di warê geşkirina têkoşîna neteweya demokratîk de roleke pêşeng lîst. Xeta sêyemîn a ku li Rojhilata Navîn hemû gel qala wê dikin, li hemberî êrîşên paşverû yên hegemonyayê û herêmî, li hemberî êrîşên faşîst û qirker ên dewleta tirk, bi berxwedanê xwe îfade dike. PKK bi xeta azadiya jinan, xeta polîtîk û pergala rêxistinî ya ku hiş û dilê jinan ji xwe re dike esas, bandorê li ser hemû rêxistinên çepgir, ekolojîk, azadîxwaz ên dinyayê dike û pêşengtiyê ji wan re dike. Di sala 44’an de jî PKK ji her demê zêdetir nêzî civaka azad a Kurdistan û Rojhilata Navîn, netewebûna demokratîk û azadiya jinan bûye.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker dijminê hemû nirxên civakî ye û temsîla hegemonyaya hemû cîhanê û modernîteya kapîtalîst dike. Heta ku li ser vê xeta faşîst a yekreng raweste, bi çetebûnê, mafyabûnê û kirine bin xizmeta xwe dibe weke ûrekî kansêrê û hemû civakê nexweş dike.  PKK ya ku bi têkoşîna xwe ya gerdûnî dema xwe ya herî xurt dijî, di vê demê de ku desthilata faşîst herî xurt e, berxwedan daye ber xwe û gavekê jî ji têkoşînê dûr nemaye.

Xasma jî têkoşîna ku gerîlayên HPG û YJA Starê pêşengiya wê dikin di van 7 mehên dawî yên pêvajoya berxwedanê de pişt li AKP-MHP’ê şikandine. Derbên ku gerîlayên YJA Starê li artêşa tirk a faşîst dane artêşa tirk şeht kirine. Hostatiya taktîk ku derkeyî holê yek ji pêvajoya mînaka dîrokî daniye holê. Ji aliyekî ve pûçkirina êrîşên artêşa dijmin, ji aliyekî ve hostatiya taktîk, li dijî êrîşên ku bi teknîk û çekên kîmyewî berxwedaniya gerîla, ji niha ve di dîroka birûmet a gelê kurd de cihê xwe dîtiye. Ev têkoşîna gerîla, pêngava dema azadiyê tîne bilindcihan û pirtir nêzî serfiraziyê dike. Ev çalakî dema ku bi eynî hêza derblêdanê li qada civakî û siyasî be dê serfiraziyê mîsoger bike.

Tifaqa herî paşverû ya AKP-MHP’ê ku desthilata herî faşîst, qelp , bêexlaq û zilamserwer a TC’ê ye, ketiye pêvajoya hilweşandinê.  Desthilata AKP-MHP’ê ku ketî rewşa hilweşandinê PDK jî kişandiye nav tifaqa xwe ya gemarî û li dijî PKK’ê daye şerkirin. PDK bi hevkariya bi dijminê kurdan desthilata AKP-MHP’ê tu îtîbara wê nemaye, li ber çavên gelê Kurdistanê teşîr bûye. Sala 44’an a têkoşînê ya PKK’ê wê bibe sala ku faşîzma AKP-MHP’ê jî weke hikûmetên berê bavêje sergoya dîrokê. Her wiha wê bibe sala ku derdorên faşîst, zilamserwer, hevkar ku hevkariya rejîma qirker dikin, hilweşin.

Serfiraziya ku wê li salên me yên têkoşînê, artêşa me ya şehîd, destanên lehengiyê were, wê bibe berhema hêza kolektîf a hemû jinan û pêşengiya civakî. Em ê civak, nirx, dîrok, jin û zarokên xwe bi hêviya serweriya faşîst a nêr ve nehêlin. Bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinan dema azadkirina jin û civakê ye’ em ê tola hemû jinan hilînin, li ser xeta azadiya jinan çalakiyên xwe geş bikin û bikevin sala 44’an a têkoşînê.

Bi vê baweriyê di serî de ya Rêbertiya azadiya jinan Rêber Apo, em sala 43’an a PKK’ê li hemû hevrêyên berxwedêr pîroz dikin. Em bang li jinên Kurdistanê û cîhanê dikin ku bi hemû hêza xwe tev li pêngava hilweşandina pergalên serwer ên faşîst bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku serê xwe rakin, çalakiyan bikin û serfiraz bibin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku di şexsê şehîdê me yê mezin ê welatparêz Yûsif Gulo de li nirxên welatparêziyê xwedî derkevin û geş bikin, li dora nirxên exlaqî yên civakî yên PKK’ê kom bibin û li dijî rejîmên qirker raperînê geş bikin. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku ber bi refên PKK’ê ku tevgera ciwanan e, bibezin û ji bo ku derba dawî li zaliman bidin çalakiyên mezin bikin. Em bang li hemû derdorên civakî dikin ku bi pêşengiya jinan li berxweadanê xwedî derkevin, ji bo ku utopyayên şehîdên me bi cih bînin, tev li nav refên berxwedanê bibin, li ber xwe bidin, jiyana azad ava bikin û serdama xwedawendên hevdem bijîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar