Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Paradîgma Serokatî em 100 sal pêşde bir

Akademîsyen Ozlem Yenîay ku li Zanîngeha Potsdam semîneran li ser paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide wiha dibêje: “Pirtûkên Serokatî bûye alternatîfa pergala kapîtalîzmê û bi saya paradîgmayê em 100 salî pêşde çûne.”

Akademîsyen Ozlem Yenîay û Dr Max Olîver Schmîdt ên ji zanîngeha Potsdam di 2021’ê de li ser modelên ‘kofederalîzma demokratîk û netewa demokratîk’, ‘rêveberiyên xweser’, ‘teoriya xweseriya demokratîk’ ‘ekolojiya civakî’  û ‘Şoreşa Rojava’ yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalangelek semîner pêk anîn. Gelek xwendekar tevli semîneran bûbûn û xwendekar îro van sernavan wek mijara tezê li ser dixebitin.

Di meha tîrmehê de jî wê wek berdewamiya semînerê li ser  konfederalîzma demokratîk û ekolojiyê semîner pêk bê. Ozlem ku ji semîneran  re pêşengiyê dike der barê semînera di 2021’ê de pêk anîne û ji vir şûnde wê çi bikin de ji JINNEWS’ê re axivî.

Yenîay diyar kir ku ekolojiya civakî û agrokolojî ku wek li Tirkiyeyê tê astengkirin li Berlîn a Almanyayê li zanîngeha Postdam wek ders tê dayîn û got: “Konfederalîzma demokratîk yanî bi guherîna paradîgma nû re  modela nû ya serokatiyê pêşniyar kiriye, bi tevgera bêaxan a li Brezîlya û nêzîkatiya ekolojiya civakî ya Bookchîn re tînim gel hev û wek mijara tezê li ser dixebitim. Mijara min a tezê ekolojiya civakî û agroekolojî bû. Ez ji bo doktora hatim, hevala min Olîver Schmîdt fikra kursê da min. Got li vir semînerê bide. Min qebûl kir. Li Tirkiyeyê nehiştin ez teza xwe binivîsim. Gotin Rojava jê derxîne. Ji ber vê hatim vir.  Ligel nivîsandina tezê gotin tu dixwazî vê wek ders bidî. Ez matmayî mam.”

‘Piraniya xwendinên min ji nivîsên serokatiyê pêk dihatin’ 

Yenîay bal kişand ser hevdîtinên kiriye û wiha berdewam kir: “Min bi serokên beşan re hevdîtin kir. Me piştre dest bi amadekariyên semîneran kir. Piraniya xwendinên min ji nivîsên serokatiyê pêk dihatin. Rêveberiyên herêmî, şaredariyên azad, modela rêxistinê ya ji jêr ber bi jor ve û bêguman a herî girîng Bookchîn çima ekolojiyê wek sîwane pêşniyar dike û serokatî çima vê bi Konfederalîzma Demokratîk re digire dest û me ev girtiye dest. Me nîqaş li ser vê meşandin. Nîqaşên herî girîng a di navbera xwenekaran de hewcedariya guherîna pergalê derxist holê.”

‘Pirtûkên serokatiyê mijara semîner û tezan e’  

Yenîay di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Van semîneran xwendekarên li Almanyayê kelecanî kir. Heta hinek xwendekaran mijar kirin teza xwe. Li ser dixebitin. Semîneran gelek deng da. Di dawiya semîneran de xwendekaran  nirxandin nivîsin. Heta me got xwezî me ev biweşandana. Semînerên me deng dan. Havînê em ê semînera berdewamiya van semîneran pêk bînin. Pirtûkên serokatiyê mijara semîner û tezan bûn. Ji aliyê xwendekar û akademîsyenên Almanyayê ve wek ‘mantalîteyek di sedsala 17’emîn de maye’ hat nirxandin.”

Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin

Yenîay destnîşan kir ku paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanxêz kiriye ew 100 salî pêşde birine û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Akademîsyen di demên dawî de ji teoriyê wêdetir li pratîkên tevgerên gel dinêre. Ji ber vê jî nêrîna li paradîgmaya Abdullah Ocalan bi kelecan bû. Li gorî min hêvî ye. Ez di 2017’an de li Rojava mam. Modela hatibû pêşniyarkirin ketibû jiyanê û wek qada konfederalîzma demokratîk li pêş me ye. Em behsa pêvajoyeke şoreşê ya 12 salan dikin. Serokatiyê bi paradîgma xêz kiriye em 100 sal pêşde birin. Ji vir şûnde jî em ê semînerên xwe bidomînin. Em ê paradîgmayên Abdullah Ocalan di partîkê de di semîneran de bidomînin.  Her wiha em ê bi saziyên enternasyonel re xebatên hevpar jî bimeşînin. Ji Rojhilata Navîn bigirin heta Başûrê Emerîkayê fikrên Abdullah Ocalan li her derê xwedî lê tê derketin. Pêşengekî li her derê tê guhdarkirin e. Tecrîdkirina wî tecrîdkirina fikrên wî ne, ji ber vê bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar