Komek ji gerîla ku êrîşên dagirkeriyê yên li Garê şikand, bi berxwedaneke bêhempa ya dîrokî bersiv da êrîşên dagirkeriyê.
Cûdî Serhat, Bawer Elkê, Erdal Rojhilat, Argeş Ronî û Avareş Wan bi fermandariya Şoreş Beytuşşebap li kampa êsîran berxwedaneke dîrokî kirin û artêşa tirk têk birin. Şoreş û hevrêyên wî ku di encama gaz û çekên kîmyewî yên artêşa tirk de şehîd bûn, bûn nîşaneya berxwedana piştî wan bê kirin. Berxwedana ku piştî serketina Garê hate kirin bi ‘rêbaza Şoreş’ bû û hêza îradeya mirovê azad careke din nîşanî her kesî da. Di dîroka PKK’ê de gelek ‘Egîd’ rabûn ku bûn wateya demê. Navê vê demê jî Şoreş e. Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên wî bûn nîşaneya serkeftinê ya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’, bûn çavkaniya hêviyê ji mirovahiyê re.
Şervanên leheng ên li meydana cengê
Fermandarê gerîla Rojhat Mûsyan ku pêşengî ji pêkanîna gerîlatiya nû ya li Garê re kir, bi wêrekî bi ser dagirkerên li qada Siyanê ve meşiya, li gel bombardûmana giran û teknîka şer xwe gihand dijmin, derbên giran lê da; bi tena serê xwe yekîneyeke dagirkeran ji girekî li qada Siyanê avêt. Dagirkerên ku li hemberî ruhê êrîşê yê bilind ê Rojhat Mûsyan windahî dan, neçar man ku xwe ji vî girî vekişînin. Rojhat Mûsyan, Xeyrî Çewlik, Delîl Kobanî, Xabûr Dêrik, Seydo Refîk û Rêber Kobanî bi ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî bêteredût bi ser hêzên dagirker ve meşiyan, taktîkên demê bi hostatiyeke mezin û afirîneriyê bi cih anîn. Rojhat, Xeyrî, Delîl, Xabûr û Rêber ku li Garê destaneke berxwedanê afirandin, bûn şervanên leheng li meydana cengê.
Arhat Amed û Gelhat Tolhildan ên di bin fermandariya fermandarê gerîla Seyfî Polat de, bi taktîkên gerîla yên modern ên bi rêbaza profesyonel li pêşiya êrîşên dagirkeriyê bûne asteng. Derbên herî giran lê dan û êrîşên dagirkeriyê şikandin. Ji bilî van bi dehan tîmên gerîla herêm xistin bin kontrola xwe û rê nedan artêşa tirk.
Leşker xwînmij ji herêmê reviyan
Dewleta tirk di 10’ê sibata 2021’ê de li ser qada Siyanê ya herêma Garê êrîşeke lokal dabû destpêkirin. Piştî ku bombardûmaneke giran li qadê kir, leşkerên berê bi taybetî hatibûn perwerdekirin, ji baregeha dewleta tirk ya li Bamernê bi helîkopteran hatin hilgirtin û dest bi êrîşê kirin. Çawa ku leşkeran xwe li qadê danîn, bi taktîkên gerîla derbeke giran xwarin. Li gel balafirên bê mirov ên biçek û bêçek êrîşên hewayî jî bênavber dewam kirin. Gerîlayên HPG’ê bi pêşengiya fermandar Şoreş Beytuşşebap çar rojan bênavber şer kirin. Artêşa tirk li qada Siyanê di bin kontrola gerîla de ma û derbên giran xwar. Di serî de koordîneyê şer gelek leşker di vê êrîşa dagirkeriyê de hatin cezakirin. 15 gerîlayên ku di bin fermandariya Şoreş Beytuşşebap de ev destan afirandin, ji bo êsîrên di destê xwe de biparêzin û derbên giran li dijmin bixin berxwedaneke dîrokî kirin û şehîd bûn. Dewleta tirk ji bo vê têkçûnê veşêre hewl da bi polîtîkayên şer ên taybet çareyekê peyda bike. Ji bo leşkerên xwe yên li qadê rizgar bike, çekên kîmyewî û çekên qedexekirî gelekî bi kar anî. Leşkeran malzemeyên leşkerî li qadê hiştin û reviyan.
Bikaranîna çekên kîmyewî bi rêk û pêk bû
Dewleta tirk ku polîs û leşkerên xwe îmha dike, piştî Garê bikaranîna çekên kîmyewî bi rêk û pêk kir. Di nava du salên dawî de li Zap, Avaşîn û Metînayê çekên kîmyewî, termobarîk û taktîk nukleer eglekî bi kar tîne.