Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PAJK’ê fermandar û milîtana PKK-PAJK’ê Gulçiya Gabar bi bîr anî

PAJK'ê di salvegera çaran a şehadeta Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulçiya Gabar bi bîr anî û got: “Rastiya PAJK'bûyîn û PKK'bûyînê bû ku mîna jê bawer dikir dijiya, wateya jiyanê dikir çalakî, bi yekbûna bawerî û hişmendiyê berpirsyariyên xwe bi cih dianî.”

Di daxûyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin, “Em endama xwe ya meclîsa PAJK’ê, Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG’ê hevrê Gulçiya Gabar û şoreşgera ciwan Pelşîn Newroz bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi hesabpirsîna ji dijminê faşîst qirker, di têkoşîna xwe de wan bi bîr bînin.”

Daxûyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hevrêya me Gulçiya Gabar ji roja tevlî bû û pê ve li çiyayên Kurdistanê, li her qada ku lê têkoşiya bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinan ya serkeftî. Li Botan, Amed, Garzan û Rojava rastiya Rêbertî xiste meriyetê û fermandarî ji şer re kir. Bi rêbaza xwe ya fermandariyê, sekna li nava jiyanê û bi karên xwe, hevrêyên xwe perwerde kir, bi her hevrêyên xwe re têkiliyeke bi wate ya hevrêtiyê danî, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt û her tim bû fermandar û pêşengek. Perspektîfa Rêbertî ku digot ‘Her kêliya ji bilî çalakiyê, dema perwerdeyê ye’ ji xwe re kir dîsîplîna jiyanê. Bi eşqa xwendin û hînbûnê tijî û dagirtî bû. Her ku firsend didît dixwend, pirtûk timî pê re bû, lewma teorî û pratîka xwe kir yek, bi vî rengî şer kir û bi pêş ve bir. Felsefeya azadiyê ya Rêber Apo jiya û bû milîtana bêhempa ya pak a xeta Partiyê.

Bi ruh û hebûna xwe baweriya xwe bi partîbûna jinan re anî, di pêşketina têkoşîn û tevgera me ya azadiya jinan de bi rola diyarker rabû. Di şexsê hevrê Gulçiya de me şahidî ji wê yekê re kir ku jineke bi îdeolojiya Rizgariya Jinan xemilî ye, şert û merc çi dibe bila bibe vediguhere afirînerî, eşqa şoreşê, wêrekî û îradebûnê. Hevrêya me Gulçiya ku felsefeya azadiya jinan ya Rêber Apo bi rengekî cewherî pejirand, di her kêliya jiyanê de kete nava lêgerîna vê yekê. Bû jiyana 24 saetan a bi Rêber Apo re. Ev yek ji taybetmendiyên wê yên herî bijarte bû ku ew taybet, bedew û cuda dikir. Çanda welatparêziya Kurdistanê bi cewhera jinan hilgirt. Bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê ev çand bi xwe re dibir her qadê. Bi mirovahiya xwezayî, bi nsanameya jinan ya xwezayî civakîbûn jinûve afirand. Mirova rastiyê bû ku komunal, fedakar, dilsoza xak û azadiyê bû, bi azadiya jinan re bibû yek. Bêyî ku qirêjahiya kapîtalîzmê li xwe bigire, xwe bi pêş ve bir. Bi kesayetiya xwe ya şênber, ku pêwîstî bi gotinê tune bû, Kurdistan bû, şoreşgera jinan ya pêşeng bû ku xeta azadiyê ya ji cewhera sosyalîst temsîl dikir. Hem gelekî ji hevrê, jin û gelê xwe hez dikir, hem ew diparast, hem jî di oxira vê yekê de bi biryar bû bi her awayî berdêlê bide.

Bi qasî wezîfe û berpirsyariyên xwe yên leşkerî, bi têgihiştina kûr a wezîfeyên navendî yên Partiyê, dileke bi coş û kelecanî bû ku her rojê bike roja şoreşê. Wezîfeyên meclîsa PAJK’ê hem li navenda partiyê hem jî li hemû qadan bi rengekî serkeftî bi cih anî. Dema ku fermandarî ji qada gerîla re dikir, tevlîbûneke welê kir ku pêşî li pratîkê vekir. Bû îfadeya herî şênber a milîtaniya jinan ya ku partîbûn di şexsê xwe de bi ser xistiye û xeta partiyê gihand her qadê. Rastiya PAJK’bûyîn û PKK’bûyînê bû ku mîna jê bawer dikir dijiya, wateya jiyanê dikir çalakî, bi yekbûna bawerî û hişmendiyê berpirsyariyên xwe bi cih dianî.

Hevrê Pelşîn Newroz ku li gel hevrê Gulçiya Gabar di êrîşa hewayî ya dijmin de şehîd bû, gerîlayeke jin a bi daxwaz û bi biryar bû. Li gel temenê xwe yê ciwan jî xwedî tecrûbeyên girîng bû, bi keda xwe xwe bi pêş ve biribû. Em ê hevrê Pelşîn Newroz her tim bi bîr bînin.

Her wiha endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star-HPG’ê hevrê Nalîn Mûş û Hêlîn yên meha Nîsanê şehîd bûn, di salvegera 6’an a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî wan bi bîr tînin. Hevrêyên me Nalîn Mûş û Hêlîn nasnameya hişmendiya jinan ya xweparastinê bûn. Em ê bi pêşvebirina konfederalîzma jinan ya demokratîk û serxistina şoreşa jinan dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe Nalîn Mûş û Hêlîn re nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bawerin ku pêngava têkoşînê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Şoreşa Jinan’ ku tevgera me ya jinan di 8’ê Adarê de da destpêkirin, wê li ser xeta şehîdan bimeşe û sala 2023’yan bibe sala hesabpirsîna mezin ji faşîzmê û serkeftina mezin. Bi vê baweriyê em jinên têkoşer hemûyan silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar