Partiya Azadiyê ya Jinan ya Kurdistanê (PAJK) diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li gel PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava, “şerê li dijî wan kurdan e ku teslîmiyetê qebûl nakin.”
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku êrîşên nû yên dewleta tirk ku 17’ê Nîsanê da destpêkirin “konsepteke tasfiyeyê ya berfireh e” û got, “Ev şer ji bo gelê kurd şerê hebûn û azadiyê ye.”
Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:”Di pêvajoyekê de ku şerê cîhanê yê sêyemîn berfireh bûye, li ser Kurdistanê bazarên qirêj û hesabên berjewendiyan têne kirin. Mîna sedsala derbasbûyî di vê demê de jî dixwazin kurdan û nirxên wan tasfiye bikin. Li şûna kurdîtiya li ser bingeha xwerêveberiyê, kurdîtiyeke ku xiyanetê li nirx û xaka xwe bike û xizmetê ji dijmin re bike li gelên herêmê û jinan tê ferzkirin û bi vî rengî dixwazin ku di vê sedsalê de jî zext û zordariya qirkirinê li gelê me ferz bikin û bêstatu bihêlin. Bi destûra hêzên hegemon û bi xiyaneta PDK’ê re êrîşên topyekûn ên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê bi vê armancê têne kirin. Ev êrîş konsepteke berfireh a tasfiyekirinê ye ku hêzên navneteweyî, herêmî û kurdên noker jî di nav de ne.
Êrîşên faşîzma dewleta tirk ku bi piştgiriya yekser a hêzên navneteweyî têne kirin, bi wê armancê ne ku nehêlin şoreşa me ya azadiyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe û bandorê li tevahiya cîhanê bike, dixwazin bifetisînin. Bi vî rengî dixwazin ku siyaseta qirkirin û tunekirinê ya sed sal in li gelê me ferz dikin bi ser bixînin.
Kurd bi sedan salan bi destê hêzên hegemon bêstatu hatin hiştin, Kurdistan hate dagirkirin û talankirin. Îro jî êrîşên qirker ên dewleta tirk a faşîst ku dijminê kurdan e, bi piştgiriya heman hêzan têne kirin. Êrîşên dagirkeriyê yên li çar parçeyên Kurdistanê, li Mexmûr û Şengalê di 17’ê nîsanê de bi tevlîbûna PDK’ê bi hemwextî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Rojavayê Kurdistanê destpê kir, vê rastiyê nîşan dide.
Êrîşên qirker ên faşîzma dewleta tirk ne tenê li dijî tevgera azadiyê û gerîlayên wê ne. Şerekî welê ye ku li dijî wan kurdan hemûyan têne kirin ku bi rengekî azad difikirin û teslîmiyetê qebûl nakin. Lewma li dijî faşîzma dewleta tirk, li dijî xiyaneta PDK’ê û li hemberî bazariyên qirêj ên hêzên hegemon, divê kurd hemû û jin li her qada lê ne tev li berxwedana bi pêşengiya gerîlayên azadiyê bibin, vê yekê ji bo xwe weke wezîfeya bingehîn a welatparêziyê bibînin û têkoşînê geş bikin.
Têkoşîna me ya azadiyê bi qasî ji gelê kurd re her wiha ji bo jinan, gelên herêmê û cîhanê nirxên mezin ên azadiyê afirandiye. Niha tê xwestin ku ev nirx bêne tasfiyekirin. Li dijî Rêber Apo ku temsîla van nirxan hemûyan e tecrîdeke giran tê ferzkirin, komkujî li girtiyên azadiyê tê ferzkirin, bi operasyonên qirkrina siyasî tê xwestin ku gelê me teslîm bigirin û êrîşî nirxên me hemûyan dikin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji bo van nirxan biparêzin û bikin malê gelan bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Kurd, jin û alîgirên azadiyê hemû divê li dijî faşîzma dewleta tirk, li dijî xiyaneta PDK’ê mil bi mil li gel berxwedana gerîla ya dîrokî tevbigerin, li dijî qirkirinê û xiyanetê bi hêza xwe, bi rûmeta xwe bi rastiya gel ê şerker û berxwedêr bersivê bidin. Wezîfeya dîrokî ya gelê Kurdistanê, jinan û alîgirên azadiyê ye ku tev li berxwedana destanî ya ewladên leheng bibin ku di nava şert û mercên herî giran de rê nadin teslîmiyet, xiyanet û dagirkeriyê.
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkerî û xiyanetê li ser xeta Bêrîtan tevahiya salê li Zendûra, Mamreşo, Girê Sor, Werxelê bi rengekî fedaî li ber xwe dan, rê nedan dijmin û ev berxwedana xwe li Zap, Metîna û Avaşînê jî dewam kirin, bi vî rengî bûn bangeke aşkere kir ku divê helwesteka kurdên azad çawa be. Her kes divê li her derê li dijî qirkirinê bêyî dudilî, bi heman ruhî tev li berxwedana gerîla bibin û mezin bikin.
Li gel bangên tevgera azadiyê û gelê me û nêzîkatiyên bi berpirsyarane jî, PDK’ê nirxên gelê me yên bi têkoşîneke mezin bi dest hatine xistin û xaka Kurdistanê pêşkêşî faşîzma dewleta tirk dike. Li dijî xiyaneta PDK’ê divê gelê Kurdistanê bi temamî helwestê nîşan bide. Hembêzkirina dijminekî ku kurdan qetil dike, Kurdistanê talan û dagir dike û nikare xwe li nirx û hebûna kurdan rabigire, asta xiyaneta wê nîşan dide. Dibe amûr û şirîkê qirkirina kurdan. Dîrok wê vê helwestê efû neke, her kesên ku ji xwe re dibêje kurd im divê vê qebûl neke û efû neke.
Em gel û tevger di pêvajoyeke dîrokî de ne. Yên ku mohra xwe li pêvajoyên welê dîrokî dixin timî gel û jinên berxwedêr in. Têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê, hilweşandina dewleta tirk a mêtinger-qirker, misogerkirina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ruhê seferberiya têkoşînê dibe û niha dem dema vê yekê ye. Gelê me û jinên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê bêyî dereng bimînin, bi helwesta berxwedanê ya 8’ê Adarê û Newrozê tev li vê berxwedana mezin bibin ku wê encamên xwe dîrokî be.
Li ser vê bingehê em bang li gelê me yê başûrê Kurdistanê, tevahiya gelê me, alîgirên azadiyê, hêzên demokrasiyê, hêzên çep, sosyalîst, ekolojîst, femînîst, parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dijî dagirkeriya faşîst a li dijî mirovahiyê, bêyî dereng bikevin helwestê nîşan bidin û derseke dîrokî bidin faşîzma dewleta tirk û xiyanetê. Serketin wê ya gel, gerîla û jinên berxwedêr be.”