Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Paradîgmaya Rêber Apo rêya tekane ya çareseriyê ye

Berdevka Meclisa Jinê ya DBP’ê Aynur Sarica belgeya helwestê ya DBP’ê nirxand û got ku beşarên konferansê peyama ku divê azadiya fîzîkî bê misogerkirin dan û wiha axivî: “Rojhilata Navîn veguheriye herêmeke ku ji aliyê hêzên serdest ve her tim di nava kaosê de ye. Birêz Abdullah Ocalan da xuyakirin ku dema Rojhilata Navîn demokratîk bibe, wê cîhan bi giştî jî demokratîk bibe. Ji ber vê sedemê birêz Abdullah Ocalan bersiva krîz û astengiyên Rojhilata Navîn e.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12’yê Mijdarê de li Enqereyê wê 6’emîn kongreya xwe ya awarte pêk bîne. Beriya wê DBP’ê di 5’ê Mijdarê de li Amedê bi dirûşma “Bi civaka azad em jiyana azad va bikin” konferans pêk anî. Bi sedan kes tevli konferansê bûn û di konferansê de Belgeya Helwestê hat aşkerakirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica belge nirxand.

Aynur diyar kir ku demek dirêje ji herêmê ber bi navendan ve xebat meşandine û di encama vê de di 5’ê mijdarê de koferans pêk anîne û peyam û tabloya derketiye holê bibîr xist û wiha vegot: “Di konferansê de rastiya girseya ku xwedî li DBP’ê û fikriyata DBP’ê ya li herêma Kurdistanê derdikeve derket holê. Vê girseyê bi reng û tevlibûna xwe peyamek zelal da. Peyamên xwedîderketina li çanda kurd derketin pêş. Ev demek dirêje konsepta şer didome. Li dijî êrişan ji xwe berxwedan tê meşandin lê di konferansê de bi girseyî peyam hat dayîn. Girseya bi biryar nîşan da ku dînamîkên esas yên têkoşîna azadiyê ji DBP’ê derbas dibe.”

Demokratîkbûna Rojhilata Navîn demokratîkbûna cihanê ye

Aynur da zanîn ku yek ji girîngtirîn peyamên ku di konferansê de derket holê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha pêde çû: “Pergal hewl dide mirovan ji fikir, paradîgma û Rêbertiyê dûr bixe, lê gelê kurd bi zelalî nîşan dide ku; rastiya kurd nikarin ji paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan cuda bigirin dest. Ji bo bi temamî şikandina tecrîdê li hemû qadên jiyanê û misogerkirina azadiya fizîkî em peyamên zelal didin. Em dizanin ku hemû krîz û komkujî bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Welatekî blokekirî heye, rastiyeke ku hewl dide xwe bi şer têr bike heye. Yê ku dikare ji vê re çareseriyê bibîne Birêz Abdullah Ocalan e. Beşdarên konferansê peyama ku divê azadiya fîzîkî bê misogerkirin dan. Rojhilata Navîn veguheriye herêmeke ku ji aliyê hêzên serdest ve her tim di nava kaosê de ye. Birêz Abdullah Ocalan da xuyakirin ku dema Rojhilata Navîn demokratîk bibe, wê cîhan bi giştî jî demokratîk bibe. Ji ber vê sedemê Birêz Abdullah Ocalan bersiva krîz û astengiyên Rojhilata Navîn e.

Li dijî feraseta qirkirinê neteweya demokratîk pêş dixin

Di berdewamiya axaftina xwe de Aynur bal kişand ser belgeya helwestê ya DBP’ê û got di nokteyeke parastina aştî, demokrasî û mafê mrovan de ev belge ava kirine û wiha daxuyand: “Pergaleke ku mafê jiyanê ya mirovan ya gelan a jinan tengezar dike heye. Di belgeya helwestê de me diyar kir ku jiyaneke ku qada jiyana civakî diparêze dikare pêkan be. Di bin navê ewlehiyê de Cudî tê şewitandin û jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi girtinê tehdîd dikin. Em li dijî vê ferasetê, neteweya demokratîk ya bi paradîma ekolojik, demokratîk û azadixwaziya jinê derdixin holê. Li her çar aliyê Kurdistanê êrîşên dijwar hene. Heta ku ev yekitiya neteweyî pêk neyê wê êrîş bidomin. Dema gelê kurd yekitiya xwe ava bike wê statuyê qezenc bike.Tişta ku êrîşan vala derxîne yekitiya neteweyî ye.”

Aynur balkişand ser xebatên dema pêş û got wê pêvajoya pêş de xebatan mezin bikin û got: “Hêza çareseriyê civaka rêxistinkiriye. Azadiya Kurdistanê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Em ê hem xwe rêxistin bikin hem jî têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em yekitî û rêxistinbûna xwe pêk bînin. Em bang li hemû  jinan dikin. Em hêza xwe ya rêxistinkirî mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar