Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Parastina ciwanan parastina civakê ye

Ciwanên ku ziman, çand û sincê xwe winda bike civaka xwe winda dike. Civaka ku ciwanên xwe winda bike pêşeroja xwe winda dike. Neteweya ku civaka xwe winda bike hebûna xwe winda dike.

Di nava neteweyan û civakan de ciwan xwedî roleke sereke û bingehîn in. Ciwan ji bo civak û neteweyekê hêza herî girîng, zindî, çalak û pêşeng in. Ciwan di aliyê fizîkî de her dem çalak, bi hêz û tevger e. Lê ku di aliyê hiş, raman û sinc de xwe têr û tijî nekiribe û ne pijandibe, ew hêz û tevgera çalak li şûna xizmeta civakê bike, dikare bêtir civakê parçe û xera jî bike. Hêzên serdest vê rastiya ciwanan baş analîz dikin bi vî rengî şerê taybet li ser ciwanan dimeşînin da ku civak ji ciwanên xwe qut bibe. Hêzên serdest her tim dixwaze ciwanan ji xizmeta civakê dûr bixe. Her dem dixwaze ciwanan li dijî civakê bi rêxistin bike.

Civak û neteweyek çiqas qîmetê bide ciwanên xwe ew qas girîngî û qîmetê dide hebûna xwe û siberoja xwe. Çiqas ciwanên civak û neteweyekê xurt bin, ew netew di aliyê aborî, siyasî, leşkerî, ked û her aliyê jiyanê de bi hêz û xurt e. Lê ku qîmetê nede ciwanên xwe û ciwanên xwe bi destê pergalê û şerê taybet de berde, ew civak û netew deriyê întîharê li pêş xwe vedike.

Me îsal Newroza herî xurt, bi coş, kelecan û bi peyam pîroz kir. Newrozek dîrokî me li pey xwe hişt. Dê gelek nirxandin li ser peyamên Newrozê û rol û rista Newroza îsal bên kirin. Ez ji nirxandina bîrdozî û siyasî zêdetir dixwazin nirxandinek civakî û polîtîk bikim. Dema ku em hinekî li girseya tev li Newrozê bû dinerin, em dibînin ku li gelek bajaran tevlêbûna ciwanan pir pir zêde bûn. Ciwanên ku tev li Newrozê bûn, bi awayekî hest û ruh girêdayî doza xwe ne. Lê di aliyê zanîn, dîsîplîn, sinc û rexistinî de bingehek tune ye. Aliyê ciwanan ên hest û ruh, coş û ruhê Newrozê bêtir xurt kir. Lê ku ciwanên kurd tenê tev li Newrozê bibin û tev li xebatên sazî û partiyên xwe yên rêxistinî û polîtîk nebin, ev ji bo sibê problem e. Dema ciwanên civak û neteweyekê gav bi gav têkevin nava tiryakê pirsgirêk xwe nîşanî me dide.

Dema em li rastiya ciwanên kurd ên li Metropol û bajaran dinerin, em dibînin ku talûkeyek jî li pêş me heye.  Eger em vê talûkeyê nebînin û bi lez mudaxaleyî vê talûkeyê nekin, siberojê ev talûke dê zerarê bide civakê û nirxên kurdan.

Çima? Ji ber ku îro li dijî ciwanên kurd şerekî pir taybet tê meşandin. Eger em vî şerê taybet nebînin û li hemberî vî şerê taybet ciwanên xwe neparêzin û hişyar nekin, dê ev şerê taybet hemû ciwanên me di nava lepê xwe de qirêj bike û wekî talûkeyekê bîne pêşberî civaka me.

Ez dixwazim hinekî balê bikişînim ser hin nîşaneyên van talûkeyan. Talûkeya herî mezin tiryak û fihûşa li pêş ciwanên kurd e. Li metrepol û bajaran Kurdistanê rêjeya ciwanên kurd ên tiryak (esrar, krîstal û hwd) dikişînin her ku diçe zêde dibe. Eger ev rastiya ciwanan neyê dîtin, wekî vîrûsa Korona dê di nava çend salan de li hemû ciwanên kurd belav bibe û êdî ne partiyên kurdan û ne jî dayik û bavên zarokan nikarin ciwanan ji vê reyê rizgar bikin.

Talûkeya duyemîn ciwanên kurd êdî ji sinc, çand û zimanê xwe dûr dikevin. Bi amûrên tijîtal ên wekî telefon û hwd perwerde dibin. Hemû enerjiya xwe bi telefonan xerç dikin. Li şûna ku sûda zanistî ji telefonan bigirin, bi temaşekirin û şopandina mijarên magazîn, bêsinc ku di tîk tok, you-tube, înstegram û hwd de tên weşandin, xerç dikin. Enerjiya xwe ji bo siberoja xwe xerç nakin. Enerjiya wan hemû vala diçe. Ev bi xwe re ciwanên bêsinc, nezan, apolîtîk, bênasname, bêarmanc pêş dixe.

Talûkeya sêyemîn ciwan betal tên hiştin û bêyî kedekê bidin mezin dibin. Ciwanên ku kedê nedin û mezin bibin,  civakek xizan, nezan û xirab pêş dixe. Ev bi xwe re qeyran û kaosa nava civakê jî kûr dike.

Îro li cîhanê ji şerê çekdarî zêdetir şerê taybet tê meşandin. Ev şerê taybet bêtir bi alav û amûrên dijîtal û teknolojiya elektronîk tê maşandin. Dîsa bi rêya hişbir, tiryakê ciwanan ji sinc û zanînê dûr dixe. Artêşa ciwanên betal ava dike. Ciwanên ku tenê ji bo bibin xwedî pîşe diçin zanîngehan û piştî zanîngehan betal dimînin, êdî dikevin valahiyê û dest bi kiryarên xerab dikin.

Eger îro saziyên kurdan, partiyên siyasî yên kurdan, dayik û bav  vê rastiyê nebînin û li hemberî vê yekê bi hevre tedbîran negirin, karekî zor li pêş me ye. Bi taybetî partiyên kurdan, divê proje û planên wan ên sereke parastin û birêxistina ciwanan be. Dema em îro li partiyên kurdan dinerin, di aliyê ciwanan de lawaz bûne. Eger îro partiyên kurdan di aliyê ciwanan de ne xwedî hêz û bi rêxistin be, divê lezgîn li ser vî aliyê xwe raweste û bi lez û bez mudaxaleyî vê kemasiya xwe bike.

Di hemû partî û rêxistinên cîhanê de rastiyek hevpar heye. Eger di nava kîjan partî û rêxistinê de hêz û rêxistina ciwanan xurt be, ew partî û sazî xurt e. Lê dijberî wê be, ew partî û sazî lawaz e.

Ji bo wê jî divê hemû partî, rêxistin, sazî û komele, dest bidin hev û bi hev re li dijî şerê taybet ê li ser ciwanan tê meşandin têkevin nava têkoşînê û dest bi xebatên parastin û rêxistinbûna ciwanan bikin.

Nûçeyên Têkildar