Şervanên HSD’ê li gundê Leylanê yê Serêkaniyê derb li çeteyan da. Di bersivdayîna şervanan de panzêrek û wesayîtek hatin îmhakirin û gelek çete hatin kuştin
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin.
Di vê çarçoveyê de çeteyên artêşa tirk a dagirker êrîşî gundê Leylanê yê Serêkaniyê kirin. Şervanên HSD’ê jî bersiva êrîşan dan û derbên giran li dagirkeran dan. Di bersivdayînê de panzêrek û seyareke dagirkeran hatin îmhakirin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
Şer û pevçûnên li herêmê didomin. HESEKÊ