Welat Perwer |
Dewleta tirk ne li gorî rastiya Anatolyayê hat avakirin. Di rastiya xwe de Anatolya wek baxçeyê gelan bû. Li Anatolyayê pir netew, pir bawerî û pir çand hebûn û bi hezaran salan jî Anatolyayê hebûna xwe bi vî awayî berdewam kiribûn. Lê piştî Şerê Cîhanê ye Yekemîn şûndetir wexta komara tirk hat avakirin, dewleteke ne li gorî xwezaya vê erdnîgariyê hat avakirin. Dewleta nû ya bi navê komara tirk bi feraseta netew-dewletê ava bû. Vê ferasetê jî, xwe dispart jiholêrakirina rengîniyan. Hemû rengîniyên netewî, çandî û baweriyî di nava tirkitî û îslama sunî de hatin tunekirin. Li derveyî tirkitî û sunîtiyê jî tu kesî re mafê jiyanê nehat dayîn. Tişta ku para kurdan jî ket, qirkirina fizîkî û çandî bû. Bi vî awayî qirkirin û asîmîlekirin li ser vî esasî jî jiholêrakirin, yekane polîtîkaya netew-dewleta tirk bû.
Di vê rewşê de dê gelê kurd an teslîm bibûya, yan jî li ber xwe bida. Bêguman kurdan berxwedan tercîh kir, dev ji çand û zimanê xwe berneda, bi dehan caran serî rakir. Lê bi ser neket. Di nav van şert û mercan de her ku çû, dewleta dagirker bawer kir ku êdî serdikeve û vê carê koka kurdan qelandiye. Êdî rayê jiyana kurd û Kurdistanê ziwa bûye.
Ev rastiya gelê kurd bû sedem ku Tevgera Azadiyê derbikeve. Tevgera Azadiyê her çi qas wek berdewamiya têkoşîna gelê kurd a dîrokî derketibe jî lê bi awayekî cuda hat damezrandin. Xwe bi parçeyekî ve sînordar nekir. Lewre ji têkçûn û belavbûna raperîn û qirkirinên beriya xwe dersa dîrokî baş hatibû girtin. A ku bi gelê kurd dayî windakirin çibû û ya ku gelê kurd bigihîne serkeftin û serfiraziyê çi ye, baş hatibû fêmkirin. Ji bo wê jî bernameyeke ku Kurdistanê û gelê kurd yekpare dibîne hatibû esasgirtin. Vê tevgerê ji ber ku xwe li gorî xwestek û armanca gelê kurd damezrandibû, di demeke pir kurt de di nava gelê kurd de pir xurt bû. Li gorî bernameya xwe ya neteweyî tevgeriya û endamê xwe şand hemû deverên Kurdistanê. Bi vê ve jî sînordar nema, kadroyên xwe şand derveyî welêt û hewl da ku hemû kurdan birêxistin bike. Ev ked û sekna neteweyî ji aliyê gelê kurd ve hat qebûlkirin û bi demê re êdî ji hemû parçeyên Kurdistanê, kurd ref bi ref tev li Tevgera Azadiyê bûn.
Tevgera Azadiyê di dirêjahiya dîroka xwe de her hewl da ku berpirsiyariyên xwe yên neteweyî li beramberî hemû parçeyan pêk bîne. Gelê kurd kir xwedî îrade û fikir. Derfet da destê gelê kurd da ku gel bikaribe li hemberî dewletên dagirker hebûna xwe pê biparêze, li ber xwe bide. Di jiyana gelê kurd de guhertinên pir mezin afirand. Bi taybet jinên kurd bi Tevgera Azadiyê re ji nû ve jidayîk bû, vejiya. Bi vî awayî Tevgera Azadiyê ji milekî ve li dijî dagirkeriyê gelê kurd kir xwedî îrade, kir gelekî têkoşer, ji milê din ve jî di nava civaka kurd de guhertinên bingehîn ava kir û bi vî awayî di demokratîzekirina civaka kurd de bû xwedî roleke diyarker.
Van ji ber çi tînim ziman? Ji ber ku hin kes, rêxistin û nêrîn Tevgera Azadiyê jî wek xwe dizanin û Tevgera Azadiyê wek partiyeke parçeyekî ango bakurê Kurdistanê digirin dest. Nexêr, Tevgera Azadiyê ji despêkê ve tevgereke kurdistanî ye. Tevgera Azadiyê, Kurdistanê wek dagirkeran nagire dest. Dagirker Kurdistanê wek çar perçe digirin dest û dixwazin her kes jî wek wan bigire dest. Lê Tevgera Azadiyê, Kurdistanê yekpare digire dest û vê yekê jî bi hemû helwestên xwe nîşan dide. Tişta ku Tevgera Azadiyê ji şoreşgertiyê û welatparêziyê fêm dike ev e. Ger ku Tevgera Azadiyê bi vî awayî tevnegere wê derkeve li derveyî felsefe û bernameya xwe.
Bi taybet PDK û hin derdor, dibêjin ku Tevgera Azadiyê bi hebûna xwe ya li Başûr dibe sedem ku statuya başûrê Kurdistanê bi xeteriyan re rû bi rû bimînê. Di vê destgirtinê de çend şaşîtiyên pir mezin hene. A yekemîn, Tevgera Azadiyê hêzeke kurd e, ji bo azadî û xwebûna gelê kurd ava bûye û heya niha jî di oxira vê dozê û baweriyê de bi deh hezaran şehîd dane û hîn jî dide. Ji bo vê yekê jî bi qasî ku mafê jiyîn û xwe birêxistinkirina partiyên din li Başûr heye, mafê PKK’ê jî heye. Ango PKK bi qasî ku Tevgereke Bakur e, ya Başûr e, ya Rojava ye û ya Rojhilat e. Aşkera ye ku şaşxwendinek heye û di çavkaniya vê de jî mêzandina mêjiyê dagirkeran heye. Nabe ku em wekî gelê kurd, bi çav û nêrîna dagirkeran li xwe binêrin û fêm bikin. Dema ku me ev kir, jixwe em hem perçebûna welêt hem jî mirina kurd û Kurdistanê dipejirînin.
A duyemîn, Tevgera Azadiyê heya niha her bûye parazvanê başûrê Kurdistanê. Ango ji bo statuya başûrê Kurdistanê qet û qet nebûye xeterî. Bi salan e, ji xwe sînorê Başûr li hemberî hemû cûre êrîşan diparêze. Bi taybet jî wexta DAIŞ’ê êrîşî Şengalê, Mexmûrê, Hewlêrê, Kerkukê kir, ê ku bû parazvanê van deran û ne tenê statu, di heman demê de rûmet û pêşeroja Başûr jî parast Tevgera Azadiyê bû. Yên ku niha behsa statuyê dikin, wê demê geh bi çargaviya bazdidan geh bi çarlepkî direviyan. Ev hemû heqîqet in û çend sal beriya vê hatin jiyîn.
Heman tişt, ji bo rojavayê Kurdistanê jî derbasdar e. Li rojavayê Kurdistanê wexta her tişt ser û bin bûn, dîsa yê ku li beramberî gelê kurd bi berpirsyartiyên xwe yên neteweyî rabû Tevgera Azadiyê bû. Jixwe Şoreşa Rojava jî bi vî awayî derket holê. Piştre, heman tişt di dema êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê de jî hat dîtin. Berxwedaniya Kabonê, mohra xwe li dîroka berxwedaniya gelê kurd û hemû mirovahiyê da. Balkêş e, yên wê demê dev ji Rojava berdan û reviyan çûn, niha dîsa derketine dikê û dibêjin ‘hebûna Tevgera Azadiyê, statuya Rojava dike xeteriyê.’ Tişta ku li Başûr tê kirin, li Rojava jî tê dubarekirin.
Ev hêzên bi vî awayî tevdigerin mixabin ne li gorî gelê kurd, li gorî hêzên dagirker tevdigerin. Bi çavên dagirkeran li têkoşîna azadiya gelê kurd dinêrin. Halbûkî ger hêzên kurdî ne, divê li gorî xwestek û armancên gelê kurd tevbigerin. Gelê kurd ji wan şirîktiya hêzên dagirkeriyê naxwaze, berovajiya vê, dixwaze hemû kurd bibin yek.
Gelê kurd dixwaze hemû hêz û rêxistinên kurd wek Tevgera Azadiyê tevbigerin û netewî bin. Li kê dera Kurdistanê pêwîstî çêbû, hemû hêz û rêxistinên kurd li wir bin. Lê mixabin van hêzan ji zû ve guhên xwe ji daxwazên gel re girtine û dev ji Bakur berdane. Bakurê Kurdistanê bi dehan salan wekî peywireke welatparêzî ya esasî di nav pêşmerge de cî girt, mal û milken xwe dane ber dozê. Bi taybet jî gelê Botan û Behdînanê, yên ku niha beşek ji wan li Mexmûrê di bin dorpêça PDK’ê de ne, ked dan, xwêdan û xwîn rijandin. Lê yên ku li ser can û bedena zarokên kurdan bilind bûn, îro li hemberî dewleta qirker a tirk tu tiştekî nabêjin, newêrin tu gavî biavêjin. Heta di tesfiyekirina destketiyên gelê kurd de dibin şirîkê dewleta dagirker. Halbûki diviyabû ev hêz û rêxistin di çarçoveya neteweyî û welatparêziyê de tevbigeriyan û li dijî dewleta qirker a tirk şer bikirana.
Tenê dibêjin ‘dewleta tirk xurt e, em nikarin li dijî wê bisekinin, a herî baş, bila Tevgera Azadiyê ji van deran biçe. Bila biçe li ku derê şer dike bila bike, tenê bila ji min dûr be.’ A rastî tu eleqeya vê seknê bi kurdayetî û welatparêziyê ve tune ye. Ev sekneke zêde zêde ezez û tirsonek e. Bi vî awayî tu statu jî nayê parastin. Ev rastiya jî têra xwe hatiye dîtin.
Di nava van şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ger kurd xwe bikin yek, wê ji sedî sed biserkevin. Lê vê yekê nekin, îhtimala tiştên heyî jî derdin heye.
Halbûkî dem dema kurdan e. Hemû cîhan niha behsa kurdan dike. Têkoşîna Bakur û Rojava hemû rûpoşên rejîma Erdogan-Bahçelî-Ergenekon daxist. Hemû cîhan ev rêjîma qirker bi her awayî nas kir. Têkoşînê ew ber bi hilweşînê ve birin. Lê ji bo ev yek pêk bê, divê di nava kurdan de hinek piştgiriyê nedin û nebin şirîkê vê rejîma qirker. Bi zîhniyeta vê rejîmê li Tevgera Azadiyê nenêrin. Bi taybet PDK, eger destekê nede dewleta dagirker a tirk, dewleta tirk nikare tu plansaziya xwe bi ser bixe. Eger êrêkirin û destekdana PDK’ê nebe, dewleta dagirker a tirk ne dikare êrîşî Başûr bike, ne dikare êrîşî Rojava bike, ne jî dikare polîtîkayên xwe yên qirkirinê li bakurê Kurdistanê bibe serî. Di halê heyî de dewleta dagirker a tirk rewakirina êrîşên xwe yên qirker, bi erêkirin û destekdana PDK’ê bi dest dixe. Ev tişt, PDK’ê dike şirîkê herî mezin a dewleta dagirker.
Gelo PDK vê ji nezanî yan ji bêçaretiyê dike? Eger ji nezaniyê be, va ye rastî û heqîqet hemû li holê ne, divê bi lez û bez were li ser rêya rast. Bibe hêzeke neteweyî û welatparêz. Eger xwe neçar û bêhêz dibîne û bi vî awayî tevdigere, wê demê jî divê berê xwe bide gelê xwe. Tu kesê biyanî ji bo mirovan nabe palpişt, palpişta herî qayîm gel bi xwe ye. Jixwe yên ku di nava gelê xwe de xurt nebin, ji aliyê tu kesî ve jî xurt nayên dîtin. A rastî tişta ku di kesayeta PDK’ê de tê kirin hevkarî jî nîn e, bi her awayî xweteslîmkirin e.
Aşkera ye ji bo ev sekna neteweyî û welatparêz ji aliyê hemû rêxistin û hêzên ku dibêjin em hêzên kurd in esas bê girtin, divê gelê kurd zêdetir zextê li van rêxistin û hêzan bike. Divê em van hêzên ku dibêjin em nûnertiya kurdan dikin, neçarî netewebûn û welatparêziyê bikin. Mixabin em jî wek gel, ji vê rewşê berpirsiyar in…