Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Parastina zimanê me girêdayî me ye’

Mamosteyê zimanê kurdî Ferhat Ertaş destnîşan kir ku ji bo parastina zimanê kurdî barê mezin dikeve ser milê malbatan û got ku parastina ziman girêdayî kurdan e  

Ji 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re hefteyek ma. 15’ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ku di sala 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşana xwe kiriye û ji sala 2006’an ve jî wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi boneya vê rojê mamosteyê kurdî yê Akademiya Ma Muzîkê Ferhat Ertaş axivî.

Ertaş di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser ziman û li dijî van zextan tiştên divê bên kirin.

Ertaş destnîşan kir ku ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî têkoşîn divê û ji bo vê gere her kes li ber polîtîkayên asîmlasiyonê rabe û wiha got: “Gava hûn li nav malê mêze dikin, hûn dibînin axaftin bi zimanekî din e. Lewma zarok bi kurdî fêm nakin. Pirî caran nizanin em bi kurdî jî diaxivin. Lewma di xebatên ji bo kurdî de berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan. Gava em li malê bi kurdî neaxivin, dê zimanê kurdî bi tunebûnê re rû bi rû bimîne.”

‘Divê pêşî em xwe û zimanê xwe nas bikin’

Di axaftina xwe de Ertaş diyar kir ku li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê gelek derdor pêşniyaran dikin lê belê di warê pêkanînê de kêmasî hene û ev tişt anî ziman: “Pêşî divê em xwe û zimanê xwe nas bikin. Bi dû re danasîna zimanê xwe. Ziman, heq e û ev yek di peymanên navneteweyî de heye. Yek ji mafên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digire jî, mafê ziman e. Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye bin vê peymanê. Lê belê di pratîkê de guh li vê danezanê nake. Divê kurd nehêlin zimanê wan bimire. Ji dêvla parastina zimanê xwe, em li bendê ne kesên zimanê me asîmle dikin zimanê me biparêzin. A rast parastina zimanê me, girêdayî me ye.”

Hewldana tunekirina zimanê kurdî

Ertaş destnîşan kir ku serdest hewl didin derbarê kurdî de tiştekî jî nehêlin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene lê li saziyên fermî derbarê kurdî de tiştek jî tune ye. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelek ereb hatin Tirkiyeyê. Bi hatina wan re em leqayî tabelayên erebî hatin. Helbet em ne li dijî vê ne, lê li vî welatî bi milyonan kurd hene. Em li dijî vê nehesibandinê ne.”

Ertaş bal kişand ser tabelayên kurdî yên gund, navçe û bajaran ku tên rakirin û wiha got: “Li her derî polîtîkaya asîmlasiyonê dikin. Dixwazin te bidin jibîrkirin. Hê jî zimanê kurdî wekî ‘zimanê nayê zanîn’ tê tomarkirin.”

Her wiha Ertaş banga li kurdan kir ku li her derê û qadê xwedî li zimanê xwe derkevin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar