Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Parêzer Bîlmez: Peywirdarê tirk derewan dike

Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku peywirdarê wezareta tirk derewan dike û got, "Hewl didin rastiyên dûrî aqil û mantiqê hilberînin û bi cezayên didin tecrîdê înkar bikin.”

Rûniştina 80’emîn a Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê didome. Di çarçoveya rûniştinê de Raportora Taybet a Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’yê Maeda Naoko têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin de pêşkêşiyek kir. Piştî wê alîkarê Midûrê Giştî yê Girtîgehan Fatîh Gungor li ser navê Tirkiyeyê mafê axaftinê girt û bersiv da pirsên li ser tecrîda li Îmraliyê û îdîa kir ku rewşeke tecrîdê tuneye û ji ber ‘tedbîrên dîsîplînê’ yên hember girtiyan, hevdîtin hatine qedexekirin.

Yek ji parêzerên Baroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku ceza bi rengekî bêhiqûqî hatine dayîn û wiha got, “Der barê cezayên tên dayîn de parêzer nayên agahdarkirin. Em hincetên cezayan ji raporên CPT’yê hîn dibin. Girtî 45 deqeyan sporê dikin û 15 deqeyan bi meşê sohbetê, vê yekê jî kirine hincet ji bo cezayê. Hewl didin rastiyên dûrî aqil û mantiqê hilberînin û bi cezayên didin tecrîdê înkar bikin.”

Parêzer Bîlmez da zanîn ku ji aliyê dadgeriya înfazê ve 6 mehan carekê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bi rêk û pêk tê dayîn û got ku armanca van cezayên dîsîplînê astengkirina hevdîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din bi malbatê re ye. Parêzer Bîlmez li ser îdiayên li dijî cezayên dîsîplînê îtîraz nekirine jî ev tişt anî ziman:“Sê mehan carekê bi awayekî bi rêk û pêk cezayê dîsîplînê hem li Birêz Ocalan hem jî li girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, tê nûkirin. Ya ku ew dikin li dijî hiqûq û Qanûna Înfazê ye. Cezayên dîsîplînê bi vî rengî bênavber nikare bê dayîn. Muwekilên me gelek caran li dijî cezayên hatine birîn, îtîraz kirine. Ji ber ku em dizanin, dema mijar dibe Îmrali, hiqûq bi ti awayî naxebite. Ji bo îtîrazên di van pêvajoyan de hatine kirin, encameke bi tenê ya erênî nehatiye bidestxistin. Weke parêzeran, 25 sal in em serlêdan dikin, lê heta niha me encameke erênî ji dadgeriya tirk wernegirtine. Ji ber van sedeman dibe ku muwekîlên me ji ber ku baweriya wan li hemberî vê mekanizmaya dadgeriyê ku bi taybet ji bo wan naxebite, serî li desteyên şopandinê û dadgehan nedin. Mixabin di vê pêvajoyê de em nikarin vê yekê piştrast bikin.”

Parêzer Bîlmez, diyar kir ku daxuyaniya peywirdarê wezaretê derew e û got ku pêkanînên wan bi temamî bêhiqûqî ye û hewl didin hincetan peyda bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar