Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Parastina KNK’ê parastina yekîtiyê ye

Di 18’ê îlonê de li dijî ofisa nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlerê êrîş pêk  hat. Di êrîşê de nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Di ser bûyerê re 3 roj borîn, lê heta niha aliyên eleqeder der barê êrîşê de tu daxuyanî nedane û kujer nehatiye girtin. Piştî êrîşên gelek sazî û partiyên kurd  êrîş şermezar kirin. Diyar kirin ku ev êrîş li dijî yekîtiya gelê Kurdistanê pêk hatiye. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku êrîş di şexsê KNK’ê de li dijî yekîtiya Kurdistan û gelê kurd pêk hatiye. KNK, kongreya Neteweya Kurdistanê ye. Sîwana yekîtiya gelê kurd û partiyên kurdan e. Dema em li rêzikname û peymannameya KNK’ê binerin:

“KNK di 26’ê Hezîrana 1999’an de hat avakirin. 24 salin ji bo yekîtiya gelê kurd û Kurdistanê xizmetê dike. Nûnerên partî, rêxistinên polîtîk, civakî, ronakbîr û kesayetîyên welatparêz ên Kurdistanê ku bi armanca avakirina dezgehekî bilind ê Kurdistanî û ji bo parastina berjewendî û yêkîtiya gelên Kurdistanê, li bajêrê Holanda Amsterdamê kom bûn û bi îmzekirina vê peymanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ava kirin.

Kurdistan kolonîya navneteweyî ye li rojhilatanavîn. Digel nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkiye, Îran û Sûrîyeyê ya li ser stuyê xelkê kurd, çar parçetî jî dewam dike. Neteweyê kurd di bin destê van dewletên dagîrker û kolonyalîst da ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatîye bêpar kirin. Her wiha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û înkarê bi israr tê domandin….”

Em li destpêka rêziknameyê û xebatên ku KNK’ê di 24 salan de kiriye jî dinerin, em dibînin ku KNK hem bi pratîka xwe û hem bi rêziknameya xwe xizmeta yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê dike. Îro hemû gelê kurd û gelê cihanê jî vê yekê dizanin. Lê dewlet, hêzên navdewletî û hegomon ku her tim naxwazin kurd bibin xwedî vîn, rêxistin û polîtîkayên azad, li dijî van rêxistinên kurdan ên xizmeta yekîtî û azadiya kurdan dikin êrîşan didomînin. Êrîşa herî dawî li Hewlerê pêk hat jî parçeyekî van êrîşan in. Li dijî Yekîtiya Neteweya Kurd herî zêde PDK radiweste. Ev êrîş jî li navenda Hewlerê li ber çavên hêzên parastinê yên Hewlerê pêk hatiye. Ev nîşanî me dide ku ev êrîş ji agahî û zanînên PDK’ê ne serbixwe ye. Ev jî tê wateya ku PDK li dijî yekîtiyê, xizmeta parçebûna kurd û Kurdistanê dike. Xizmeta mêtînger, dagirker û xwînmijan dike. Ji ber vê yekê gotina Rêzdar Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad tam di cihê xwe deye . Êrîşa li dijî KNK’ê êşîra li dijî Yekîtiya Neteweya Kurd û Kurdistanê ye.

Ev rastî divê her kes baş bibîne. Êrîş di şexsê KNK’ê de li dijî hemû kurdên yekîtiyê dixwaze pêk hatiye. Wê demê divê hemû kurdên yekîtiyê dixwazin di pratîkê de bêtir bibin yek û bi hevre dakevin qadan û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Eger îro partiyên kurdan tenê bi daxuyaniyên nivîskî bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman, dê sibê ev êrîşên li dijî yekîtiyê zêdetir berdewam bikin. Eger em yekîtiyê dixwazin, divê em tenê bi bertekên nivîskî û daxuyaniyên nivîskî yekîtiyê nexwazin. Divê tenê em bi daxuyaniyên nivîskî van êrîşan şermezar nekin. Her kes dikare li mala xwe twîtterekê bavêje û vê êrîşê şermezar bike. Lê ya girîng em li kolanan milê xwe bidin hev û bi hevre bertek û nerazibênên xwe bînin ziman.

Salek berê di 16’ê îlona 2022’yan de li rojhilatê  Kurdistanê Jîna Emînî hat qetilkirin. Lê di şexsê Jîna Emînî de êrîşî vîna hemû jinên kurd ên azad hatibû kirin. Jin di serî de li rojhilatê Kurdistanê û li gelek welatên cihanê daketin qadan û bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman.  Ev bertek û nerazibûn vegeriyan serhildanê. Jin bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” daketin qadan û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li hemû cihanê belav kirin û kirin wekî manîfestoyê.

Îro di şexsê Denîz Cewdet de jî, hemû partî û rêxistinên kurdan ên yekîtiyê dixwazin dikarin bi hevre dakevin kolanan û bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Azadî û Yekîtiyê ve” dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Dema kurd bi hevre daketin qadan û bertekên xwe bi yek dengî bilind kirin, dê komplo û tecrîd pûç bibe. Dê yekîtî xurt bibe. Dê welatên cihanê bêtir hesabên kurdan bikin û daxwazên kurdan li ber çavan bigirin.  Ji ber vê yekê parastina YNK’ê parastina Yekîtiyê ye. Parastina Yekîtiyê parastina hebûn û nasnameyê ye.

Nûçeyên Têkildar