Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê çavkaniyên xwecihî ji bajarê Efrînê ya ji aliye dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, diyar kirin ku panzêreke artêşa tirk di navber Cindirês- Efrînê de pêl du zarokan kir. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yê din jî birîndar bûn.
Çavkaniyan diyar kirin ku herdu zarokan li ser motorsîklêtekê bûne, panzêr jî piştî pêl wan kiriye nesekiniye. EFRÎN