Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parastina zarokan parastina pêşerojê ye

Zarok ji bo civak û neteweyekê pêşeroj in. Çiqas zarokên civak û neteweyekê bi tenduristî mezin bibin û perwerdehiyek baş bibînin, pêşeroja wê civakê û wê neteweyê jî ew qas serkeftî û ronahî ye. Ew civak û netew dê di pêşerojê de di her alî de serkeftî be. Dê di nava aramî, serfirazî û hebûnê de bijî. Eger zarokên civak û neteweyekê bi zimanê zikmakî û canda xwe mezin bibin û perwerde bibin, eger zarok li ser axa xwe di nava aramî, xweşî, kêf û şahiyê de mezin bibin, dê pêşeroja wê civak, netew û welatî jî aram, şadî û ronî be. Lê eger civak, netew û dewletek qîmetê nede zarokên xwe mafê zarokên xwe yên tenduristî, perwerdehî, lîstik, şahî, seyran, aborî neparêze, dê ew civak, netew û dewlet di nava xizanî, nezanî, birçîbûn, şer, tundî û kaosê de bijî. Dê pêşeroja wê civak, netew û dewletê xerab û kaos be. Dê di wê civakê de dizî, tiryak, fihûş, kuştin, revandin, talankirin, wêrankirin û komên çeteyan pêş bikevin. Dema li gorî vê rastiyê em li rewşa Tirkiye û Rojhilata Navîn dinerin daneyên di destê me de vê rastiyê îspat dikin.

Îro hemû rêveber û hilbijêrên civak, sazî û dewletan vê rastiyê dizanin. Li gel ku vê rastiyê dizanin jî mafê zarokan naparêzin. An jî di nava civaka xwe û neteweya xwe de cudakariyê dikin. Mafê beşek zarok diparêzin û di nava hebûn, aramî, xweşî û dewlemendiyê de li gorî çand û zimanê wan perwerde dikin û mezin dikin, hinek zarok jî di nava xizanî, karê zeviyan, karê înşaatan û birçîbûnê de bi zimanê biyanî û çanda biyanî li gorî xwe terbiye dike. Bi hezaran zarok li dibistanên herî baş, di nava şertên herî baş de perwerde dibin, lê bi milyonan zarok jî birçî, tazî û di nava zevî, atolyeyên karên giran de  bê perwerde mezin dibin. Gelek zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Îro bi hezaran zarokên kurd li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê bi jahra tiryaka wekî esrar, eroîn, krîstal û maddeyên din bi saxî hatine kuştin. Bi hezaran zarokên kurd li ser çopê karton, hesin û plastîkan kom dikin û debara malbatê dikin. Ya herî dilêş jî îro di serdema hikûmeta AKP’ê de bi dehan zarokên kurd bi guleyên polîs û leşkeran, bi panzêrên polîsan hatine kuştin. Di bin tekerên panzêrên polîsan de hatine eciqandin û qetilkirin.

2 roj berê 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bû. Gelek saziyên mafên mirovan raporên der barê zarokan de aşkere kirin. Saziyên mafên mirovan bal kişandin ser mafê zarokan û kuştina zarokan.

Li gorî zagonên navdewletî; mafên zarokan ew mafên ji dema jidayikbûnê destpê dikin ku bi qanûnî û exlaqî ji bo hemû zarokan hatine naskirin. Mîna mafên perwerde, tenduristî, jiyanê, stargehê mafê sereke ne. Zarokên Kurdan jî pêwist bû xwediyê vî mafî bûna. Lê  di dema Komara Tirkiyeyê ya 100 salî de û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya 22 salan de xaka Kurdistan û Tirkiye ji bo zarokên Kurd bû goristan.

Li gorî daneyên Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di nava 15 salan de li bajarên Kurdan 21 zarokan bi lêdana wesayitên zirxî jiyana xwe ji dest dan, 23 jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di navbera salên 2004-2015’an de herî kêm 241 zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Li gorî daneyên rêxistinên civakî yên sivîl jî di heman demê de 477 zarok ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Kujerên zarokên Kurd jî li şûna cezakirinê hatin xelatkirin, payeya wan hate bilindkirin.

Em çend navan rêz bikin ji bo ku ev daneyên me bêtir şênber bibin. Çend navên zarokên kurd ên di serdema AKP’ê de hatin qetilkirin wiha ne: “Ugur Kaymaz (12), Zilan Demir (8), Şilan Demir, Mizgin Demir, Evin Dilan Demir, Nazar Çetinkaya (2), Nazlı Çetinkaya (4), Abdullah Çetinkaya (9 mehî), Hasan Marangoz (14), Abdullah Duran (9), Enes Ata (8), Îsmail Erkek (8), Mart: Fatih Tekin (3), Ahmet Araç (17), Mahsum Mızrak (17), Emrah Fidan (17), Mizgin Ozbek (10), Abdulsamet Erip (14), Maziye Aslan (8), Ceylan Onkol (12), Mehmet Uytun (18 mehî), Mehmet Nuri Tamçoban (14), Oguzcan Akyurek (13), 3’ê Hezîranê: Diren Basan (14), Şirnex, Berkin Elvan (15).”

Zarokên ku di Komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin: “Ozcan Uysal (18), Celal Encu (15), Erkan Encu (13), Adem And (15), Mehmet Encu (15), Şervan Encu (16), Cemal Encu (16), Şıvan Encu (14), Bîlal Encu (15), Mahsum Encu (16), Salih Encu (17), Serhat Encu (17), Savaş Encu (15), Çetin Encu (12), Bedran Encu (12), Huseyin Encu (18), Aslan Encu (15), Orhan Encu (15), Fadil Encu (16), Vedat Encu (16), Cihan Encu (16), Erkan Encu (13).”

Dema em li rewşa Îsraîl û Filistinê binerin, di mehek dawî de bi hezaran zarok hatin kuştin. Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 5 hezar û 840 zarok, 3 hezar û 920 jin bi giştî 14 hezar û 128 mirov hatin kuştin.

Di navbera Îsraîl û Hemasê de şerekî navlêkirî heye. Îro hemû welatên cîhanê hejmara kuştiyên li Filistinê kêlî bi kêlî parve dikin. Lazime ku bê dîtin jî. Lazim e her kes bertekên xwe yên li dijî kuştina zarokan bîne ziman jî. Lê îro li Kurdistanê jî şerek heye. Lê şerê li  Kurdistanê nav lê nehatiye kirin. Kuştina zarokên kurd û Kurdistanê îro nayê dîtin. Li Kurdistanê jî di nava 22 salên dawî de zêdeyî hezar zarok hatine kuştin. Hinek ji wan di bin panzêran de can dane. Hinekan ji wan bi guleyên polîsan û leşkeran can dane. Hinekan ji wan bi bombeyên leşkeriyê yên bêxwedî can dane. Hinekan ji wan bi tiryak, esrar û eroîna ku polîsan firotiye wan û ew fêr kirine, bi saxî can dane. Hinak ji wan jî di erdheja dawî de ji ber sersarî û xemsariya dewletê can dane.

Ez bawer dikin mirov tenê ji nêzîkatiya Tirkiye, Îsraîl, Hamas û DAIŞ’ê ya li dijî zarokan binere dikare rastiyê baştir bibîne. Eger îro em zarokên xwe neparêzin û wan perwerde nekin, tu kes zarokên me naparêze. Ku perwerde bike jî dê li gorî ziman, çand, hişmendî û berjewendiyên xwe perwerde bike. Dê wan bike koleyên xwe û bi saxî bikuje. Di vê roja mafên zarokên cîhanê de divê êdî em destûr nedin ku zarok bên kuştin û kolekirin.

 

Nûçeyên Têkildar