Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parastina tevahiya Kurdistanê yan a parçeyekî?

Welat Perwer |

Di rojevê de parastina maf û destketiyên gelê kurd hene, şerê bi dagirkeriyê re heye. Lê mixabin hin nêrîn pir balkêş û şaş in. Li gorî hin derdoran ji parastina mafên gelê kurd divê tenê parastina destketiyên başûrê Kurdistanê bê fêmkirin. Ev derdor xwe li beramberî parçeyên din, bi qasî serê derziyê jî berpirsiyar nabînin. Adeta dibêjin hema bila tiştek bi me neyê, cehnema parçeyên din.

Dîsa heman derdor îdîa dikin ku parastina destketiyan, wê bi sekna li dijî Tevgera Azadiyê pêkan be. Dibêjin hebûn û hewildanên Tevgera Azadiyê li hemberî destketiyên başûrê Kurdistanê xetere ye. Ji bo vê yekê jî divê gerîlayên azadiya Kurdistanê ji başûrê Kurdistanê derbikevin.

Rast e, divê destketiyên başûrê Kurdistanê bêne parastin lê bi qasî yên başûrê Kurdistanê divê yên parçeyên din jî bên parastin. Divê tu parçeyek li ser parçeyeke din neyê girtin. Divê neyê gotin ku li parçeyên din ma çi destketî hene? Nêrîneke bi vî awayî wê bibe heqareta herî mezin bi şehîdên doza Kurdistanê.

Di roja me ya îro de tevî hemû kêm û kurtiyan jî li hemû parçeyên Kurdistanê destketî hene. Li rojavayê Kurdistanê şoreşeke civakî heye û ev şoreş wek stêrkekê ji bo hemû mirovahiyê dibiriqe. Jin û ciwanên li deverên dinyayê û li çar parçeyên Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê li ser kar in. Di çarçoveya têkiliyên azad û wekhev de hemû pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vê şoreşê hatine gel hev û hewl didin ku jiyaneke azad ava bikin. Şoreşa ku bi berdêla deh hezaran şehîdan zêdetir hatiye avakirin, destketiyeke pir mezin e û divê bê parastin.

Li rojhilatê Kurdistanê ev sed sal in, li dijî rejîma Îranê berxwedaneke hebûnê heye. Ev berxwedana hîn jî didome û vê berxwedanê bi xwe re çandek ava kiriye. Ev çanda berxwedaniyê ya li hemberî dagirkeriyê bi serê xwe tiştekî pir birûmet û biwate ye. Divê bê parastin. Di heman demê de divê hebûna rêxistinbûna heyî bê parastin û bê xurtkirin. Gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê xwe teslîmî rejîma dagirker nekiriye. Ev yek, destketiyeke mezin e û divê hemû kurd destekeke xurt bidin vê seknê.

Li bakurê Kurdistanê li hemberî rejîma qirker ev du sed salin zêdetir e, têkoşîneke bêhempa tê dayîn. Di roja me ya îro de vê têkoşînê, rejîma qirker aniye ber hilweşînê. Di halê heyî de rejîma qirker êdî ne li hundir ne jî li derve nikare polîtîkayên xwe yên qirkirinê bimeşîne. Tenê maye, ev destketiya herî mezin e, ji bo gelê kurd. Gelê kurd bi têkoşîna xwe ya canbexşane hebûna xwe garantî kiriye û bûye xwedî îradeyeke ji pola. Tevî ew qas êrîşên qirkirinê jî gelê kurd têkoşiya û hebûna xwe parastiye. Di heman demê de xwe bi her awayî kiriye xwedî sazî û dezgeh. Hemû sazî û dezgehên li bakurê Kurdistanê, bi têkoşîneke pir mezin hatine avakirin. Li bakurê Kurdistanê gelê kurd xwedî partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sekneke têkoşer û demokratîk in. Têkoşîna li bakurê Kurdistanê dijminê herî hov ê kurdan dirûxîne, ruh dide hemû gelê kurd. Bi awayekî giştî têkoşîna li bakurê Kurdistanê jinan, ciwanan, mirovan bi awayekî giştî hemû gelê kurd di çarçoveya rêgezê jiyana azad û wekhev de diguherîne. Ma ji vê mezintir destketîf hene?

Li başûrê Kurdistanê jî jixwe statuyeke ku ji aliyê dewletan ve jî tê qebûlkirin heye ku divê ev jî bi her awayî bê parastin.

Va ye divê ev destkeftî bên parastin û mafên ku divê bên bidestxistin jî bi têkoşîneke hevpar bên bidestxistin. Da ku hebûna gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bê mîsogerkirin. Tişta ku divê bê rexnekirin ew e ku dibe qey destkeftî tenê li Başûr hene û ji bo parastina wan pêwîst e, parçeyên din bên qurbankirin. Bi vî awayî sekneke parçeyî, ezez û li gorî berjewendiyên dagirkeran heye. Divê bi lezgînî dev ji vê sekna parçeyî bê berdan û sekneke welatperwer û neteweyî esas bê girtin.

Ji bo vê jî divê kurd ne bi hev re bi dagirkeriyê re têbikoşin. Ew kes û derdorên ku Tevgera Azadiyê wek xeteriya li ser başûrê Kurdistanê dibînin, tiştekî jî ji dagirkeran re nabêjin. Halbuki sedema hebûna tevgerên kurd hemûyan jî dagirkerî bi xwe ye. Di halê heyî de yê ku êrîşan dike, dewleta dagirker a tirk e, yê ku li ber xwe dide û diparêze jî Tevgera Azadiyê ye. Wê demê kurdên ku dixwazin başûrê Kurdistanê jî di nav de hemû Kurdistanê biparêzin, divê berê tîrê xwe bidin dewleta dagirker a tirk. Ev hem erkeke welatparêziyê û pêkanîna berspirsiyartiya xwe ya ku li beramberî têkoşîna li bakurê Kurdistanê ye hem jî ji bo parastina başûrê Kurdistanê bi xwe ye. Ji ber em hemû jî baş dizanin ku dewleta dagirker a tirk ne tenê dijminê bakurê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ye. Bi awayekî giştî dijminê hemû kurd û Kurdistanê ye. Rayedarên dewleta dagirker pirî caran ev yek bi awayekî aşkera anîn ziman. Erdogan ê faşîst got ku ‘li cihê ku em xwîna xwe lê dirîjînin, ew der dibe welatê me.’ Di belgeyên dewleta dagirker de li derveyî rojhilatê Kurdistanê her sê parçeyên din ê Kurdistanê wek sînorên mîlî tên destnîşankirin. Hemû êrîşên a niha pêk tên jî ji bo bidestxistina van deverane. Tiştên ku li bakurê Kurdistanê kir û dike, dixwaze li rojavayê Kurdistanê jî bike. Tiştên ku li Efrînê û Serêkaniyê kir, niha dixwaze li hemû Rojava jî bike. Tiştên ku li Bakur û Rojava kir, niha dixwaze li Başûr jî bike. Bi kurtasî dewleta dagirker a tirk, bi hemû hêza xwe seferber bûye ku gelê kurd qir bike, bêstatu bihêle.

Baş e, divê gelê kurd çi bike? Aşkera ye, destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî di nav de rêya parastina hemû destkeftiyan û bidestxistina destkeftiyên nû, têkoşîna li hemberî dewleta dagirker a tirk e. A rast ev e û divê hemû kurd jî di vê têkoşînê de bibin alî. Lê nebin aliyê dewleta tirk, bibin aliyê welat û gelê xwe. Naxwe ne mumkin e ku destkeftiyên tu deverê jî bên parastin. Çareserî di sekna welatperwer û neteweyî de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar