Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parêzer Bîlmez: Heke hiqûq nîn be, zordestî heye

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê zordestî ketiye dewsa hiqûqê

Çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo şikandina tecrîda girankirî hatine destpêkirin li girtîgehan bi grevên birçîbûnê û li derve jî bi Nobetên Edaletê didomin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez der barê tecrîdê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ANF’ê re axivî.

Bîlmez destnîşan kir ku tu mînaka tecrîda Îmraliyê nîne û anî ziman ku ji 25’ê adara 2020’an û vir ve tu agahî ji muwekîlên xwe nagirin û ev rewş fikarên wan zêde dike. Bilmez da zanîn ku rewşeke bi vî rengî li tu dewleteke girêdayî hiqûqê ye nayê dîtin û destnîşan kir ku êdî ew tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê re nikarin rave bikin. Bîlmez got ku zordestiya li Îmraliyê bi rastî dewsa hiqûqê girtiye û got: “Heke hiqûq nîn be, zordestî heye.”

Bîlmez diyar kir ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin tu cih nemaye ku serî lê nedane, lê her dem bêencam maye û wiha got: “Hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de muxatabên me zelal in. Li Bursayê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, daraza înfazê û rêveberiya girtîgehê heye. Li jora wan Dadgeha Cezayê Giran û Dadgeha Destûra Bingehîn wek organên îtirazê hene û ji aliyê îdarî ve Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) û Wezareta Dadê hene. Serlêdanên me yên bi israr li Dadgeha Destûra Bingehîn bêencam man. Der barê dadger û dozgerên ku di derheqê me de dibêjin wezîfeya xwe îstîsmar kirine, me nekarî der barê serlêdana xwe ya li HSK’ê de encamekê bi dest bixin. Dema mijar dibe Îmrali hiqûq bi carekê tune tê hesibandin. Bi biryareke dadgeriya înfazê 6 mehan carekê hevdîtinên bi mûwekilên me re tên astengkirin.

Di erdhejê de jî tu bersiv nehatin dayîn

Piştî erdhejên Gemlîkê jî digel gelek serlêdanên me, me encamek bi dest nexist. Em behsa girtîgeheke giravî ya di nava behrê de dikin ku ji aliyê erdhejê ve cihekî talûke ye lê serlêdanên me nayên bersivandin, li ber me dîwarek heye. Her çendî xizmên 3 muwekîlên me yên din ên di erdheja 6’ê sibatê ya Mereşê de bandor li wan bûbûn jî ji bo hevdîtina wan me tu bersiv ji serlêdanên xwe nestendin. Mafê axaftina bi telefonê jî zêde dîtin. Li hemû girtîgehan mafê lêgerîna xizmên xwe hat dayîn, ev maf tenê li Îmraliyê pêk nehat. Di vê çarçoveyê de dev ji aliyê wê yê hiqûqî berdin, êdî aliyê mirovî û etîk jî tune dihesibînin.

Ji bo bi Birêz Abdullah Ocalan û muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin di asta navneteweyî de ji bilî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), me 2 sal berê jî serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû û biryara tedbîrê stend. Her çend Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ev biryara tedbîrê dabe jî, Tirkiyeyê ev biryar bi cih neanî. Piştî ku me agahî da Neteweyên Yekbûyî ku ev biryar bi cih nehat, dîsa biryara tedbîrê hat dayîn, lê dîsa bi cih neanîn. Tirkiye serî li rapor û pêşniyarên Komîteya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nagire. Ev aşkere tê wê wateyê ku ez guh nadim qanûnê. Ev rewş dibe sedem ku Tirkiye dê ji pergala Ewropayê derkeve yan bê derxistin. Ji ber ku qet nebe cudahiya Tirkiyeyê ji Iraq, Sûriye û welatên Rojhilata Navîn hebû, lê xuyaye ev cudahî bi lez û bez ji holê radibe.”

Bîlmez diyar kir ku Tirkiye nepejirandina biryarên DMME’yê bi mûwekîlên wan Abdullah Ocalan re daye destpêkirin û bi bîr xist ku ev bêhiqûqî her ku diçe berfireh dibe û bandor li biryarên din jî dike. Bîlmez destnîşan kir ku heta niha biryarên binpêkirina mafan ên Dadgeha Destûra Bingehîn jî nehatine bicihanîn, ne pêkan e ku bêdengiya li hemberî tecrîda Îmraliyê were fêhmkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn yan li aliyê hiqûqê ne yan jî dijberin. Xala navîn tune. Di vî warî de kesên ku tecrîda li ser mûwekilê me Birêz Abdullah Ocalan nabînin, nabe behsa hiqûqê bikin, durûtî ye. Her neheqiya ku tê paşguhkirin, dîsa tê serê her kesî. Divê tu kes di vê mijarê de kurdan rexne neke. Di derdoreke ku ji bo pêkanîna qanûnên li ser kaxizê dîsa di greva birçîbûnê de ne û li çar aliyê cîhanê Nobeta Edaletê tê girtin. Ev ne tenê pirsgirêka kurdan e, her wiha pirsgirêka kesên ku ji xwe re dibêjin sosyalîst, demokrat û her kesên ku derdekî wan bi hiqûqê re heye. Di dawiyê de, ev dorhêla xirab bi her kesî dide windakirin. Ne tenê di warê hiqûqî de, di aliyê siyasî de jî di aliyê pirsgirêka kurd de dibe sedema têkçûyînê.

Hebûna Abdullah Ocalan şanseke

Li Tirkiyeyê gelekî bêstatu heye û heta bi hejmara vî gelî jî nayê zanîn. Weke mînak heke em bipirsin niha nifûsa kurdan çend e, ne hejmarên fermî û ne jî navekî fermî yê vî gelî tune ye. Di tu qanûnê de derbas nabe û daxwaza van kesan heye. Her wiha ev daxwaz dê her dem berdewam bike. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku evqas kes asîmîle bibin. Navnîşana çareserkirina vê pirsgirêkê jî diyar e. Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê şansek e. Weke ku di pêvajoya diyalogê de jî bi zelalî hat dîtin, Birêz Abdullah Ocalan her tim erka xwe pêk anî. Lê muxatabên wî ji ber xemên hilbijartinê paş de gav avêtin. Em ji temenê wî û şert û mercên girtina wî gelek ditirsin û em dixwazin qanûn bê sepandin û di zûtirîn dem de bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Di vê der barê de em ê careke din serî li Wezareta Edaletê bidin. Her kesê ku hiqûq û edaletê diparêze, divê li dijî zilma li Îmraliyê tê kirin derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar