Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Pakîstanê balafireke Hindistanê xist

Li herêma Budgam a Cammû Keşmîrê balafireke şer a Hindistanê ji hêla artêşa Pakîstanê ve hate xistin. Hat zanîn ku di encama êrîşê de 2 pîlot û sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Rageşiya di navbera Hindistan û Pakîstanê de her ku diçe kûrtir dibe. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a PTI’yê, îro saet derdora 10.00’an de li nêzî gundê Garend Kalaan ê li herêma Budgam a Cammu Keşmîrê balafireke şer a aîdê artêşa Hindistanê ketiye.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 2 pîlotan û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan. Bi rûdana geşedanên li herêmê, Balafirgeha Srînagar a Keşmîrê ji bo 3 saetan ji firîna balafiran re hate qedexekirin. Tekildarî mijarê artêşa Pakîstanê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan 2 balafirên şer ên Hindistanê xistine. Artêşa Pakîstanê destnîşan kir ku naxwazin ku rageşiya di navbera wan û Hindistanê kûr bibe lê li hemberî êrîşan jî amade ne.

Êrîşa 14’ê sibatê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 14’ê sibata îsal de, li dijî wesayîteka ku hêzên leşkerî yên artêşa Hindistanê tê de bûn, li herêma Pulwama ya Keşmîrê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hatibû. Di encama êrîşê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kesên ku Pakîstan bi êrîşê tewanbar dikir, çalakî li dar xistibûn.

Balafirên Hindistanê sînor derbas kir

Rageşiya di navbera her du dewletan duh careke din kûr bûbû. Wezîrê Wezareta Karên Derve ya Hindistanê Sushma Swaraj duh diyar kir ku hêzên wan ên hewayî sînorê Pakîstanê derbas kiriye û li dijî ‘kampên terorê’ êrîş pêk anîne. Swaraj îdia kir ku di êrîşê de gelek kes hatine kuştin.

Pakîstanê daneyên Swaraj derewand

Têkildarî mijarê Berdevkê Artêşa Pakîstanê Asîf Ghafoor jî ev tişt anîn ziman: “Balafirên şer ên Hindistanê ketin herêma Muzafarabadê. Lê artêşa Pakîstanê di dema xwe de û bi awayekî bi bandor mudaxale kir. Li ser vê yekê jî balafirên şer neçar man ku bi awayeke lez û bez bombeyên xwe berdin herêma daristanê ya vala. Ziyana me ya mirovî û madî nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar