Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parêzer Demîr: Faşîzm bi têkoşîna hevpar wê ji holê rabe

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku bêedaletî, kêfiyet û hovîtî li Girtîgeha Îmraliyê bûye şêwazekî rêvebirinê û wiha axivî: “Têkoşîna hevpar dê pêkanînên faşîzane û derveyî hiqûqê ya tecrîdê jî dê ji holê rake.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal berê bi komployeke navdewletî radestî dewleta tirk a dagirker kirin û zêdetirî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Rêber Apo herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi riya telefonê axivî bû û telefon hatibû qutkirin. Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin û pêngava azadiyê di qonaxa duyemîn de didome. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de ji 4’ê nîsanê ber bi îro ve dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtinên malbat û telefonan.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Cemal Demîr ê di navbera salên 2008 û 2011’an de di Girtîgeha Îmraliyê de 7 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk aniye, bi ser tecrîda girankirî axivî. Demîr da zanîn ku tu mînakên tecrîda li Îmraliyê li cîhanên nîn in û wiha got: “Bêedaletî, kêfiyet û hovîtî li Girtîgeha Îmraliyê bûye şêwazekî rêvebirinê. Ji ber wê derdorên hiqûqê jê re dibêjin ‘çalereşa hiqûqê’. Lewma pergala giravê, pergalekî ku hiqûqê daqurtîne ye.”

Demîr destnîşan kir ku kurd Abdullah Ocalan wekî avakarê çareseriya pirsgirêka kurd dibinin û wiha pê de çû: “Gotinekî zanayê kurd ê Ehmedê Xanî heye; ‘Di vê demê de herkes avakarê dîwarê xwe ye’. Di çareseriya pirsgirêka kurd de jî gelê kurd ji xwe re Ocalan wek avakar dîtiye. Bûye remza raya giştî ya gelê kurd. Lewma di çareserkirina pirsgirêka kurd de divê muxatab were dîtin.”

Demîr bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin û wiha axivî: “Di mijara çareseriya kurd de helbet divê kesên muxatab jî di şert û mercên wekhev û azad de bin. Li aliyekê Tirkiye li aliyekê Abdullah Ocalan hebe, li dora maseyê divê wekhevî û azadî hebe. Tirkiye xwe nade aliyê çareseriyê û di Rojhilata Navîn de dibe sedema mirinan. Lewma gelek derdor çalakiyan li dar dixin. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiyên Nobeta Edaletê, çalakiyên Meşa Azadiyê di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin. Her 3 çalakî jî deng vedan.”

Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna hevpar a gelan dê bandorekî erênî ser çareseriya pirsgirêka kurd bike û wiha pê de çû: “Têkoşîna hevpar dê pêkanînên faşîzane û derveyî hiqûqê ya tecrîdê jî dê ji holê rake. Dê Nobeta Edaletê, Meşa Azadiyê û çalakiyên bêîteatiya sivîl mijarê bêhtir têxe rojeva cîhanê. Li aliyê din divê têkiliyên dîplomasiyê yên navneteweyî bên pêşxistin, û ji bo di meclis û parlamentoyan de were nîqaşkirin divê bêhtir xebat werin kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar