Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parçebûna kurdan û hin rastiyên dîrokî  -1

Qasî ku yên her kesî hene gelek çavdêriyên min jî der barê nelihevkirin, parçebûn û atomîzebûna civaka kurd de hene. Belkî ez tam ji bin derneyêm jî qasî ku encama çavdêrî, nirxandin û zanîna xwe ez ê li ser vê mijarê bi çend beşan bisekinim.

Mijarên ziman, wêje, civak û dîrokê gelek bala min dikişinin. Civak hêmayeke zindî ye. Li gorî têkiliyên civakî; ji awayê berhilîn, parvekirin û belavkirina hatinên giştî, tev têkiliyên ku em jê re dibêjin çand û danehev xwe diguherîne û vediguhêze. Hin awarteyên vê yekê hene ku ew ne tê de peresana (werar-tekamul) tev civakan bi vî awayî pêk tê. Jiyana civakî di coyê xwe de diherike û têkiliyên civakî jî bi vî rengî teşe digirin.

Civakên di awartetiya herka dîrokê de li gorî xwe teşe girtine û xweseriya wan heye yek jî civaka kurdan û welatê Kurdistanê ye. Civakên erdnîgariya wan û jiyana wan a civakî li çiyan pêk hatine xweseriyeke wan derketiye pêş. Li welatê Kurdistanê û di civaka kurdan de ev xweserî balê dikişînin. Di civaka kurd de ramandin- fikirandina ji mîtolojî, pêşbawerî, bawerî û dîn bigirin heta felsefe, îdeolojiyên kapîtalîst, sosyalist, postmodernîzm û modernîteya demokratik hemû di heman demê de roja îroyîn bi hev re hene. Ev yek gelek balkêş e. Berî ez derbasî kûrahiya mijarê bibim divê hinekî berfirehtir li ser mijara mîtolojiyê bisekinim.

Mîtolojî serdema dergûştiya mirovahiyê ye. Em dikarin bêjin ku kûrhişiya (hinekjê re dibêjin binhişî jî) mirovahiyê ye. Destpêka mirovahiyê (bila şaş neyê fêmkirin ne destpêka giyaneweriyê) mîna mêjiyê dergûştî- zaroktiyê ye. Zanîn tune ye, hişmendî tune ye, hêma hene, dîtbarî heye û sedî sed xweza serdest e, mirovahî di nav parastineke tund a ji xwezayê de ye. Zarok jî yek û heta çar saliya xwe di heman rewşê de ne. Bi kûrhişê xwe dikin ku jiyanê têbigihîjin. Tenê cudatiya destpêka mirovahiyê û zarokên 1 heta 4 salî ev e; xwediyê zarokan hene, dê û bav lê xwedî derdikevin lê parastiyên mirovahiyê nîn in. Bi serê xwe xwezayê re, tenê ew, hêza wan a fizîkî heye û bi azmûneke hebûn û tunebûnê re rû bi rû ne. Wê bikaribin bijîn an wê li hember tundiya xwezayê telef bibin! A grîng ev e. Ji ber ku zanîn û hişmendî hê nîn e ramandineke xav û dilmeyî di serê wan de çêdibe. Ya diyarker ev e, tirsa li dijî qewmînên xwezayê û pê re hêdî hêdî baweriya ku pêk tê. Mîna zarokên ku agir nas nakin, destê xwe davêjine êgir mirovahî jî wisa xwezayê û qewmînên xwezayê nas nake. Dixwaze her tiştî fêm bike û diceribîne. Wate dide her tiştî û kodên ramanê yên dilmeyî hêdî bi hêdî dadiwerine mêjî. Ev serdem destpêka mîtolojiyê ye û heta hişmendî û zanîna serdema serdest û bindest derdikevin holê kêm zêde bi vî rengî dewam dike.

Min behsa welatên çiyayî kiribû. Ji rêzeçiyayên Hîmalayê bigirin, werin Afganistanê, derbasî Kurdistanê bibin, biçin rêzeçiyayên Andê; di nav zik û hembêza nepalî, hînduyên nêz wan de, lûtke û quntarên çiyayên Hîndîkûş, kûraya Zagrosan heta nav qebîleyên çermsoran bi hezaran efsane, destan û çîrçîronekên ji serdema mîtolojik mane hê zindî ne û berfireh di çanda wan de dijîn. Gelek zanyar û lêkolîner civakên wiha re dibêjin, civakên xwezayî. Li welatên din ev pirrengî û pirbawerî ne ew qas pir in.

Gelo ev tesadif e?

Îcar em derbasî mijara xwe ya esas bibin. Mijara me parçebûn û lihevnekirina kurdan bû. Di her warî de feraseteke wiha bi kurdan re heye. Gotegoteke wiha heye di nav rewşenbîrên kurdan de, dibêje, du cihû tên ba hev rêxistinekê ava dikin. Ku du kurd tên ser kodikeke hingiv kodikê dirûxînin. Di nav me kurdan, qada ziman de kêm zêde yekahengiyek hebû. Di jiyana civakî, siyasî, wêjeyî, çandî û hwd. de hemîn nelihevkirinek hebû lê di van salên dawîn de qada ziman jî ev yek pêk anî, ew jî çû ber rehmetê û her qad bûne yek. Gava carinan nebixêriyek pêk tê ya tê hişê gelek kesan ev e, “kurmanc bê bext in”, “kurd nabin meriv”, “kurd bi hev re xayîn in”. Ferasteke nerast be jî rastiyeke civaka me derpêş dike. Di her qadan de şer, pevçûn, nîqaş, bihevqebûlnekirin, nerazîbûn, berhevnexwarin û birek neyîniyên din ên kurdan hene. Helbet bandora şîdet û zextên desthilatdariyê ku di nav kurdan de bêhêvîtiyek derxistiye pêş jî divê li ber çavan bê girtin lê ev tenê aliyekî ku ez dixwazim li ser bisekinim jî radixe ber çavan.

Gelo çima? Ev enînûs e, ev yek ji ber çi ye û xwe dispêre kîjan jêderê?

Mijara nelihevkirinê, parçebûnê bi rastî grîng e. Ev mijareke gelek kûr e. Reh û rîşiyên wê digîjine heta serdema derketina kurdan a qada dîrokê. Her kes bi awayekî dinirxîne û ji serê xwe diavêje û diçe.

Çima di civakê de bi vî awayî tê ramandin?

Min di serî de diyar kiribû ez ê li gorî çavdêrî, nirxandin û zanîna xwe li ser mijarê bisekinim. Belkî bi awayê zanistî û akademîk kêm be lê ez pê bawer im ku wê ji pir kesan re bikaribe bibe perspektîf û dozîneyeke ku di riya wê de bimeşin, jê sûd wergirin, an jî nîqaş bikin.

Pêşiyê ez daneyên ku ez ê li ser nirxandinan bikim û dikim hinceta vê nivîsê ku serê min gelek êşandine û bûne sedem ku ez lê hûr bibim, diyar bikim. Di warên gundewar de ji bilî tirsa (kêm caran ji ber hurmetê jî dibe) axa, giregir û maldaran gundiyên kurd tu car li ber hev naxwin, yek çi bêje yêkî din misoger li ber wî radibe, pir kêm carên awarte li hev dikin. Ji kûrahiya dîrokê heta îro jî şer, pevçûna naxweyî li pêş e, kuştin û tolhildan li pêş e. Ji bo îspata wê yekê em dikarin gelek stranên me yên dengbêjiyê weke şahid nîşan bidin.

Di rêwîtiyê, paletî, karê înşaetan, şirîktiyan, cîrantî, aşvantî û gelek karên gundîtiyê yên din de ev feraset mîna wezekekê li feraseta kurdan geriyaye.

Di qada esnafiyê de yek kargehekê veke, dest bi xebatekê bike eger pere qezenc bike yan kêr bê hesûdî dest pê dike, eger derfeta yekî hebin hema diçe li rex wî heman karî pêk tîne. Di şêwr û qada aştiyê de heta kesên tirsê yan jî giregirên qaşo hurmet ji bo wan tê nîşandan nebin lihevhatin û encamên erênî dernakevin, gelek caran bi van ve jî lihevhatin pêk nayê.

Du-sê-çar an zêdetir mirov tên cem hev, nîqaş dikin ji her yekî dengek derdikeve, pirî caran bi şer û pevçûn encam lê tê anîn.

Di qada şaristaniyê bajaran de kurd çawa ne? Ji ber ku di vê qadê de kêm an zêde perwerde heye, xwendin, bandora nûjeniyê heye hêvî tê kirin ku ji jiyana gundîtiyê cudatir be. Lê ne wisa ye. Dirûvê têkiliyan diguhere lê dendikê kakil heman dendik e. Pirî caran bajariyên kurd, ji gundiyan û ser û sîçeyên wan şerm dikin, xwe mezin, cudatir û wan jî piçûk dibînin lê belê bi têkiliyên xwe bi bajar re heman gundî ne, feraset, nêzikayî eynî ye. Yanî cîla ser gundîtiyê hatiye xistin, ew qas! (dê bidome)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar