Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parastina Medya Çinar a doza Nisêbînê

Girtiya ji doza Nisêbînê Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiyeke fedaî pêk anî, di parastina xwe ya berî salekê de tecrîd şermezar kiribû û wiha tişt diyar kiribû: “Tişta me dixwest xweserî bû. Li şûna têkoşînek leşkerî, pêngavek siyasî dikaribû bihata avêtin.”

Girtiya ji doza Nisêbînê dihat darizandin, Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê adarê de dawî li jiyana xwe anî û duh bi şev di bin dorpêça leşkeran de cenazeyê wê li gundê Margik ê Qoserê hat definkirin, di parastina xwe ya berî salekê kiribû de jî tecrîd şermezar kiribû.

Çinar piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, diçe Kobanê û di şer de birîndar dibe. Piştî Çinar birîndar dibe vedigere û di dema qedexeyên derketa derve de, li Nisêbînê asê dimîne. Bi rakirina qedexeya derketina derve re Çinar jî di nav de 53 li Nisêbînê tên binçavkirin. Çinar wê demê birîndar bû û dibin çavan de rastî îşkenceyên pir giran tê. Dema ku darizandina Çinar li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dest pê kir, li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê girtîbû û ji wê hat xwestin ku bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bibe. 5 caran danişîna Çinar hat dîtin lê wê tu carî ferzkirina beşdarbûna SEGBÎS’ê qebûl nekir û xwest li salona dadgehê parastinê bike. Herî dawî Çinar bi biryara dadgehê di 25’ê sibatê de anîn danişîna 6’emîn a hat dîtin.

Lê Çinar dîsa ji bo ku dadgehê malbat negirtin salona danişînê û bi hinceta nîqaşa derket dosye ji hev hatin cudakirin, parastin nekir. Çinar ji bo beşdarî danişîna di rojên pêş de bê dîtin bibe, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat rawestandin. Çinar di 16’ê Nîsana 2018’an de, bi SEGBÎS’ê beşdarî 2’yemîn danişîna hat dîtin bû û bi kurdî nirxandinek kurt kir. Ev gotinên Çinar jî di girtinên dadgehê de hatin nivîsandin.

Destpêkê tecrîd şermezar kir

Çinar di parastina xwe ya bi kurdî kir de wiha got: “Ez tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ez zextên li ser kurdan û êrîşên li bakurê Kurdistanê yên di vê dema OHAL’ê de şermezar dikim. Ez rêbazên zextan ên li girtîgehan lanet dikim. Di dosyeyê de hevalên min ên birîndar hebûn. Bi tu awayî em nayên dermankirin. Ev vê jî lanet dikim. Ez êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê jî şermezar dikim.”

Êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê nirxand

Di parastina xwe de Çinar êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Ez di pêvajoya Kobanê de çûm. Di êrîşan de jin hatin firotin û zarok hatin kuştin. Mirov hatin qetilkirin û bi tu awayî tu dewlet derneketin û mafê van mirovan neparastin. Wekî jin û ferdekî min nedikarî serê xwe daynim ser balif û rawestim. Ger YPG û YPJ’ê têkoşînek mezin li wê derê ne dabûyan, dibe ku destpêkê êrîşî rojhilatê Kurdistanê bikiran. Li vê derê jî dê mirov û zarok bihatan kuştin. Ji ber vê ez beşdarî têkoşînê bûm.”

‘Me xweserî dixwest’

Çinar da zanîn ku ew birîndar bû û ji bo dermakirinê derbasî Nisêbînê bûye û wiha pêde çû: “Dema ez hatim qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ji ber vê min nedikarî ji bajêr derkevim. Me xweserî dixwest. Me jî weke hemû gelan û dewletan maf dixwest. Dema pêvajoya rêveberiyên xweser dest pê kir, êrîşên mezin li dijî Kurdistanê pêk hatin. Niha jî ev ji bo Kurdistana rojhilat derbasdar e. Dema li Sûriyeyê mirov dihat qetilkirin, dewlet li dijî vê komkujiyê derneketin. Şert û mercên jiyana baş ji bo wan nehat avakirin. Mirov dihat kuştin. Çawan ku jiyanek nû ji xwe re ava kirin, dîsa êrîşî wan hat kirin. Ev di mirovahiyê de ne mimkûn e ku bê qebûlkirin.”

Îşkenceyê vegot

Her wiha Çinar îşkenceya ku li wê hatibû kirin jî bi van gotinan anîbû ziman: “Ger em berî qedexeyê ji Nisêbînê derketina, dê dîsa îşkence bi me bikiran. Dema em li wir hatin girtin, ji ber îşkenceya bi hevalên min kirin ez pir xemgîn bûm. Dema ku jinek polîs xwest dest min paşve kelepçe bike, destê min şikand. Îfadeyên berê, hemû wan amade kiribûn, ne îfadeyên min bûn.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar