Ji destpêka avakirina komara Tirkiyeyê û heta îro bi şêwe û rêbazên cuda çand û zimanê kurdan ji alî hemû desthilatdariyên vî welatî ve tê înkarkirin û bişaftin.
Mînaka ku îro jî li ber çavan tê dîtin yek ji milyonên mînakên berê ne û dîsa teqez dike ku hişmendiya sed salan a li dijî kurdan û zimanê wan nehatiye guhertin. Hikûmet tên û diçin û desthilatî tên û diçin li nêzîkatiya ji bo kurdan û hişmendiya înkar û îmhayê nayê guhertin.
Li ber deriyê camiya mezin a Amedê (Ulu camî) panoyeke ji bo danasîna camiyê daleqandine. Panoya danasînê bi 4 zimanên cuda hatiye nivisandin. Pano bi tirkî, înglîzî, rûsî û erebî hatiye nivisandin.
Li welatekî ku bi hişmendiya ‘yek ziman û yek milet’ di panoyekê de be jî dîtina pirzimaniyê cihê kêfxweşiyê ye û ji bo geştiyariyê jî pêwistiyeke jêneger e. Lê li bajarekî ku niştecihên wî hema bêje tev kurd in, çima zimanê kurdî jî di nava wan zimanan de cih negirtiye.
Madem ku li ser wê panoyê pirzimanî heye, naxwe ew slogana wan a ku dibêjin ‘yek ziman û yek milet’ tenê ji bo dijîtî û dijminahiya zimanê kurdî tê bikaranîn.
Bikaranîna panoyên wiha pirzimanî û bi taybetî li cihên wiha dîrokî û kevnar tiştekî gelekî erênî û pêwîst e, lê kêmasiyeke gelekî mezin e ku zimanê kurdî tê de tune ye. Zimanê xelkê ku li vî bajarî dijîn di nava wan zimanan de tune ye.
Ev desthilata Tirkiyeyê hemû tiştên kurdan bi nav nake an jî dema ku bi nav dike gotina (qaşo) lê zêde dike. Di rastiya xwe de hemû nêzîkatiyên vê desthilatê û yên berî wê jî ji bo kurdan qaşo bûn.
Yek ji wan jî qaşo dibêje em ê destûra dersên hilbijartî ên bi zimanê kurdî bidin lê di heman demê de tabelayên ku berê şaredariyên HDP bi zimanê kurdî nivisandibû ji cade û kolanan radikin.
Ev pano dîsa nêzîkatiya desthilatê û nêrîna wê ya li gelê kurd û zimanê kurdî şîrove dike. Divê kurd li dijî van kiryaran xwedî helwest bin, wekî mînak dikarin ji bo protestokirina vê kiryarê limêja xwe ya înê êdî li devereke din bikin ne li wê camiyê. Ez bawerim heke tiştekî wiha bibe wê gavê wê dewlet jî beriya ku tiştekî wiha bike deh caran li hesabê xwe vegere.
Li gorî hişmendiya yek ziman û yek milet ya ku gelê tirk pê hatiye xwedîkirin diviyabû ji bo vê panoya pirzimanî jî rabin ser piyan û bêjin ‘welat ji dest diçe’ lê wiha nabe. Vê pirzimaniyê qebûl dikin lê pirzimaniya ku kurdî di nav de hebe ew bi tu awayî nayê pejirandin.