Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Parastina Kurdistanê peywira her kesî ye

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyeyê Heyfa Mehmûd, piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta tirk a ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li hemû tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî kir ku parastina Kurdistanê bikin.

Di 22’yê tîrmehê de 35 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Yek ji van partiyên siyasî jî Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyeyê bû. Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyeyê Heyfa Mehmûd der barê mijarê de axivî.

Heyfa Mehmûd bal kişand ser daxuyaniya 22’yê tîrmehê û wih axivî: “Her kes dîroka avabûna dewleta tirk dizane. Hebûna xwe li ser tunekirina gelan avakiriye. Dewleta Osmanî 400 salan axa Kurdistanê dagir kir. Ew sînorên ku di dema rûxandina Împaratoriya Osmanî û Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Peymana Netewî ve hatine xêzkirin ji nedîtî ve tê û êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê dike. Dema em li sedsala 21’an dinêrin êrîşên dewleta tirk her ku diçe berfireh dibe û zêde dibe. Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê bi erêkirin û bêdengiya hikûmeta Iraqê pêk tên. Dewleta tirk bi piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqkirinê berfirehtir kir. Em ê li hemberî van êrîşan bê bertek nemînin.”

Heyfa Mehmûd bertek nîşanî sewqiyata leşkerî û çeteyên dewleta tirk a ji bo başûrê Kurdistanê da û wiha domand: “Axa başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve tê dagirkirin. Ji aliyê gelek dezgehên çapemeniyê ve hat belgekirin ku çete şandine başûrê Kurdistanê. Lê mixabin PDK û hikûmeta Iraqê bi awayekî eşkere piştgirî dan dewleta tirk û ev jî bûn sedem ku êrîşên dewleta tirk berfireh bibin û berdewam bikin. Bê guman dewleta tirk zextê li Iraq û başûrê Kurdistanê dike. Heke berjewendiyên hevpar tinebûyan, wê ev rewş derneketiba holê.  Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê gelê Başûr û Şengalê bi tenê hiştin û reviyan. Gerîla ji Mûsilê heta Şengalê bi gel re bû. Dîsa YPG-YPJ’ê ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê li kêleka gelê xwe bû. YPG-YPJ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hebûna fîzîkî ya DAIŞ’ê bi dawî kir. Diviyabû PDK jî li aliyê şerê li dijî dewleta tirk û DAIŞ’ê bûya, lê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya. Piştgiriya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk ne yekem e. Ev piştgirî ji berê de her tim berdewam dike. Niha bi piştgiriya êrîşên dewleta tirk dixwazin hêza gerîla bişkînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Heyfa Mehmûd bêdengiya hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya piştî şandina çeteyên DAIŞ’ê ya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê, wiha nirxand: “DAIŞ a ku di sala 2019’an de li Baxozê bi awayekî fizîkî hate têkbirin û rûxandin, niha li başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Ev jî nîşan dide ku têkiliya hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi çeteyên DAIŞ’ê re heye. Mebesta min ew e ku ev têkilî pêdiviya lojîstîkê ya leşkerî ye. Lê belê navenda wan li wir hatiye avakirin û fermanên wan li wir didin, vê pêwendiyê derdixe holê. Piştî bidawîbûna fîzîkî ya DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, xedîderketina dewletên derdorê li DAIŞ’ê hişt ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe.QSD-YPG-YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku bûbûn bela serê cîhanê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe da û têk bir. Mixabin ev dewlet alîkariya zindîkirina DAIŞ’ê dikin.”

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyeyê Heyfa Mehmûd anî ziman ku êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê bi tifaqên navbera dewletan pêk tên û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk dijminê gelan e. Lê hêza wê nîne ku bi tenê van êrîşan pêk bîne. PDK xwe weke partiyeke Kurdistanî dide nasîn. Divê PDK li hemberî van êrîşan helwest bigirta. PDK’ê bi awayekî fermî û aşkere rê li ber dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê vekir. Berevajî vê, diviyabû ku ew karibûya helwesteke tund û tûj nîşan bida. Ji ber ku xwe weke tevgereke Kurdistanî nîşan dide, li şûna vekirina deriyê başûrê Kurdistanê, diviyabû bi erk û berpirsyariya parastina hemû parçeyên Kurdistanê û gelê kurd nêzî dewleta tirk bibûya. Dewleta tirk a dijminê gelan e û dixwaze gelê kurd tune bike.”

Heyfa Mehmûd destnîşan kir ku divê dawî li siyaseta dagirkerî û îlhaqkirinê ya li ser çar parçeyên Kurdistanê bê anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku xwe weke tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî dibînin; divê Kurdistan û gelê kurd biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar