Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li aliyekî banga qaşo “aştiyê” dike li aliyê din jî bi çeteyên bermahiyên DAIŞ-El Qaîdeyê yên di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrîşî Helebê kirin û beşeke girîng ji Helebê bi dest xistin. Gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî çeteyan li ber xwe didin û taxên diparêzin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Şehba û Til Rifat kirin. Ji ber êrîşên ku hatine destpêkirin bi hezaran welatiyên herêmê ber bi herêna Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber bûn. Piştî van geşedanan Tirkiye û komên paramîlîter êrişî Minbicê kirin. Di encama êrişên li ser Mînbîcê de gelek mal hatin hilweşandin û gelek welatî jî birîndar bûn. Li dijî êrişên ku hatine destpêkirin bêdengiya Netewên Yekbûyî jî û hêzên navnetewî jî didome.
Hevserokên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus û Zeyneb Murad der barê geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê de diqewimin Hevserokên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus û Zeyneb Murad ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kir.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus bal kişand daxuyaniyê rayedarên Tirkiyeyê yê derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: “Ji bo ku mirov vê pêvajoyê weke çareseriyê binirxîne yan jî şîrove bike divê ku hin gav bên avêtin. Niha tu tiştek di holê de nine. Ne daxuyaniyên rayedarên dewletê û ne jî derbarê vê de naverokek tune ye. Bi çi şêwazî wê destpê bike ne diyare.Devlet Bahçeli ku di parlamentoyê de slav daye parlamenterên DEM Partiyê heta roja îro du meh derbas bûn. Di vê qonaxê de bêguman gelek bûyerên cidî û mezin rû dan. Dewleta Tirkiyeyê der heqa vê pêvajoyê de ti daxuyaniyekî bi awayeke aşkere diyar nekiriye. Em nizanin ku armanca dewleta Tirk çi ye. Çareseriyeke bi çi rengî, muxatabên vê pêvajoyê dê kî bin, dê li gel kê danûstandin bikin ew jî nediyare. Her çiqasî behsa birêz Abdullah Ocalan bikin ku weke muxatabê pêvajoyê û çareseriyê wî nişan bidin jî tevger, plan û konsept û êrişên dewleta dagirker nişan dide ku di van daxuyaniyên xwe de ne dilsoze.Gavên cidî ku pirsgirêka Kurd bi şêwazên siyasî û aştiyane çareser bikin nine. Ji ber wê divê ku pirsgirêka Kurd mirov di dîmenê Rojhilatanavîn de bibine. Divê ku mirov ew şerê ku îro li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime de bibine.Tiştê ku mirov ji rayedarên dewletê fêm dike ev mesele li ser masaya wan de ye û di rojeva wan de ye. Yan dê çareseriyekî bibinin an jî armanc û hedefên wan dagirkerî û tasfiyekirine. Qasî ku em helwest û tevgera wan dinêrin armanca wan dagirkirin û tasfiyekirin û îlhaqkirine. Heke ku wiha be helbet dê rewş bê guhertin.”
Karamus bi lêv kir ku dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe de nedilsoze û heta niha jî ti gavake cidî neavêtiye û wiha got: “Heta niha dewletê ji bo hevditina ku partiya siyasî bi birêz Abdullah Ocalan re bike diyar nekiriye. Tecrîda li ser birêz Ocalan hê heta niha jî didome. Her çendî biraziya birêz Abdullah Ocalan pê re kiribe jî ev hevdîtin di hevdîtineke di çarçoveya malbatî de bû û tu daxuyanî der heqê hevdîtina di navbera dewletê û birêz Ocalan de çêbûne neçûbe nehatiye diyar kirin. Di wê hevdîtinê de birêz Ocalan helwesta xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dayî diyarkirin û ew xwedî wê hêz û îradeyêye ku vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bilî van daxuyaniyan ti hevdîtin nebûne. Di demên dawî de şandeyek ji DEM Partiyê heke ku destûr bidin dê bi birêz Ocalan re hevdîtinek bikin. Lê heta niha ti encameke diyar nehatiye dîtin. Bêguman şerê ku îro li Sûriyeyê rû daye bi vê re eleqedere. Em di çareserkirina pirsgirêka Kurd re dewlet û rayedarên wê dilsoz nabînin. Ew li ser çek danînê şert dixin pêşiya tevgerê. Ango şêwazeke çareseriyê nişan nadin. Êriîşên dewleta Tirk ê li ser herêma Şehba û Minbicê û hewledayinên dagirkirina van herêman nişanî me dide ku dewleta Tirk di gotinên xwe de nedilsoze.”
Karamus da zanîn ku geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê rû didin gavên îlhakkirina Kurdistanê ye û wiha domand: “Geşedanên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ku dagirkirina Heleb jî di nav de em nikarin serbixwe binirxînin. Geşedanên ku îro li Sûriyeyê diqewimin nîşanî me dide ku plan û plansaziyek û stratejiyek heye. Bi mehane ku bi ser hatiye rewastandin, danûstandin kirine, lihevkirin çêbûye. Ev bûyerên ku îro li Sûriyeyê rû dane. Çi ji aliyê HTŞ’ê û çi jî ji aliyê artêşa millî ya Suriyê ku berê weke artêşa azad dihate binavkirin ku di bin kontrola dewleta Tirk û îstîxbarata Tirk de ye. Ev li gorî perspektif û stratejiya dewleta Tirk tevdigerin. Ev kome bi çi şêwazî nikare bi tena serê xwe tevbigere. Hemû lîv û tevgerê van komên çekdar ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin. Diyare ku di navbera HTŞ’ê û Artêşa Millî ya Sûriyeyê bi hevre tevdigerin. Koordîne û serkeşiya vê Tirkiye dike. Hêzên Îngîlîz, Katar heta ku hin dewletên Ereb jî hene ku di nava vê konseptê de ne. Qaşo ku dewleta Tirk behsa pêvajoyeke nû lê pêvajoyeke bi çi rengî pêşniyar dikin ne diyare. Ev pêvajoye bi êrişên li ser Rojava re eleqedar in. Daxuyaniyên Bahçelî û ev planên li ser Sûriyeyê bi hevdû re girêdayî ne. Ev ji heman siyasetê û ji heman hişmendiyê re xîzmet dikin. Dewleta Tirk ti projeyê ku pirsgirêka Kurd çareser bike pêşkeş nake. Tasfiyekirin, ji holê rakirin û guhertina demografiyê ye û îlhaqkirina Rojavayê Kurdistanê û beşek ji Başûrê Kurdistanê heye. Bêguman bi hêzên din re jî hevkariyeke wan a bi vî rengî heye. Dewleta Tirk dixwaze ku ji Efrînê heta ku Helebê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê Kerkûk, Mûsil û Şengal jî di nav de beşeke mezin ê Başûrê Kurdistanê têxe bin dagirkeriya xwe de û sînorên xwe yên Misakî û Millî dubare xîz bike. Dixwaze ku di Rojhilata Navîn de rola xwe mezintir bike.”
Karamus diyar kir ku geşedanên ku îro diqewimin di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de ne û wiha derbirî: “Xuyaye ku di navbera HTŞ’ê û OSO’yê de tifaqiyek heye. Ev ne rashatineke ev pêvajoye beriya niha hatiye amadekirin. Muxtemele ku projeya Rojhilatanavrast a mezin ku ji salên 90’yan vir ve di rojevê de ye hemû rûdan û geşedanên herêmê ku bixin xîzmeta vê projeyê tevdigerin. Şerê Îsraîl, Hamas û Hîzbûllahê jî beşek ji vê projeyê ye. Ev hemû bi hevre girêdayî ne. İngiltere mejiyê vê projeyê ye û ev pêvajoyeke jî bi destê wan bi awayeke aktif tê birevebirin û îdarekirin. Emrikî bêdenge û Ewrupa bêdenge. Ev ne rasthatineke. Li ser vê nîqaş hatine kirin û wisa xistine meriyetê ye. Ji axaftinên Erdogan em fêm dikin ku beriya niha ev konsept hatiye amadekirin.”
Ahmet Karamus bal kişand ser giringiya bi hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û got: “Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan û analîzên wî yên li ser rojhilatanavîn girîng in. Birêz Ocalan xwedî pêşbiniyeke girînge. Tiştê ku niha li Rojhilatanavîn rû didin wî çend sal beriya niha nirxandiye. Em dibinin ku ev tiştên ku rû didin birêz Ocalan çend sal beriya niha dîtiye û analiz kiriye. Ji ber wê niha hevdîtina bi wî re girînge. Bi nêrîna min beriya van geşedanan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin girînge. Têbiniyên wî dê pir girîng bin. Ji ber wê divê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re têkoşîneke mezintirîn bê dayin.”
Karamus da zanîn ku hêzên ku li Sûriyeyê xwe birêxistin kirine di bin ferman û kontrola Tirk û îstîxbarata wê tevdigere û ev tişt anî ziman: “Hêzeke ku ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li welatên ereban û gelek deverên cîhanê de hene. Bi deham komên radîkalîst, çeteyên cîhadîst ku tevlî HTŞ’ê bûne hene. Behsa hêzên ji Ozbekistanê, Tacakistanê, Turkmenistanê, Tirkiye û Afganîstanê gelek komên cuda di nava van de hene. Her wiha tê gotin ku komeke çeteyên DAIŞ’ê ya mezin tevlî vê komê bûye. Ev beşeke wê ye. Komên OSO jî ku di bin kontrola dewleta Tirk de ye çendî komên cîhadîst û radîkalîst hebin ku ji tevahiya cîhanê re xetere bin di nava vê komê de hene. ENKS ya Kurdan jî di nava vê komê de ye. ENKS bûye beşek ji van çeteyan. Peşmergeyên Roj ku ji aliyê PDK’ê ve tên birêxistin kirin jî di nav vê komê de be em nizanin. Lê pratika wan nişan dide ku li gorî daxwaz û fermanên dewleta Tirk tevdigere. “
Karamus bal kişand ser xetereyê û ji sazî û partiyên siyasî yê Kurd re ev hişyarî kir: “Ev êriş li dijî modela bihevre jiyankirinê ya ku Rêveberiya Xweser li Rojava daye rûniştandinê ye. Heke ku rewş wiha bidome û hêzên navdewletî li dijî Tirkiyeyê bêdengiya xwe berdewam bikin dê Tirkiye herêmê têxe bin kontrola xwe û demografiya herêmê biguherîne. Ev xetereyeke mezine. Em niha di qonaxa xeteriyeke mezin de ne. Ji bo wê divê ku herkes berpirsyariyê hilde ser xwe. Em vê êrişê weke êrişeke siyasî, bîrdozî şîrove nakin, ev van êrişan weke hebûn û tûnekirina gelê Kurd dinirxînin. Gelê Kurd di bin metirsiyê de ye. Divê ku em bibin xwedî helwesteke niştimanî. Divê ku em lawaz nêzikî pêvajoyê nebin heke ku çawa ku bi peymana Lozanê li me dan wendakirin di sedsala 21’an de jî em ê wenda bikin. Bi gotineke din Lozane duyem dubare dibe. Lê lozana duyem dê weke ya yekem nebe. Her tişteke ku li ser navê Kurd dê tüne bikin. Îro li dijî vê konseptê derketin berpirsyariya herkesî ye. Divê ku gelê Kurd nebe şirîkê vê dagirkeriyê. Em bi hêvî ne her partî û saziyeke Kurd bi hesasiyeta xwedî derketina hebûna gelê Kurd tevbigere.Ev parastina zimanê Kurdî ye, nasnameya Kurd e, neteweya Kurd e. Pêwîste ku em berjewendiyên xwe kesane bidin aliyekî û ji bo niştimana Kurdistan bi berpirsyarî tevbigerin.”
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî anî ziman ku Tirkiye qala 82 vilayetan dike û bi vê konseptê tevdigere û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn şer û pevçûnen mezin hene. Ji bo ji nûve dîzaynkirina erdnigariya Rojhelata Navîn planên navnetewî yê hegomonîk hene. Ev bÛyerên dawî yê ku li Sûriyeyê diqewimin jî beşeke vê planê ye.li vir dewleta Tirk dixwaze ji vê rewşê sûd werbigire û armancên xwe pêk bîne. Em dizanîn ku armanca dewleta Tirk ji bilî xewn û xeyala nûkirina dewleta osmanî û bicihkirina nexşa mîsaqa milî, armanca sereke qirkirina gelê Kurde û tunekirina deskeftiyen gelê me ye.Di nav plana navnetewî de dewleta Tirk jî rola xwe heye. Di neha de behsa 82 vilayetan dikin û yek ji van jî Helebe. Tê zanîn ku di pilanen wan de vîlayeta Mûsil jî heye. Loma piştî bi destxista Helebê wê pilana dagîrkina Mûsil û Kerkuk bixin meriyetê. Ev pilan xeteriyeka mezin bi xe re bîne. Ji xwe gef û êriş li ser Şengal û bi giştî li ser Başûrê Kurdistanê ne sekiniye roj bi roj didome. Li hemberî van êrişan pêdivî bi hişyarî mezin heye. Divê aliyen siyasî a Kurd bi hesasiyeteka mezin li vê rewşê nêzik bibin. Pilanake mezin li hemberî gelê Kurd heye. Pêdivî bi yekitiyê heye. Lazime hêzin Kurdê bi helwêsta û stratejiya neteweyî tev bigerin her wiha pêdivî heye ku gelê me li her derê, çar aliyê Kurdistan û dervê welat xwe bi rêxistin bike, xweparastina xwe xurt bike û rê nede dagirkeriyê.”
Zeyneb Murad bi lêv kir ku axaftin û kirinên Tirkiyeyê nabin yek û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi siyaseta xapandin dixwaze sûd wergire. Li hundirê welat qaşo banga hewldan ji bo çareserî pirsgirêka Kurd dikin lê di heman demê de bi tayînkirina qeyûman êrişên li ser îradeya gelê Kurd berdewam dike.Li ser Rojava û Başûr êriş berdewame. Banga wan a ji bo hevdîtin bi rêzdar Ocelan re ne dilsoze.Çimkî tecrîd li ser rêzdar Ocalan berdewame. Me dît ku piştî 43 mehan, biraziyê Birêz Ocalan çû girava Îmraliyê û ji Birêz Ocalan agahiyek anî. Lê nayê wê wateyê ku tecrîd bidawî bûye. Ji xwe Birêz Ocalan bi xwe dibêji tecrîd berdewame. Rakirina tecrîdê tinê têrê nakê, divê Birêz Ocalan fizîkî azad bibe. Ji bo vê yekê jî pêtivî bi hendek pêngavên zagonî û hiqûqî hene. Ji ber vê yekê em nikarîn ji helwest û daxuyaniyên rayedarin dewleta Tirk bawer bikin.”
Zeyneb Murad destnîşanî rol û misyona RêberApo ya ji bo çareserkirinê kir û got: “Ne tenê gelê Kurd tevahî cîhanê dizane ku Kurd xwedî proja çareserî ne. Pêwistiya van krîzan bi felsefa brêz Ocalan û nexşereya wî heye. Em dibînîn ku kampanyaya azadkirina birêz Ocalan roj bi roj berfirehtir dibe û hejmareka gelek mezin di kesayetî û siyasetmedaren cîhanî di hundirê vê kampanyayê de cih xwe digrin, ev îspata wê ye ku êdî herkes bawerî bi rol û misyona berêz Ocalan ji bo çareserî dikin. Di vê qonaxa kritîk de û di vê pêvajoyê de giringiya vekirina derî Îmralî û hevditina bi birêz Ocalan re wê çarenûsa Rojhilata Navîn biguherîne. Ji ber kû ev pêvajo xeteriya wê ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelek aliyan xeteriyên mezin bi xwe re bîne.”
Zeyneb Murad ji Kurd û Kurdistanê re ev bang kir: “Divê hemû Kurd û Kurdistanî û dostên Kurdan vê rewşê bi baldarî bişopînin û xwedî helwest bin. Xeterî ne tenê li ser Rojavaye Kurdistane, ev xeteriya mezin li ser tevahiya Kurdistanê ye. Em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku bi ruhê Kobanê xwedî helwêst bin. Em bang li hemû hêzên peywendîdar û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk û hêzên girêdayî wan rawestin û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê nehêlin.”