Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pakrevanê nemir Veysî (Bubo) Taş

Şîna ji bo Bûbo Taş ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe şewitand hate danîn bi girseyî hat ziyaretkirin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku sekna Taş, li dijî tecrîdê serhildan e.

Şîna ji bo Bûbo Taş ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêr xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû hate danîn bi girseyî hat ziyaretkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kesên din tev li serdanê bûn. Girse li Sîteya Senayiyê ya Biçûk ku Bubo Taş li wir dawî li jiyana xwe anî, hate gelhev û heta li Mala Şînê ya Ofîsê ya Taxa Îstasyonê meşiyan. Girseyê di dema meşê de her tim dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Malbata Bubo Taş girse li ber deriyê mala şînê pêşwazî kir. Girseya ku bi dirûşm û tilîliyan ket mala şînê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

Bira û hevjîna Taş kesên hatin silav kirin û pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku bi çalakiya Bubo Taş rewşa îro em di nav de ne berbiçav bûye û wiha got: “Tirkiye û her çar parçeyê Kurdistanê di kesayeta Abdullah Ocalan de di bin tecrîdeke giran de ne. Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e. Divê em jî vê serhildanê bibînin. Weke ku Bubo xwestî em yekitî û tifaqa xwe bihêz bikin. Em ê bi yekitî û tifaqa xwe rêxistinkirina xwe zêdetir bikin. Em ê tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin û bi şikandina vê tecrîdê wê Kurdistan bi temamî azad bibe. Em jî heta ku ev yek pêk were em ê di nav têkoşînê de bin.”

Ozturk: 

Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, diyar kir ku ji 7 salî heta 70 salî gelê kurd dizane navnîşana çareseriyê ku der e û wiha got: “Çareserî birêz Ocalan e. Şehadeta hevrê Bubo ji temamê Tirkiyeyê re peyam dişine. Me gelek caran ev tişt anî ziman. Xeta sor a gelê kurd Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Dijminên gelê kurd ên faşîst, nijadperest û yekperest ji 5’ê nîsana 2015’an ve tecrîdeke giran pêktînin û şerek dane destpêkirin. Ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî hebûna gelê kurd şerek dane destpêkirin. Îro jî berdewam kir. Ji ber vê yekê çalakiya hevrê Bubo pîroz e. Em bi rastî jî naxwazin çalakiyeke wisa pêk were. Rêberê Gelê Kurd jî naxwaze. Ev peyam ji me re jî ji muxalefeta Tirkiyeyê re jî peyameke girîng e. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi Amerîka û Rûsyayê çênabe. Ev yek ewilî divê tecrîd were bidawîkirin, ya duyê jî bi azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêkan e. Ji bo Rojhilata Navîn jî ji bo gelên bindest jî fikr û ramanên Birêz Ocalan hêvî ne.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar