Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parêzer Altamîra: Tevgera kurd berxwedan kirine teşeya jiyanê

Endama IACTA parêzer Altamîra Ana diyar kir ku şert û mercên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê de tê girtin dijmirovî ne û wiha axivî: “Tevgera kurd ku tu sînoran nas nakin û berxwedan kirine teşeyê jiyanê. Careke din nîşanî hemû cîhanê dane.”

Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ket meha sêyemîn. Di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de grevên birçîbûnê  yên dorveger hatin destpêkirin. Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel jî di 28’ê kanûnê de tvli greve bû û bang kir ku divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Endama Kooperatîfa Parêzerên Jin a Femînîst a Barselonayê (IACTA) parêzer Altamîra Ana Guelbenzu ku di delegasyona tecrîdê ya navneteweyî de cih digirt  der  barê grevên birçîbûnê û tecrîda giran de axivî û bang li hikûmeta Tirk û saziyên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê.

Parêzer Altamîra da zanîn ku  siyaseta tecrîdê ya tê meşandin tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye û mînaka girtîgeha Îmraliyê tune ye. Altamîra wiha dirêjî daye: “Rewşa heyî ya Birêz Ocalan, di alî mafê mirovan û standardên mafê mirovan a navneteweyî  de nayê qebûlkirin. Tu aliyekî hiqûqî yê rejîma tecrîda topyekun tuneye. Di dîroka Ewropaya modern de jî mînaka wê tuneye. Pergala Îmraliyê di panaromaya girtîgehên Ewropayê de mînakeke ku nehatiye dîtinê. Şertên Birêz Ocalan têde tê girtin dijmirovahiye. Ev rewşa tecrîdê di alî krîterên Konseya Ewropayê de teqez nayên qebûlkirin. Li gorî rêbazên infaza girtîgehan a Ewropayê divê têkiliya girtî neyê sînorkirin. 3’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê jî vê qedexe bike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Altamîra ev tişt anî anî ziman: “Di pêvajoyên dîrokî de girtiyan greve wek rexneyeke xurt li dijî pergalê bikar anîn. Em dizanin ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên kurd kampanya greva birçîbûnê dimeşînin. Salên dawî de grevên birçîbûnê wek teşeyek têkoşînê ya kolektîf hat bikaranîn. Li Ispanyayê dawiya salên 70’ê de pêkanînek wisa hat jiyîn. Li dijî rewşên dijmirovahî kampanya dan destpêkirin. Ev rexneyek xurt a li dijî pergala ceza û girtîgehan bû. Niha îro li Tirkiyeyê girtiyên siyasî jiyana xwe dane holê û rewş krîtîke. Ev nayê qebûlkirin. Divê saziyên siyasî berpirsyariyê bigirin.”

Altamîra da zanîn ku divê li dijî grevan berpirsyarî bê cih û wiha anî ziman: “Wisa nebe wê pirsgirêkên tenduristiyê derkevin holê. Rewşa girtiyên siyasî krîtîke. Divê vîtamînên pêwist bên dayîn. Mixabin rojên pêş de wê komplîkasyonên tenduristiyê derkevin holê. Girtî li dijî binpêkirinan serî li vê têkoşinê dane. Ez piştevanî, hêz û hezkirina xwe ji hemû girtiyên di grevê de ne re dişînim. Kampanya greva birçîbûnê  serlêdaneke radîkal û dawî ya ji girtiyên kurd re maye. Tevgera kurd ku dîwar bezandîne, berxwedan kirin teşeyê jiyanê.Ev careke din nîşanê hemû cîhanê dane.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar