Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PAJK’ê Viyan Soran bi bîr anî

PAJK 15’emîn salvegera şehadeta Viyan Soran daxuyaniyeke nivîsî weşand û destnîşan kir ku helwesta Viyan Soran helwesta parçekirina tecrîdê ye

Navenda Nûçeyan 

Bi wesileya salvegera 15’emîn a şehadeta têkoşera mezin Viyan Soran PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku helwesta Viyanabûnê helwesta parçekirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan e.

Di daxuyaniya PAJK’ê de wiha ye:

“Bi rasthatina salvegera 15’emîn şehadeta têkoşera mezin, rêheval Viyan Soran, em tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê milîtan û pêşenga Tevgera Azadiya Jin, dilsoza Rêber Apo, hevrê Viyan de, canfedayên ku bi dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ peyama hilweşandina pergala Îmraliyê dan komplogeran û li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir, em bi soza pêkanîna armanc û hêviyên wan, têdikoşin.

Hêzên kapîtalîst, desthilatdar ên komploger, bi plangeriyekî navdewletî Rêber Apo, dîl girtin. Ev komplo 22 sal in di şexsê Rêber Apo de, li ser tevahî jinan, gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi hevpeyman û hewldana planên nû yên qirêj berdewam dike. Hêzên modernîteya kopîtalîst, bi armanca tunekirina nirxên civaka azad, wekhev û jiholêrakirina Modernîteya Demokratîk, komplo pêş xistin. Ev pergala ku êdî di sînorê hilweşandinê de dijî ji bo temenê xwe dirêj bike, ev komplo pêk anî. Rêber Apo, bi pêşxistina berxwedana dîrokî, bi heqîqeta avakirina jinên azad, civaka azad rastiya komplogeran pûç kir. Hêzên komploger, ji ber li hemberî berxwedan û têkoşîna mezin a Rêber Apo, bi bin ketine, bi hêrs in û îro Rêbertiya me di nav tecrîdekî giran de digirin. Sekna rêheval Viyan û tevahî şehîdan a li hemberî komplogeran, sekna berdewamiya xeta têkoşîn û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ye. Sekna avakirina hevaltiya mezin, bi Rêber Apo û tevahî jinan re ye.

Hevrê û pêşenga xeta azadiya jinan, heval Viyan ji roja ku berê xwe da çiyayên azad û xeta têkoşînê bi zanebûn û heqîqeta xwe re bi jiyanî kir, rastiya zanebûn, fikir û felsefeya Rêber Apo kêlî bi kêlî di kesayeta xwe de pêk anî. Rêheval Viyan, bi avakirina kesayeta jinên azad, hem çanda welatparêzî, girêdana bi xak û ruhê berxwedêr ê gelê meyî Başûr, di şexsê xwe de jîndar kir, hem ji hêvî û lêgerîna azadî ya jinên başûrê Kurdistanê re, bû sembola girêdan û dilsoziya bi jiyana azad re. Rêheval Viyan, di her kêliya têkoşîna xwe de perspektîfa Rêber Apo a ‘Şoreşa Başûr, şoreşa jinan bi nav kir’ da jiyan kirin, pê bawer kir û ji bo pêkanîna vê heqîqetê bû pêşeng.

Rêheval Viyan, di şexsê xwe de bi avakirina heqîqeta kesayeta pêşeng, di nav têkoşîna me de di pêşxistina xeta jinên azad de, di bilindkirina pîvanên hevaltiya rast bi Rêber Apo re, di mezin kirin û parastina hişmendiya netewî de, bû mînak. Her wiha li hemberî hişmendiya paşverû, kesayeta jinên kole û zilamê desthilatdar sekna heval Viyan, israra têkoşînê bû, îfadeya jiyana azad, girêdan û hevaltiya mezin bi Rêber Apo ava kirine. Heval Viyan, di demên herî zor ên têkoşînê de, bi biryardarî û zelaliya xeta bîrdozî ya Rêber Apo, bi sekna xwe ya milîtanî û têkoşîner tim bû mînak.

Em Tevgera Azadiya Jinan, weke gelê kurd di pêvajoyekî dijwar ê têkoşîn û berxwedanekî dîrokî de derbas dibin. Em di demek wiha dijwar ê têkoşînê de, dikevin meha sibatê û salvegera 15’emîn a şehadeta pêşeng û mîlîtana xeta azadiyê heval Viyan. Hêzên, komploger, bi destê dagirkerên Kurdistanê û bi hevpeymanên li gel hêzên noker û îxanetkar ji bo destkeftiyên şoreşa Kurdistanê ji holê rabikin di nav planên qirêj de ne. Dewleta tirk, bi zihniyeta faşîst, mêtînger û qirker di serî de ji bo tunekirina destkeftiyên li Başûr û Rojava di nav siyasetek qirêj de ye. Hevpeymana li ser gelê me yê civaka Şengalê, ambargoya li ser gelê me yê Mexmûrê, zêdekirina êrîşên dewleta Îranê li ser jin û gelê me yê rojhilatê Kurdistanê, êrîşên qirkirinê û girtina pêşengên jin li bakurê Kurdistanê, weke parçeyek û dewamiya komployê ye. Li hemberî van êrîş û konsepta tunekirinê, berxwedana dîrokî ya di pêşengiya gerîlayên jin de li warê Viyanan di Heftenînê de pêş ket, bû bersiveke mezin ji dagirkeran re. Şopdar û rêhevalên şehîd Viyan, bi vîneke ji polayê, bi hêvî û baweriyeke mezin îro çeper bi çeper bi ruh û evîna mezin a Viyanan li ber xwe didin.

Sekna gelê me di pêşengiya jinan de li her çar parçeyên Kurdistanê, sekna Viyanbûyînê ye. Sekna Viyanbûnê, sekna parçekirina tecrîdê û teqezkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Sekna parastina rûmet û nirxên gelê berxwedêr e.

Em bi destpêkirina pêngavên ‘Dem dema azadiyê’ û ‘Dem hatiye em jin û civakê biparêzin’ ketine qonaxeke nû yê têkoşînê. Gelê me di pêşengiya jinan de, li her qadê ji 7 heta 70 salî bi mezinkirina ruhê berxwedanê, bi bilindkirina têkoşînê bersiv dide pêngava ji bo azadiya Rêber Apo. Ev bersiv îfadeya sekn û helwesta li dijî hêzên dagirker û komplogeran e.

Li ser vê bingehê, di serî de em bang li tevahî jinên başûrê Kurdistanê, li tevahî jinên kurd û Rojhilata Navîn, alîgirên demokrasî, azadîxwaz û rewşenbîr dikin bi têkoşîna xwe ji bo azadiya mirovahî û aştiya cîhanê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin sedema têkoşîna xwe. Bi vî rengî xwedî li xeta jiyana azad a ku heval Viyan di kesayeta xwe de temsîl dikir derkevin û biparêzin. Xwedî li xeta şehîd Viyan derketin, bi têkoşînek hevpar, rêxistinkirî pêkan e. Li ser vî bingehî pêwîstî bi çalakiyên bi bandor û  têkoşîna hevgirtî heye. Têkoşîna jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna ji holê rakirina koletiya li ser jinan e. Di cîhana mêr a ku azadî, aştî, aramî û vekhevî ji hole radike de bi bîrdoziya azadiya jin û her wiha di bin ronahiya paradigmaya civaka ekolojîk-demokratîk li ser bingeha azadiya jin de, di serî de ji bo azadiya xwe, xwebîn, cîhan û mirovahiye bi hev re têbikoşin.

Em careke din di şexsê rêheval Viyan de, tevahî şehîdan bi bîr tînin. Û soza bicihanîna hêviya şehîd Viyan û tevahî şehîdan û gelê me ya azadkirina Rêber Apo a fîzîkî nû dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar