Navenda Nûçeyan |
Vîrûsa korona yê ku li Çînê derket û li temamî dinyayê belav bû, bû sedema mirina 6 hezar kesan.
Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn de 105 kes ji ber koronavîrusê mirin. Li dinyayê jî hejmara miriyan bû 6 hezar û 36.
Li gorî bîlançoya AFP’ê ya ku ji çavkaniyên fermî wergirtiye, heta saet 13.30’an li temamî dinyayê 159 hezar û 844 kes ji ber koronavîrusê nexweş ketine.
Li Çînê 3 hezar û 999 kes mirine. Li Ewropayê jî vîrus zêde belav dibe û heta niha hezar û 907 kes ji ber vîrusê mirine.
Di 24 saetên dawîn de li Îspanyayê 2 hezar nexweş hatin tespîtkirin.
Li gelek welatên Ewropayê tevdîrên tund hatin wergirtin. Gelek welatan rewşa awarte îlan kirin û bajar xistine karantînayê. Dibistan, mixaze, restoran û kargeh hatine girtin.
Almanyayê jî biryar da ku piştî duşemê sînorên xwe yên bi Fransa, Swîsre û Ewûstûryayê bigire.