Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Panzêr ên PDK’ê ne lê ajokar tirk in!

Kesekî dikuje piştre jî derbesta wî dide ser milê xwe. Ev gotin xwedî wateyeke kûr e. Îro jî PDK’ê wî kirasî li xwe dike. 3’ê Tebaxa 2014’an hêzên wê partiyê xwe ji ber parastina kurdên êzidî yên Şengalê da aliyekî û rê da DAIŞ’ê ku fermanê bi serê wan de bîne. Piştî revandina bi hezaran jinên êzidî û firotina wan li bazarên koleyan, îro PDK’ê bi hêzeke mezin bêyî qala wan rojan bike, di bin navê propgandeya hilbijartinan de, dixwaze derbasî nava Şengalê bibe. Lê plan gelekî kûr e.

10’ê cotmehê dê hilbijartinên perlmantoya Iraqê werin lidarxistin. Namzetên kurdên êzidî navê xwe pêşkêş kirine. Ji lewre ji bo ku nûnerên êzidyan tune bin, PDK’ê her hewl dide derbasî Şengalê bibe û rê li ber vê yekê bigire û peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda-Hewlêr û bi desteka Tirkiyeyê pêk bîne. Ji ber ger weke ku dibêje ‘propgandeya hilbijartinan e’, gelo çima ewqas hêzên leşkerî û panzêran bi xwe derbas dike?

Tişta bi tirs ne tenê ev e lê belê bi nêzîkbûna hilbijartinên Iraqê re, dewleta tirk ketiye nava tevgereke mezin.

Berî demekê bi daxwaza Tirkiyeyê, PDK’ê li gel tirkmenan civiya û dixwazin kursiyeke wan jî bi dest bixin û bi vî awayî jî lihevkirina PDK û Tirkiyeyê di mijara hilbijartinên Iraqê û dûrxistina êzidiyan bi awayekî ber bi çav aşkera dibe.

Di heman demê de, Erdogan ji bo ku destê xwe di hundirê parlamentoya Iraqê de bi hêz bike, careke din li ser xeta şîaa û sunnî dilîze. Bi taybet ku Erdogan bi awayekî cuda li gel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer civiya û dixwaze eniyeke xwe ava bike. Jixwe bi vê yekê jî hewl dide parlamento bi xwe bi baskê xwe û êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bêyî ku kes dengê xwe bike, zêde bike.

Bi vê yekê ji Efrîn heta Şengal û heta bi çiyayên Zagrosê, PDK, ENKS û dewleta tirk di nava heman xetê de ne, ew jî kuştina hêviyên azadiya gelê kurd e!

Ji lewre her tim weke ku tenê PKK’ê armanca êrîşan e, reklam û propganda dike û niha jî dagirkirina Şengalê bi vê bahaneyê boyax dikin. Dixwazin nîşan bidin ku yê alîgirên PKK’ê be dê werin tunekirin û nikarin jiyana xwe bi aramî derbas bikin.

Lê belê ev dereweke mezin e. Di rastiyê de, her kesekî/e bêjer ez kurd im, mîna ku nanê devê zarokê van aliyan derdixe û dixwe. Lê tişta sosret ew e ku ev plan bi destê kurdan bi xwe ye!

Nûçeyên Têkildar